Mûşîra Mele Reşîd: Kobanê di dîrokê de bû kelha berxwedanê

  • 09:01 31 Cotmeh 2022
  • Rojane
Hesna Mihemed
 
ŞEHBA - Endama Meclîsa Zagonsaz a Herêma Efrînê Mûşîre Mele Reşîd têkildarî 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê wiha got:"Eynî berxwedana ku di Kobanê de hatiye pêşxistin wê li hemû deverên dagirkirî jî ev berxwedan pêş bikeve û ji çeteyên dewleta tirk bên rizgarkirin û carek din wê van planên ku tên meşandin têk herin. Di Kobanê de gelek efsaneyên dîrokî hatin nivîsandin û bû dîrokek ji qehremantî û têkoşîna Gelê Kurd. Kobanê di nav xêzikên dîrokê de bû kelha berxwedanê." 
 
Bi têkçûyina çeteyên DAÎŞ'ê re di dîrokê de serhildaneke mezin cihê xwe girtin. Li Kobanê piştî ku dîrokê serhildan bi tîpên zêrîn nivîsand şûnde di 2014'an de 1'ê Mijdarê wekî Roja Kobanê ya Cîhanê hat îlankirin. Her sal li gelek bajarên cîhanê ev roj bi têkoşîneke mezin tê pêşwazîkirin. Endama Meclîsa Zagonsaz a Herêma Efrînê Mûşîre Mele Reşîd têkildarî 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê axivî. 
 
'Êrîşa li ser Kobanî bi plankirî bû'
 
Mûşîra di destpêka axaftina xwe de roja 1'ê Mijdarê Roja Kobanê li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û hemû pakrewanan pîroz kir û got: "Em roja cîhanî ya piştgiriya bi Kobanê re li Rêber Apo û tevahî pakrewanên azadiyê û malbatên şehîdan pîroz dikin. Li seranserê cîhanê gel rabû ser piya û piştevaniya xwe ya ji bo berxwedana Kobanê nîşan dan. Terora DAIŞ'ê bi destên hêzên YPG/YPJ'ê li Kobanî têk çû. Êrîşa ku li ser Kobanî pêk hatiye bi plankirî bû. Bi vê planê xwestin bi rêya Kobanê tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê dagirkirin û ev bi planek navneteweyî bû. Êrîşa li ser Kobanê li ser esasê lihevkirina dewletên navneteweyî bû. Dewleta tirk bû çavkaniya piştgiriyê ya ji DAIŞ'ê re heta ku karibe terorê derbasî axa Sûriyeyê bike. Gelek şer bi destên hêzên hegemonîk pêk tên. Xwestin di Şoreşa Rojava de bi awayekî cuda şer bikin, ew jî bi rêya şerê biyolojîk û belavkirina hin nexweşiyên di nav civakê de bû, di heman demê de pêşxistina Îslama Radîkal bû."
 
'Di Kobanê de xwestin derbeyekê li projeya xweseriyê bidin'
 
Di nav gotinên xwe de Mûşîra bi lêv kir ku bi êrîşên li ser Kobanê re xwestin derbeyekê li projeya Netewa Demokratîk bixin û bi taybet hilweşandina sîstema xweseriyê û wiha da pê gotinên xwe: "Di dema ku Rêveberiya Xweser xweseriya xwe li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di sala 2014'an de ragihand, piştî wê bi çend mehan êrîşên li ser Kobanê pêk hatin. Ev jî tê wateya ku dixwestin derbeyekê li projeya Netewa Demokratîk bixin û nehêlin Rêveberiya Xweser sîstema xwe ava bike. Li ser bingeha ku fikrê azadî û qebûlkirina hemû pêkhateyên civakê tune bikin, ev êrîş pêk hat. Armanca hêzên hegemonîk ew bû ku Kobanê bixin bin serweriya xwe, ji ber yekem ji bajarên ku Rêber Apo derbasî bûye, Kobanê bû. Kobanê bû navenda belavbûn û pêşketina fikra Netewa Demokratîk. Lewra xwestin derbeyekê li Kobanê bidin. Bi erêkirina hemû dewletên cîhanê şerê Kobanê pêk hat."
 
'Kobanê di dîrokê de bû kelha berxwedanê'
 
Di dawiya gotinên xwe de Mûşîra teqez kir ku bi berxwedana gel û şervanan Kobanê hate rizgarkirin û wê hemû deverên dagirkirî jî bi vê berxwedanê bê rizgarkirin û got: "Bi berxwedana gel û şervanan şerê DAIŞ'ê li Kobanê bi bin ket û hemû planên hêzên hegemonîk jî têk çûn. Eynî berxwedana ku di Kobanê de hatiye pêşxistin wê li hemû deverên dagirkirî jî ev berxwedan pêş bikeve û ji çeteyên dewleta tirk bên rizgarkirin û carek din wê van planên ku tên meşandin têk herin. Di Kobanê de gelek efsaneyên dîrokî hatin nivîsandin û bû dîrokek ji qehremantî û têkoşîna Gelê Kurd. Kobanê di nav xêzikên dîrokê de bû kelha berxwedanê."