Salîha Aydenîz: Bêdengiya NY û sendîkayan ji bo êrişên Tirkiyeyê dibe hêz

  • 09:02 29 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
Derya Ren
 
AMED - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz têkildarî sûcên şer ên dewleta tirk ên li gel hevkariya PDK’ê dike, nirxandin kir û got: “Tirkiye ji bo sînorên Mîsaqî Mîllî her cure êriş li ser kurdan da meşandin. Her ku di êrişên xwe de bi ser neket rêbazên dijmirovahî, weke kîmyabaranê da meşandin. Bêdengiya Netewên Yekbûyî, komeleyên mafê mirovan û bi taybetî jî OPCW’ê hêzê dide Tirkiyeyê. Em baş dizanin ku berjwendiyên wan jî di vî şerî de heye û çavê xwe li wehşeta heyî digirin.”
 
Dewleta tirk ji 17’ê Nîsanê ve li herêmên parastina Medyayê êrişan didin meşandin.  Bîlanço û texrîbatên êrişa ku demek dirêj e berdewam dike her roja diçe zêde dibe. Di derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de delîl hatin komkirin û herî dawî jî li gor dîmenên li ser medyaya dîjîtal hatin parvekirin, ji bo bikaranîna çekên kîmyewî bûn delîlên şênber. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)  Salîha Aydenîz têkildarî mijarê nirxandin kir.
 
‘Li ser bingeha tunekirina kurdan xwe saz kirin’
 
Salîha Aydenîz têkildarî êrişên dewleta tirk ên li dijî hemû destkeftiyên kurdan tê meşandin nirxandin kir. Salîha bi van gotinan dest bi axaftinê kir: "Sala pêşiya me salvegera avakirina kovara Tirkiyeyê û di heman demê de bidawîbûna Peymana Lozanê ye. Di Peymana Lozanê de bi armanca tunekirina hebûna Kurdan, Kurdistan hate parçekirin. Li pişta vê biryarê dewletên navneteweyî hebûn. Bi heman armancan di vê sedsalê de jî ketin nava hewldanan. Girêdayî vê bernameya em pê dizanin tifaqa AKP-MHP’ê li ser bingeha armancên tunekirina Kurdan û bi wê re avakirina Komara Tirkiyeyek nû kir armanca xwe. Xeyalên wan sînorên Osmanî ye. Ji bo sînorên Mîsaqî Mîllî Tirkiye ev rol girtiye ser xwe. Bê guman ev rol ji aliyê Nato, dewletên navneteweyî, Ewropayê ve hatiye dayîn û ji meha Nîsanê ve li ser Kurdistanê êrişên dijwar bê navber tên meşandin. Her ku em ber bi dawîbûna Peyaman Lozanê ve diçin ew şerê xwe kûrtir dikin.”
 
‘Ji xwe re sedeman ava dikin’
 
Salîha asta êrişên dewleta tirk gihiştiyê destnîşan kir û got: “Gelek car in bi delîlan bikaranîna çekên kîmyewî dikeve rojevê. Ji bo astengkirina kîmyebaranê ji her aliyî ve kurdan bertek nîşan dan û daxwaza lêkolînkirinê kirin. Pêwîst bû ku demlidest şande hatiban amadekirin û ji bo lêkolînê hatiban payedarkirin. Lê belê heya niha di vê mijarê de gav nehatin avêtin. Îktidara AKP- MHP’ê li ser alozî, neçareserkirina pirsgirêka kurd, avakirina nîjadperestiyê hebûna xwe diparêze. Ji bo vê jî di serî de polîtîkayên tecrîd û şer weke riya serkeftinê daye pêşiya xwe û her ku diçe kûrtir dike. Bikaranîna çekên kîmyewî jî asta van êrişên wan dide xuyakirin. Ji derve ev êriş û di navxweyî de jî bi operesyonên siyasî, polîtîkayên tecrîd, qeyûm, bişavtin, tunehesibandinê û avakirina aloziyan re hewl dide bigihêje armanca xwe. Ji bo li ser îktidarê bimîne tu sedem nemane lê belê bi van polîtîkayan re ji xwe re sedeman ava dike.”
 
