'Derbarê binçavkirina bi îşkence de dê gilî bikin'

  • 11:07 26 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Parêzer Şevîn Kaya, diyar kir ku dîmenên ku ji hêla emniyetê ve hatine parvekirin temaşe kirine û got: "Di dîmenan de jî xuya dike ku rojnameger bi îşkenceyê hatine binçavkirin. Ev tişt li dijî mafê mirovan e. Em ê daneyên îşkenceyê ya li ser muvekkilê xwe tespît bikin û piştre jî gilî bikin." 
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de, duh di danê sibehê de li 9 bajaran bi ser malên gelek rojnamegeran de hat girtin. Polîsan li Amedê Habîbe Eren, Derya Ren û li Qosera Mêrdînê jî Oznur Deger nûçegîhanên ajansa me binçav kirin. Nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Selman Guzelyuz li Amedê, Hakan Yalçin li Wanê, Emrullah Acar û Ceylan Şahînlî li Rihayê, Zemo Aggoz, Bêrîvan Altan û Denîz Nazlim li Enqerê, Midûra Karên Nivîsan a Ajansa MA'yê Dîren Yûrtsever li Stenbolê û Mehmet Gunhan ê ku berê stajerê MA'yê bû jî li Manîsayê binçavkirin. Her wiha nûçegîhana me Derya Ren jî di çarçoveya lêpirsînek din de hatibû binçavkirin duh hat girtin û ew şandin Girtîgeha Jinan a Amedê.
 
Her wiha polîsan duh di buroya MA'yê ya Enqerê de 6 saetan lêgerîn pêk anî û dest danîn ser arşîva ansîklopediyên rojnameya Ozgur Gundemê ya ji salên 1990'î heya16'ê tebaxa 2016’an de ku hat girtin. Her wekî din dest danîn ser rojnameyên Yenî Yaşam û rojnameya Xwebûnê jî. Di serdagirtinê de dest danîn ser wêneya rojnameger û edîtora Kovara Jinolojiyê Nagîhan Akarsel a di 4’ê cotmehê de li Silêmaniyê hatibû qetilkirin û wêneyên 16 rojnamegerên di 16’ê hezîranê de li Amedê hatibûn girtin. Her wiha dest danîn ser 5 computer, 2 hardîsk, ajandayên nîşeyên nûçeyan, telefonek, bi dehan pirtûk û kovaran. Polîsan mîkrofona MA’yê jî wek "alava sûc" hesiband û desteserkir. 
 
Dozgeriyê rojekê dema binçavkirinê ya rojnamevanan dirêj kir. Her wiha hat hînbûn ku Midûra Karên Nivîsê ya MA'yê Dîren Yûrtsever ku li Stenbolê hatibû binçavkirin û nûçegihanê MA'yê Hakan Yalçin ku li Wanê hatibû binçavkirin anîne Enqereyê. 
 
Rojnameger Zemo ya ku pitika wê ya mehek û nîv e heye jî hat binçavkirin, duh piştî 5 saet şundê dozgerî destûr da ku Zemo şîr bide pitika xwe. Dîsa di dema binçavkirinê de rojnamevan ji pişt ve hatin kelemçekirin û dirêjê li erdê kirin. Dema maşîneyan li siwar kirin îşkence li rojnamegeran kirin. Derbarê mijarê de parêzer Şevîn Kaya ji ajansa me re axivî. 
 
Şevîn, diyar kir ku duh xwestin derbarê binçavkirinan de agahiyan ji dozger bigirin lê dozger hevdîtin red kiriye. Şevîn wiha dirêjî da axaftina xwe: "Me vekaleta xwe danî û me daxwaznameyek derbarê dîtina dosyayê de pêşkeşî dozger kir. Lê belê em hîn bûn ku derbarê dosyayê de biryara sînordarkirinê hatiye dayîn. Me daxwaza belgeyên destdanînê xwest lê nehatin dayîn. Me serî li Dadgeriya Cezayê Sulhê da."
 
Şevîn, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser rojnameger Zemo Aggoz: "Pitîka wê 45 rojî ye û me daxwaz kir ku bila îfadeya wê bê girtin û bê berdan. Lê belê daxwaza me nehat qebûlkirin."
 
Şevîn, da zanîn ku hinceta binçavkirinê ji daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Emniyetê hîn bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku ji ber nûçeyên çêkirinê hatine binçavkirin. Di encama qanûna sansûr û dezenformasyonê de hatine binçavkirin. Agahî nedan parêzeran lê daxuyanî dan raya giştî."
 
Şevîn, daxuyand ku dema binçavkirina rojnamegeran ji hêla çapemeniya emniyetê ve hat parvekirin û wiha bi lêv kir: "Me wan dîmenên ku hatin parvekirin yek bi yek temaşe kir. Di dîmenan de jî xuya dike ku rojnameger bi îşkenceyê hatin binçavkirin. ji Pişt ve hatin kelemçekirin û xwestin serê wan bitewînin. Ev tişt li dijî mafê mirovan e. Em ê daneyên îşkenceyê ya li ser muvekkilê xwe tespît bikin û piştre jî gilî bikin. Em hêvî dikin ku sibê bi muvekkîlê xwe re hevdîtinê bikin."
 
Şevîn, destnîşan kir ku rojnamegerên ku hatin binçavkirin bûyerên civakî dişopînin û ji raya giştî re radigihînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dixwazin raya giştî bê agahî bihêlin. Dixwazin bi polîtîkayên xwe derdorên muxalîf bêdeng bikin. Bi rêya çapemeniyê dixwazin zextê li tevaniya civakê bikin."