Desthilatdarî û Maseya 6’an di heman polîtîkayê de tên gel hev

  • 09:03 27 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Çîlem Kuçukkeleş da zanîn ku serokomar jî maseya 6’an jî li hember elewiyan di heman polîtîkayê de dibin yek û got sedema dijminahiya desthilatdariyê ya li hember elewiyan ev e ku elewî bi jinan re dimeşin. 
 
Serokomar Tayyîp Erdogan  li Dergaha Şahkulu Sultan di 7’ê cotmehê de di Merasîma Vekirina Komî û Avêtina Hîmên Mala Cemê de diyar kir ku wê Serokatiyên Mala Cemê ava bikin û lêçûnên Mala Cemê Ew bidin, kadroyê bidin kesên bin bana serokatiya Mala Cemê.  Saziyên elewî diyar kirin ku ev pergala qeyûmtiyê ye.
 
Ji Komîsyona Bawerî û Gelan a dema berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Çîlem Kuçukkeleş der barê mijarê de nirxandin kir.
 
Çîlemê da zanîn ku AKP 2 sale mudaxaleyê saziyên elewî dike û  bi gotinên ‘Elewitiya Bê Elî’ Elewitiyê jinûve tasvîr dike û got: “Serokomar dibêje ‘ez wek Alî biçim mizgeftê herî zêde ez Elewî me’ Em dinêrin ku ji me Aliyê me vedibêje. Ger serokomar li Alî biçe wê demê em lê naçin. Em Alî esasa mezin a Elewitiyê dibînin.”
 
‘Dewlet li gorî xwe elewiyan diafirîne’
 
Çîlemê destnîşan kir ku  AKP der barê elewiyan de 7 komxebat pêk anîn û wiha bi lêv kir: "Encamên ku peywirê didin elewiyan derxistin. Gotin ‘Xwe ji rêxistinên çep, marjînalan xilas bikin em di Îslamê de bên gel hev. Ewil werin vir ku em bi we re pirsgirêkan çareser bikin.’ Dewlet li gorî xwe hewl dide dîzaynekê bike. Serokomar çû serdana saziyên girêdayê Midûriyet Giştî ya Weqfan ku bi qanûna tekke û zaviyeyan ji destê elewiyan hatine girtin.  Serokomar wan deran wek cihên xwe dibîne û li gorî xwe dîzayn dike.”
 
‘Hemû partî helwesta xwe li dijî Elewiyan nîşan didin’
 
Çîlemê di berdewamiyê de balkişand ser helwesta partiyên siyasî û got: “Partiyên siyasî yên meclîsê jî wek polîtîkayek dewletê heman helwestê nîşan didin.  Ji dema Osmaniyan heta niha di kevneşopiya partiyan de partî guherîn lê helwest neguherî. Ji 1938’an heta niha bi tiştên ku li Dêrsîm, Koçgirî û Gazî hatin jiyîn eleqeya vê heye. Hinek civak bi giştî hatin tunekirin. Hinek bi koçberkirinê berdewam kirin.  AKP di bin serokatiya Wezareta Çandê de Elewiyan dike daîreyê û dibêje ez ê wan birêve bibim. Ev polîtîka demek dirêje li hember Elewiyan pêk tê. Bi vê hewl didin baweriyê tune bikin. Elewî vê rewşê wek ‘qeyûmbûnê’ vedibêjin. Em pişrgiriyê didin vê. Maseya 6’an jî heman helwestê nîşan dide. Ji bilî HDP’ê hemû partî xwedî heman helwestê ne. Ji ber HDP’ê xeta wan jî serobino kirine li hember HDP’ê bi hêrsin.”
 
‘Bendewariya elewiyan ji CHP’ê tune’
 
Çîlemê destnîşan kir ku tevî gotinên laîkbûnê yên CHP’ê, laîkbûnê bikar nayne û damezrînerê diyanetê ye û wiha dirêjî dayê: “Bendewariya elewiyan êdî ji CHP’ê tune. CHP dibêje ‘Em siyaseta nasnamê nakin.’ Ev azadiyê ji gelan re venasîne. Ev di esasê de nasnameya tune dihesibîne.  Şaredariyên CHP’ê jî dişibin yên AKP’ê.  Em dibêjin ku civaka elewî dikare bê girtin, nikare teslîm bê girtin. Civaka elewî  demokratîkbûneke giştî dixwazin.”