Çîçek Otlu: Li Amasra gaza metan li Kurdistanê kîmyasal

  • 09:05 25 Cotmeh 2022
  • Ramyarî
Marta Somek
 
STENBOL - Berdevka Giştî ya SKM’ê Çîçek Otlu da zanîn ku bi dîmenan hatiye dîtin ku hikûmeta Tirk çekên kîmyewî bi kar tîne. Çîçekê helwesta tevgera çep a kekdar ku ev wek îdia nirxand jî rexne kir û got li dijî faşîzmê divê em ligel kesên têdikoşin cih bigirin.
 
Tirkiyeyê bi piştgiriya Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) li hember herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên li Başurê Kurdistanê bi çekên kîmyewî êrîş pêk anîbû û 17 endamên HPG û YJA STAR’ê jiyana xwe ji dest dan û Ajansa Nûçeyan a Firatê nasnameya 17 heban aşkera kir. Piştre jî dîmenên du endamên HPG û YJA STAR'ê ku bi çekên kîmyewî hatine qetilkirin parve kir.
 
Piştî dîmenan li dijî bikaranîna çekên kîmyewî di serî de li Kurdistan û gelek deverên cîhanê gel daketin kolanan û bang kirin ku saziyên navneteweyî bikevin tevgerê. 
 
Li şûna lêkolînê lêpirsîn
 
Li ser bertekan rayedarên tirk neçar man daxuyanî bidin û dîmen înkar kirin û îdia kir ku çekên kîmyewî bi kar neanîne.  Seroka Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci ku li ser dîmenan nirxandin kir da zanîn ku ger îdayek hebe jî divê bi awayekî bandor bê lêkolînkirin û lêpirsînkirin.Piştî vê serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi lez der barê Şebnemê de lêpirsîn vekir.
 
Berdevka Meclîsên Jinan a Sosyalîst (SKM) ya Partiya Sosyalist a Bindestan(ESP) Çîçek Otlu bikaranîna çekên kîmyewî ya bi hevkariya Tirkiye û PDK’ê pêk hatiye nirxand.
 
Çîçekê da zanîn ku bikaranîna çekên kîmyewî cara yekem pêk nehatiye û got: “Fazîm ji bo bindest û muxalîfan teslîm bigirin dem bi dem çekên kîmyewî bi kar anîne. Di demên şerên emperyalîst de bi taybet li Almanyayê faşîzma Hîtler, DYA’yê li Hîroşîma û Vîetnamê çekên kîmyewî bikaranî. Dema mirov dinêrin li hember kesên têdikoşin ev pêk hatiye. Li Başûrê Kurdistanê li hember gerîla çekên kîmyewî cara yekem nehatiye bikaranîn. Bi salan berê me li Bakurê Kurdistanê jî dît. Li Geliyê Kazan 2021’ê de 36 gerîla bi çekên kîmyewî hat qetilkirin. Li Iraqê rejîma Saadam di komujiya Halepçeyê de bikaranî. Di 19’ê Kanûna 2000’î de di serî de li girtîgeha Bayrampaşa ji bo girtiyan teslîm bigirin hatin bikaranîn.”
 
‘Ji sala 2018’an heta niha zêde bikar tînin’
 
Çîçekê ev tişt got: “Ji 2018’an heta niha li hemberî HPG’iyan zêde tê bikaranîn. Ji Meha Nîsanê heta niha dewleta Tirk li Zap Avaşîn şerekî newekhev dimeşîne. Vî şerî qirêj polîtîkayên binpêker  bi bikaranîna çekên kîmyewî baş nîşan daye. Di peymana Cenevre û peymanên navnetewî de bikaranîna kîmyewî sûcê mirovahiyê tê qebûlkirin. Lê li Başur û Bakur bikaranîna van sûc nayê qebûlkirin. Ez bêdengiya li hember vê rewşê jî rexne dikim.”
 
‘Dîmen wek delîlên şênber hatin pêşkêşkirin’
 
Çîçekê balkişand ser dîmenên hatine weşandin û got ev dîmenên sûc bi awayekî şênber tespîta wê dike û wiha daxuyand: “Yên li dijî vî sûcî niha dengê xwe bilind dikin partî, hêz, rêxistin û kesên têkoşîna azadiya netewî ya kurd diparêzin banga têkoşîna li dijî bikaranîna çekan a ji aliyê Tirkiyeyê ve tê kirin dikin. Welatên emperyal hilberîna çekên kîmyewî qedexe nekirine. Tenê bikaranîna wê qedexekirine. Ji ber vê jî hinek digirin û bikaranîna wê didomînin.”
 
‘Ji bo gelê Kurd nebe yek di hevkariyê de ne’
 
Çîçekê der barê dîmenên hatine weşandind e jî wiha got: “Seroka TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci ji ber tespîtên xwe rastî lêpirsînê tê. Bi îdiaya ‘dewleta Tirk biçûk xistiye’ lêpirsîn lê hat vekirin.Bêdengiya welatên emperyal ya li dijî vê jî nîşan dide ku ji bo berjewendiyên xwe bêdeng dimînin.Ji bo yekitiya Kurdan pêk neyê dibin hevkar.Her wiha li Amasrayê karker bi gaza metan hatin qetilirin. Li Başûr jî bi çekên kîmyewî zarokên Kurd hatin qetilkirin. Dvê em li dijî faşîzmê bêdeng nemînin em ligel kesên ku li dijî faşîzmê têdikoşin cih bigirin.Ez banga xwedîketina li têkoşîna azadiyê dikim.”