‘Bikaranîna çekên kîmyewî ji bêçaretiya wan e’
 
Saliha bi lêv kir ku li dijî van êrişan hertim Gelê Kurd nasnameya xwe û hebûna xwe parastin. Salîha diyar kir ku her roja diçe ev serhildana li hemberî êrişan mezin dibe û wiha berdewam kir: “Gelê Kurd tucar serî netewand û li hemberî êrişan serhildana xwe mezin kir. Êriş çiqas mezin bûn, ewqas jî serhildan mezin bû. Ev têkoşîna kurdan ne tenê ji bo xwe, ji bo aramiya Rojhilata Navîn e û ji bo mirovahiyê ye. Têkoşîna li Rojhilata Navîn li dijî DAIŞ’ê hatiye dayîn ji bo vê gotina me tenê mînakek e. Dewleta tirk a ku bêtehemuliya wê ya binketinê zêde dibe, dizane pêş nakeve, vê carê bi kîmyabaranan şansa xwe diceribîne. Bikaranîna van çekan bêçaretiya wan dide xuyakirin. Bikaranîna van çekan li hemû deverê cîhanê sûc e. Saziyeke bi navê OPCW'ê ku li hemberî van çekan hatiye sazkirin heye. Dewleta tirk di nav de dewletên navneteweyî jî li dijî bikaranîna çekên kîmyewî peyman îmze kirine. Lewra sekna van dewletên navneteweyî û ya OPCW’ ya li hember van bûyeran, hêzê dide dewleta tirk. Ruxmî ewqas delîl û daneyan, dîmenên herî dawî derketine jî deng derneketin. Gelê Kurd bi rojan e li ser lingan e. Cardin jî weke ku ji bûyeran ne berpirsyar in xwe dûr dixin.”
 
‘Çi dibe bila bibe, bibin deng’
 
Salîha girîngiya deng derxistinê anî ziman û got pêwîst e çi dibe bila bibe, deng were derxistin. Salîha bi lêv kir divê bi dengê xwe em lîstokên li ser Rojhilata Navîn têne meşandin vala derbixin û wiha berdewam kir: “Dewletên navneteweyî ji ber berjwendiyên wan di nav de hene bêdeng dimînin, yan jî piştgiriyê didin Tirkiyeyê. Pergala Gelê Kurd pêş xistiye û di Rojhilata Navîn de bûye nimûne li dijî sîstema kapîtalîst weke gefekê tê dîtin. Ji bo vê pergalê ji holê rakin, nimûne bikaranîna çekên kîmyewî rewa dibînin. Ji bo valaderxistina van bernameyan bangewaziya me bû, dengderxistin. Bi taybetî jî saziyên ji bo mafê mirovahiyê têkoşînê didin lazim e bêdeng nemînin. Ji bo vê jî wê bengewazî û çalakiyên me berdewam bikin. Ji bo armanca xwe dewleta tirk hemû rêbazên ku sûcên şer in jî bi awayekî wekî rewa be bikar tînin. Ji ber bêdengî û sekna hêzên din jî jixwe bawer gav diavêje.”
 
‘Yên xayîntiyê dikin sûcdarên herî mezin in’
 
Salîha êrişên li Başûr tên meşandin nirxand, bal kişand ser helwesta PDK’ê û bi van gotinan şîrove kir: “Çiqasî em qala dewletên navneteweyî dikin jî yên yekem werin rexnekirin jî PDK bi xwe ye. Malbata Barzanî ya di vê ferqê de ye ji bo êrişên tên kirin piştgiriya herî mezin dike. Nêzîkatiya wan dide nîşakirin ku dijminatiya destkeftiyên kurdan dikin û roleke girîng di dagikeriyê de dilîzin. Divê ne bedengî berteka herî mezin ji PDK’ê bi xwe derketiban. Lê belê sekna wan ne ya parastinê ye. Kes an jî şandeyên ji bo lêkolîna çekên kîmyewî çûn Başûr hatin astnegkirin. Li gel wê rûpoşên ji bo ewlehiya li hember çekên kîmyewî jî ji aliyê PDK’ê bi xwe ve hatin desteserkirin. Li her deverê baregehên leşkerên tirk hene. Weke ku axa Tirkiyeyê be bi awayekî azad dewleta tirk bi kar tîne. Dihok, Hewlêr, Kerkuk, Silêmanî û bajarên din di bin tekelê wan de mane.”
 
‘Divê em bibin deng’
 
Salîha diyar kir ku herçiqas armanc weke PKK nîşan bidin jî ew şerê tunekirina gelê kurd e. Salîha got divê bi vê hesasiyetê lê were temaşekirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me qala polîtîkayên berfireh ên li hemû parçeyên Kurdistanê didin meşandin, kirin. Ev li ber çavan e û armanca wan a esasî nîşanî me didin. Li dijî statuya kurdan çi ji destê wan tê dikin û divê îro hewldanên me yên li hemberî vê zêdetir bin.  Heyanî saziyên bi van karan re mijûl dibin serlêdanê nekin em ê di çalakiyan de bin. Pêwîst e tiştê pêwîst were kirin.”