'Bila Gelê Kurd xwedî li çand û dîroka xwe derkeve'

  • 09:02 26 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
Sema Çaglak
 
ŞIRNEX - Dayikên Botanê bertek nîşanê mîhrîcana muzîkê ya ku li dijî çanda Gelê Kurd e û ji aliyê hikûmetê ve te xwestin li Cizîrê were lidarxistin dan. Dayika destnîşan kirin ku bi zanebûn li Cizîrê mîhrîcaneke bi vî rengî li dar dixin û ev mîhrîcan li dijî nirxên Botanê êrîşek taybet e.
 
Li Cizîr a Şirnexê dê di 30’ê cotmehê de bi bi pêşengtiya walîtî, qeymeqamtî û qeyûmê Şaredariya Cizîrê, “Mîhrîcana Muzîkê ya Cizîrê By. Mr. Dosso Dossi” bê lidarxistin. Tê gotin ku mîhrîcan dê li Parka Mem û Zînê were lidarxistin. Bertek û nerazîbûnên li dijî mîhrîcanê her diçe zêdetir dibin. Endamên Dayîkên Aştiyê yên Botanê jî li dijî mîhrîcanê nerazîbûnên xwe nîşan dan û diyar kirin ku bila Gelê Kurd xwedî li çand û dîroka xwe derkeve..
 
Gulîstan Hezer, diyar kir ku Cîzîra Botan bi dewlemendiya dîrok û çanda xwe tê nasîn û wiha axivî: “Cizîra Botan cihê bapîr û dapîrên me ye. Mîrateya Mem û Zînê ye ku ji me re hatiye hiştin.   Em naxwazin tu kes were li ser çand û kevneşopiya me ji xwe re mîhrîcên li dijî çanda me li dar bixe.  Bila gelê me bi wan nexape. Bi sedan salan in Cizîra Botan bi çand û kevneşopiya xwe tê nasîn.  Ev çanda ku li me ferz dikin ne ya me ye. Çanda me ji nedîtî ve tên û dixwazin ku çandeke din li me ferz bikin.”  
 
‘Bi zanebûn mîhrîcaneke bi vî rengî li cizîrê li dar dixin’
 
Asîye Tay jî destnîşan kir ku bila tu kes li dijî nirxên gele Botanê şahîyan çênekin û wiha bertek nîşan da: “Ez bang li ciwanan û gelê me dikim ku bila tevli vê mîhrîcanê nebin. Ev şahî ne çanda me ye. Bila tu kes li dijî nirxên gele Botanê şahiyan li dar nexwe. Ev mîhrîcan xapandina gelê me ye û divê tu kes di bin navê çandê de neyên xapandin. Bi zanebûn li Cizîrê ev mîhrîcan tê lidarxisitn.  Nav û dengê çand û dîroka Cizîra Botan heye. Dixwazin bi van mîhrîcanan ciwanên kurd tevlî xwe bikin û çanda me tune bikin.”
 
‘Li dijî gele Botanê êrîşek mezin e’
 
Emîne Alkiş jî diyar kir ku ev mîhri^cana ku dixwazin li parka Mem û Zînê çekin dilê dayikan dişewitîne û got: “Hem li dijî çanda Botanê hem jî li dijî nirxên civaka kurd bêrêzî û êrîşek mezin e. Em van qebûl nakin û şermezar dikin. Mirovên ku li pey çand û zimanê xwe bin wê tevlî van bernameyên qeyûm nabin.”
 
‘Divê ev mîhrîcan negihêje armanca xwe’
 
Emîne Ozek jî daxuyand ku divê ev mîhrîcan negihêje armanca xwe û got: “Em di pêvajoyek dijwar re derbas dibin. Bi her aliyê ve li ser gelê me cûrbecûr êrîş pêk tên. Mîhrîcana ku li parka Mem û Zînê dê bê kirin hem ji aliyê navê xwe ve hem jî ji bo ku di qedexeyê de cenazeyên zarokên me xistin bin wê parkê bêrêziya li dijî gelê me ye û bêrêziyeke mezin e.  Em dayikên Botanê li hemberî van êrîşên taybet bang li kurdan dikin ku li çand û dîroka xwe xwedî derkevin. Çawa ku mîhrîcana li Sûra Amedê negihaşt armanca xwe wê ya li Cîzrîrê jî negihêje armanca xwe.”
 
‘Ji komkujîyên li dijî Botanê re bes e’
 
Herî dawî jî Taybet Tatli axivî û diyar kir ku yên tev li mîhrîcanê bibin bila ji wîjdana xwe fedî bikin û got: “Yên ku tevlî vê mîhrîcanê bibin. divê ji jêrzemînên Cizîrê fedî dikin, ji  Dayika Taybet Înan Fedî bikin û Pakize Nayir, Sêve Demîr û Asya Yuksel fedî bikin. Bila ji dewlemendiya çand û dîroka xwe fedî bikin û tevli mîhrîcaneke li dijî çanda xwe nebin. Çanda ku li me ferz dikin ji çanda me gelek dûr e. Ji van qirkirinên li ser axa Botanê re bes e."