'Bila gelê me li hember zextên li girtîgehan bes bêdeng bimîne'

  • 09:05 27 Cotmeh 2022
  • Rojane
Rojda Aydin 
 
AMED -  Girtiya bi navê Hatîce Kaymak a ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Tarsûsê girtî bû, bi awayek kêyfî sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Tîpa L ya Alanyayê hat kirin. Di dema sirgûnê de Hatîce bi îşkence û gefan re rû bi rû hatiye hîştin. Xwîşka Hatîce, Rojda Kaymak bertek nîşanê rewşê da û bang Gelê Kurd kir ku xwedî li girtiyan derkevin û vê bêdengiyê bişkînin.     
 
Li girtîgehên Kurdîstan û Tirkiyeyê îşkence, gef û binpêkirinên mafan her ku diçe zêde dibin. Ji van girtîgehan yek jî Girtîgeha Jinan a Tarsûsa Mêrsînê ye. Hat hat diyarkirin ku girtiyên bi navê  Hatîce Kaymak û Kumrî Tokay ku li girtîgeha Tarsûsê girtî ne, hefteya borî hatine sirgûnkirin. Hate diyarkirin ku Hatîce Kaymak sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Tîpa L ya Alanyayê û Kumrî Tokay jî sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bunyana Kayseriyê hatiye kirin. Herdu girtiyên jin ku bi awayek kêyfî hatin sirgûnkirin, hat aşkerakirin ku îşkence jî li wan hatiye kirin.
 
Xwîşka Hatîce Kaymak, Rojda Kaymak der barê mijarê de axivî.
 
Rojda, anî ziman ku 9 sal ceza li xwîşka wê hatiye birîn û ev 6 sal in girtiye û wiha got: “6 meh maye ku cezayê wê xilas be û tahliye bibe. Xwîşka min Hatîce di Girtîgeha Girtî ya Jinan a Tarsûsê de girtî bû û ji wir sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Tîpa L ya Alanyayê hat kirin. Dema bi telefonê bi me re axivî dengê wê zêde baş nedihat. Dema ku ew û bi hevalekê xwe re hatiye sirgûnkirin bi îşkenceyê re rû bi rû hatiye hîştin. Di heman demê de dema ku xwîşka min sirgûnê girtîgeha Alanyayê hat kirin bi tundiya fîzîkî û derûniyê re rû bi rû maye. Her wiha bi telefonê dema ku bi me re axivî got di qawişekî de 15 jin dimînin. Hefteya borî roja pênceşê li me geriya û van tiştan got. Dema ku diaxivî me dengê wê nas nekir. Ji ber ku dema diaxivî dengê wê dihat birîn. Dema ku behsa îşkenceya lê hatibû kirin, dikir dengê wê dihat qûtkirin.”
 
'Hindik mabû cezayê wê xilas bibe...' 
 
Rojda, da zanîn ku xwîşka wê dema ku sirgûnî girtîgeha Alanyayê hatiye kirin rastî gefên rêvebiriya girtîgehê maye û wiha domand: “Midûrê girtîgehê ji xwîşka min re gotiye ‘em ê we tîmar bikin. Hûn terorîst in. Bi zanebûn we şandin li vê derê’. Bi van gotinan gefan li xwîşka min didin xwarin. Xwîşka min bertek nîşanê axaftina wan dide û dibêje bi navê me bang li me bikin. Ne bi tenê li wê girtîgehê her wiha di hemû girtîgehan de îro ev zilm û zext tê meşandin. Lê girtiyên ku îro di nava çar dîwaran de tên girtin nikarin dengê xwe ragihînin civakê. Em ê jî di şexsê xwîşka xwe de bibin dengê girtiyan. Bila êdî gelê me vê bêdengiyê bişkîne û rabe li ser piyan. Xwîşka min di destpêkê de girtîgeha Amedê de bû piştre sirgûnê girtîgeha Tarsûsê hat kirin. Lê ji wir jî sirgûnê Alanyayê hat kirin. Hindik mabû ku cezayê wê xilas bibe. Lê belê ligel vê yekê rabûn sirgûn kirin. Bi vê sirgûnê xwestin di aliyê derûniyê de bandorê malbatê bikin. Lê belê ew çi dikin bila bikin em ê hertim xwedî li girtiyan derbikevin.”
 
‘Dema ku hat sirgûnkirin rastî îşkenceyê maye’
 
Rojda, destnîşan kir ku xwîşka wê dema ku di girtîgeha Tarsûsê de girtî bûye her roja şemiyê bi rêya telefonê li wan digeriya û axivî: “Lê roja pênceşê me geriya û ji me re got ‘dê me sirgûn bikin.’ Lê wê jî nizanibû ku sirgûnê ku derê bê kirin. Hefteyekê me bi tu awayî agahî ji nikaribû ji xwîşka xwe bigirin. Piştre me lêkolîn kirin ku sirgûnê Alanyayê hatiye kirin. Dema ku me rêvebiriya girtîgehê geriya bersiv dida lê belê deng dernedixistin. Ji ber wê jî em gelek ketin nav fikaran. Xwîşka min roja duşemê li me geriya û bi me re axivî.  Lê belê ji ber telefon dihat birîn me zêde jê fêm nedikir. Ligel îşkenceyê jî got ‘morelê min başe, hûn li xwe baş binerin û xwe xemgîn nekin’ Dema ku sirgûnê Alanyayê tê kirin bi îşkenceyê re rû bi rû maye. Li girtîgeha Alanyayê rastî tundiya derûnî hatiye.”
 
‘Gelê Kurd bila vê bêdengiyê bişkîne’
 
Rojda, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku li hemû girtîgehan li hember girtiyan gef tê xwarin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em xwedî girtîgehan derbikevin. Gelê Kurd divê bê bêdengiyê bişkîne. Ew kesên girtî ji bo mafê gelê xwe di nava çar dîwaran de tên girtin. Ger ku em xwedî girtîgehan derbikevin û bibin dengê wan wê demê em ê ji vê îşkenceyê re bikaribin bêjin êdî bes e.”