Jinên Şirnexî: Li dijî êrîşên Tirkiyeyê dakevin qadan

  • 09:05 23 Mijdar 2022
  • Rojane
 
Sema Çaglak
 
ŞIRNEX - Jinên Şirnexê bertek nîşanê êrîşên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûryeyê dan û destnîşan kirin ku roj roja parastina deskeftiyên Rojava ye û wiha gotin: “Divê em li dijî van êrîşan dakevin qadan û dengê xwe bilind bikin. Em vê qebûl nekin em ê di serî de Kobanê bi giştî Rojava biparêzin.”
 
Dewleta Tirk di 19’ê Mijdarê de gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojavayê Kurdistanê) û gelek deverên Herêma Federe ya Kurdistanê bi balafirên şer bombebaran kir. Balafirên ku li pey hev rabûn, Kobanê, Şehba, Dêrik û Girê Spî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kirin. Her wiha Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) daxuyand ku nûçegihanê wan Îsam Ebdullah dema ku nûçe dişopand, di encama êrişa dewleta tirk de hat qetilkirin. Dewleta Tirk hem ji aliyek êrîşî başûrê Kurdîstanê dike û li aliyek din jî êrîşê dibe ser Rojavayê Kurdîstanê. Jinên Şirnexê bertek nîşanê êrîşên Dewleta Tirk dan û banga xwedîderketina li axa Kurdîstanê kirin.
 
‘Kurd êdî bindestiyê qebûl nakin’
 
Dewlet Olmez êrîşên Tirkiyê yên li ser rojavayê Kurdistanê şermezar kir û diyar kir ku ew zilma li ser gelê xwe qebûl nakin. Dewlet, wiha axivî: “Hema çi êrîşê bikin dixin stûyê kurdan.  Bi xwe êrîşan dikin û xelkê dixapînin. Em bindestiyê êdî qebûl nakin û em ê ji bo mafê xwe têbikoşin. Heke kurdek tenê jî bimîne dê li pey doza xwe be. Em dev ji têkoşîn û berxwedana bernadin. Bi qasî ku ji destê me hat em têkoşîna xwe mezintir bikin. Bila ji 7’ê salî heta 70’ê salî rabin ser piyan û li dijî vê zilmê dakevin qadan û dengê xwe bilind bikin.”  
 
‘Amadekariya komkujiyê dikin’
 
Basra Olmez jî daxuyand ku ji her aliyî ve zilm û zordestî li kurdan tê kirin û wiha pêde çû: “Em ji dîrokê ve heta roja îro di bin zilm, zordestiyê de ne. Tirk me dikujin, Ereb me dikujîn û hemû dewlet li dijî kurdan şer dikin û li pey berjewendiyên xwe ne.  Bes e êdî ji vê zilm, koçberî û bêbextiyê re.  Erdogan bi van êrîşan amadekariya komkujiyê dike. DAIŞ xelas bû îja dora wî ye. Xelkê xwe dixwaze li wir bi cîh bike û komkujiyan li ser gel çêbike. Bi çekên kimyewî êrîşî kurdan dike.  Divê li dijî van êrîş û planên qirêj jin, mêr û ciwan hemû kurd rabin ser piyan û êdî bêjin bes e.”
 
‘Tê xwestin êrîşên DAIŞ’ê berdewam bikin’
 
Heybet Adiyaman jî anî ziman ku Erdogan êrîşî DAIŞ’a ku li Rojavayê dikir dixwaze berdewam bike û got: “Em azadiyê dixwazin û ji bo aştiyê têdikoşin.  Li her deverê li dijî kurdan êrîş dikin û hesaban dikin.  Em dixwazin Kobanê biser bikeve . Ez êrîşên li dijî Kobanê û bi giştî li Rojava şermezar dikim. Ji bo ku em kurd in zilmeke ku li me nekirine nemaye. Di şerê Kobanê de DAIŞ’ê têk birin. Niha erdogan jî dixwaze wek DAIŞ’ê êrîş bike. Em van êrîşan qebûl nakin.”
 
‘Her êrîşa xwe dixin stûyê kurdan’
 
Zuleyha Olmez jî diyar kir ku Kurd bi van êrîşan naqedin û dê êrîşên Tirkiyê bê encam bimînin. Zuleyha, got: “Ji me re dibêjin em ê koka we biqelînin. Lê kurd naqedin û heta dawiyê dê li ber xwe bidin. Kurd wê zêdetir bibin. Li Stenbolê teqînek çêkirin xistin stûyê PKK’ê lê hemû kes jî dizane ku ew teqîn PKK’ê nekiriye. Her êrîşên xwe dixin stûyê kurdan.”
 
‘Di heman demê de êrîşek li dijî destkeftiyên jinan bû’
 
Hemayîl Olmez jî destnîşan kir ku li Kobanê û bi giştî li Rojavayê gelek berdelên giran hatine dayîn û axaftina xwe wiha domand: “Erdogan dixwaze karê DAIŞ’ê ku nîvco hiştiye temam bike. Dixwaze kurdan xelas bike lê kurd naqedin. Em vê zilmê qebûl nakin û heta dawiyê em ê mafê xwe biparêzin. Me li Kobanê gelek berdelên giran dane. Gelek zarokên me li wir jiyana xwe jidest dan. Ew êrîş di heman demê de li dijî destkefitiyên jinan bû. Divê jin li gorî vê tevgerin û li ser piyan.”
 
‘Em ê rojava biparêzin’
 
Herî dawî jî Makbule Olmez axivî û destnîşan kir ku roj roja parastina Rojava ye û got: “Em vê zilmê li ser xwe qebûl nakin û hemû jê aciz in. Hemû cîhan dizane ku li Kobanê çi çêbû. Niha dîsa bi êrîşên xwe hem Kobanê û bi giştyî Rojava hedef nîşan didin.  Divê em li dijî van êrîşan dakevin kolanan û dengê xwe bilind bikin. Em vê qebûl nekin û em ê Kobanê û Rojava biparêzin.”