Ji bo meşa Sîlopiyê bang: Ji bo jiyana azad divê em dengê xwe bilind bikin

  • 09:08 30 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
WAN - Li Sîlopiyê di 6’ê Mijdarê de li dijî bikaranîna çekên kîmyewî wê meşek pêk bê.  Jinan ji bo tevlibûna meşê bang kirin û diyar kirin ku ev meş di heman demê de wê bi armanca protestokirina tecrîd û binpêkirinên mafan yên li girtîgehan pêk bê.
 
Bertekên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî yên ku bi hevkariya Tirkiye û PDK’ê li hember herêma Zap, Avaşîn û Metîn ya Herêma Federal a Kurdistanê pêk hatiye, didomin. Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî wê di 6’ê Mijdarê de li Sîlopiya ya Şirnexê meşek pêk bê. Hem ji bajarên Kurdistan hem jî ji bajarên din wê tevlibûn pêk bê û der barê meşê de bang jî tên kirin.
 
Hevsereoka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Wanê Şengul Polat da zanîn ku bikaranîna çekên kîmyewî sûcê mirovahiyê ye û wiha daxuyand: “Li her du alî şerek hebe bi bikaranîna çekên kîmyewî rumeta mirovahiyê  tê binpêkirin. Bikaranîna çekên kîmyewî li dijî ahlaq û jiyana mirovahiyê ye. Ne tenê mirovan hemû zindiyan tune dike.”
 
‘Li dijî madeyên kîmyewî meşa mirovahiyê’
 
Şengulê di berdewamiyê de wiha vegot: “Meşa me ya Sîlopiyê li dijî çekên kîmyewi ye. Bi salane şerekî ku didome heye. Ev tê wateya binpêkirina rumeta mirovahiyê. Ev meşa mirovahiyê ya li dijî bikaranîna çekên kîmyewi ye. Em ê li wê jî îtîraz bikin. Meşa Sîlopiyê  wê meşa îtîraza li dijî  çekên kîmyewî be.”
 
‘Divê her kes tevli meşê bibe’
 
Şengulê wiha dawî lê anî: “Ev meş di heman demê de li dijî polîtîkayên tecrîdê ya bandor li ser civakê kiriye jî. Meşa Sîlopiyê meşa der barê  têkoşînê de ye. Divê her kes li dijî van pêkanînên li dijî rûmeta mirovahiyê dengê xwe bilind bike û hemû kes tevli meşê bibin.”
 
Em vê êrîşa dijhiqûqî qebûl nakin
 
Hevseroka Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUHAY-DER) Edîbe Babur jî bal kişand ser meşa Sîlopiyê û got ev meş berteka li dijî bikaranîna çekên kîmyewiye û wiha daxuyand: “Bikaranîna çekên kîmyewî bi tu awayî nayê qebûlkirin. Em êrîşên li hember gelê Kurd qebûl nakin. Hemûkesên xwedî wijdan divê tevli vê meşê bibin. Gelo wê heta kengê zarokên me bimirin.  Wê  heta kengê bi çekên kîmyewî êrîş bikin. Em vê êrîşa dijhiqûqî qebûl nakin.”
 
'Divê em ji bo jiyanek azad dengê xwe bilind bikin’
 
Edîbeyê dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Em li dijî çekên kîmyewî, binpêkirina mafan ya li girtîgehan û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û gelê Kurd bang li hemû kesî dikin; Hemû kesên ji xwe re dibêjin ez mirovim divê dengê xwe bilind bike. Em hemû kesî vexwendiyê meşa 6’ê Mijdarê de li Sîlopiyê pêk tê dikin.”