Dayikên Aştiyê: Her kesê bêdeng sûcdar e

  • 09:04 27 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
COLEMÊRG - Dayikên Meclîsa Aştiyê ya Geverê bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî ya li hember herêma Federal a Kurdistanê ku ji aliyê Tirkiyeyê ve pêk hatibû dan wiha gotin: “Em hemû kesên hevkarê vî şerî şermezar dikin. Hemû kesên bêdeng sûcdar in.”
 
Tirkiye bi hevkariya Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) li Başûrê Kurdistanê, li hember Zap, Metîna û Avaşîn di 23’yê Nîsana 2021’ê de êrîş dan destpêkirin û salek şûnde di 17’ê Nîsanê de gihandin astek dijwar. Di van 6 mehan de  gelek caran hat rojevê ku çekên kîmyewî tê bikaranîn. Li gorî  nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), Tirkiyeyê 2 hezar û 46 caran çekên kîmyewî bi kar aniye. 
 
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Geverê der barê mijarê de bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku hemû kesên li dijî vê bêdeng in sûcdar in.
 
‘Yên hatine qetilkirin zarokên me hemûyan e’
 
Zahîde Şen da zanîn ku bi salan e li hember gelê Kurd çekêm kîmyewî tên bikaranîn û bêdengiyek li hember vê heye û wiha got: “Bikaranîna çekên kîmyewî li cîhanê qedexe ye. Lê li hember gelê Kurd pêk tên. Zarokên me bi çekên kîmyewî qetil dikin. Gelo wijdanê wan çawa vê dike? Dîmenên bikaranîna çekên kîmyewî me hemûyan dît. Lê înkar dikin. Em vê qebûl nakin. Bila hemû cîhan rabin ser piyan. Yên hatine qetilkirin zarokên me hemûyan e.”
 
‘Dengê me nabihîzin’
 
Zahîdeyê bi lêv kir ku bi salan e zilm û îşkence li gelê Kurd tê kirin û wiha pê de çû: “Nikarin şer bikin, çareyê di çekên kîmyewî de dibînin. Hemû dewlet bêdeng mane. Gelo qet wijdanê wan ne rehet nabe? Gelo van tiştan nabînin? Yên bi çekên kîmyewî hatine qetilkirin zarokên me ne. Tu mafê wan tune ye zilmê li me bikin.”
 
‘Hemû kesên bêdeng sûcdar in’
 
Zahîdeyê wiha dawî lê anî: “Li Zap, Avaşîn û Metînayê operasyon didomin. Cerdevan û nobedarên li wir şer dikin bila çekên xwe deynin û bên. Ger wijdanê wan hebe wê wisa bikin û li hember zarokên me şer nekin. Gelo bi çekên kîmyewî ji kengê de ye şer tê meşandin. Bikaranîna çekên kîmyewî sûc e û hemû kesên bêdeng hevkarên sûc in.”
 
‘Îxaneta mezin Barzanî kiriye’
 
Emîne Engudar jî bertek nîşanî rewşê da û got berpirsê van operasyonan PDK ye û wiha dawî lê anî: “Malbata Barzanî bi sedsalan e di qetilkirina Kurdan de para wan mezin e. Îxaneta herî mezin Barzanî li Kurdan dike. Ji ber riya şer ew li dewleta tirk vedike. Bila destên xwe yên qirêj ji ser zarokên me hilînin. Wê mafê zarokên me ji Barzanî re nemîne. Em dixwazin demildest aştî pêk bê.”