‘Qanûna sansûrê nikare heqîqetê veşêre’

  • 09:04 29 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
Sema Çaglak
 
ŞIRNEX - Jinên Şirnexê bertek nîşanî qanûna sansûrê dan û diyar kirin û gotin: “Qanûna sansûre nikare fikr û ramanên gel asteng bike û heqîqetê veşêre. Em ê hertim li dijîî zext, zilm û zordestiyê dengê xwe bilind bikin.”
 
Pêşnûmeqanûna ku AKP û MHP’ê wek ‘qanûna têkoşîna bi dezenformasyonê’ û rêxistinên çapemeniyê jî wek ‘qanûna sansurê’ binav dikin, di 14’ê cotmehê de li Lijneya Giştî ya Meclîsê hat qebûlkirin. Li dijî qanûna sansûrê bertek û nerazîbûn her diçe zêdetir dibin. Jinên Şirnexê bertek nîşanî qanûna sansûrê dan.
 
Ji jinan Endama Meclîsa Giştî ya Bajêr a Şirnexê Zozan Aykut, diyar kir  ku armanca vê qanûnê pêşîlêgirtina li bertekên gel yên  li dijî polîtîkayên desthîlatdariyê ye û got: “Qanûna Sansûrê ku pêşiya gelek tiştan digire bi dengên AKP’ê û MHP’ê ji meclisê derbas bû. Jixwe bi salan e zexteke mezin li ser fikr û ramanên gel  hebû. Bi taybetî jî Gelê Kurd ji vê yekê para xwe digire. Li dijî Gelê Kurd zilm û zordestiyek mezin heye. Yên ku li dijî vê zilmê derng derdixin tê xwestin bi vê qanûnê bên bêdengkirin .Gava bûyerek li ser medyaya dîjîtal hate belavkirin gel dikare fikr û ramanên xwe derbarê wê de  bîne ziman û bertekên xwe nîşan bide. Lê belê bi vê qanûnê parvekirina nerîna gel jî tê astengkirin.”
 
‘Qanûna sansûrê nikare heqîqetê tarî bike’
 
Zozan, destnîşan kir ku qanûna sansûrê li ser kar û xebatên çapemeniya azad astengiyek mezin e û got: “Çapemeniya kurd herdem bi sansûr û êrîşan re rûbirû dima. Lê bi vê qanûnê dixwazin van pêkanînên xwe mafdar derxînin. Em vê qanûnê qebûl nakin û li dijî fikr û ramanên xwe êrîşek mezin dibînin. Qanûnasansûre nikare rastiya fikr û ramanên gel asteng bike. Em ê hertim li dijîî zext, zilm û zordestiyê dengê xwe bilind bikin.”
 
‘Dixwazin dengê jinan qût bikin’
 
Hevseroka HDP’ê yê navenda Şirnexê Zeynep Saglocak jî daxuyand ku qanûna sansûrê zêdetir  bandorê lê jinan dike û wiha axivî: “Bi vê qanûnê dixwazin dengê jinan jî qût bikin û dengê wan dernekeve. Ji ber vê jî em qanûna sansûrê qebûl nakin û wek jinan li dijî vê bêhiqûqiyê dengê xw bilind dikin. Ev qanûn çiqas ji meclîsê derbas bibe jî em em qabûl nakin ji ber ku  qnaûna ji bo qutkirina dengê gel hatiye derbaskirin e.”
 
‘Tu hêz nikare dengê me qût bike’
 
Zeynep, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tirkiyê ji her aliy, ve di nav kaos û aloziyek mezin de ye. Bi vê qanûnê jî hem veşartina  pirsgirêkan hem jî rewakirina van pirsgrêkan tê armanckirin. Li Tirkiyê her roj li jinan tundî, tacîz tê kirin  û jin tên qetilkirin. Ji bo ku dengê jinan neyê bihîstin ev qanûn hate derxistin. Li girtîgehan li girtiyan îşkence tê kirin, ji bo ku dengê girtiyan neyê bihîstin ev qanûn derxistin. Ji vê qanûnê herî zêde çapemeniya muxalîf û azad bi bandor dibe ji ber ku dibe dengê jin, girtiyan û bi giştî civakê  Heta ku ji  me bê em ê li dijî van binpêkirin û êrîşan dengê xwe derxînin. Tu hêz nikare dengê me qût bike. Beriya vê qanûnê jî ev hemû astengî û êrîşên li ser çapemeniya azad hebûn û bi vê qanûnê re ev êrîşên xwe rewa kirin. Dixwazin dengê me qut bikin. Em ligel çapemeniya azad in û heta ji me tê em ê dengê xwe bilind bikin.”