'Bikaranîn çekên kîmyewî sûcê şer û mirovahiyê ye'

  • 09:01 25 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
Hêlîn Asmîn 
 
QAMIŞLO - Endama Meclîsa Giştî û Hevseroka Têkiliyên Dervê ya PYD'ê Arîfe Bekîr li ser bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta tirk a li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê wiha got:"Armanca dewlata tirk ew e ku tevahî Kurdistanê dagir bike. Niha li Başûr, Rojava û li Bakurê Kurdistanê êrîş hene. Êrişên bi çekên kîmyewî jî sûcê şer û mirovahiyê ye."
 
Artêşa dewleta tirk bi çekên kîmyewî êrişî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê kir û bi van êrişana 17 gerîlayên HPG û YJA Starê jiyana xwe ji dest dan. Ev ne cara yekemîn e ku dewleta tirk çekên kîmyewî yên di asta navneteweyî de hatine qedexekirin, li djiî kurdan bi kar tîne. Li gorî nûçeyên ANF'ê, dewleta tirk di 18 mehan de 2 hezar û 834 caran çekên kîmyewî, gazên bijehr, bombeyên nukleer taktîk û bombeyên fosforê li çiyayên Kurdistanê bi kar anîne. Endama Meclîsa Giştî û Hevseroka Têkiliyên Derve ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Arîfe Bekîr  têkirldarî mijarê ji ajansa me re axivî.
'Armanca dewlata tirk ew e ku tevahiya Kurdistanê dagir bike'
 
Endama Meclîsa Giştî û Hevseroka Têkiliyên Derve ya Partiya Yekîtiya Demokratîk  (PYD)  Arîfe Bekîr wiha dest bi axaftina xwe kir: ''Dewleta tirk a dagirker di vî şerî de rêbazên ku didemeşandin wijdanê mirovan qebûl nake. Şervanên azadiyê ku li hemberî dewlata tirk şer dikin, ji bo mafê xwe û mafê gelê xwe şer dikin. Li hemberî tevahî çekên dewleta tirk xwe diparêzin. Hemû hewildanên wan ew e ku li ser axa xwe azad bijîn. Lê dewleta tirk her carê bi rêbazek cuda êrîş dike. Dewlata tirk  ne  cara yekê ye bi çekên kîmyewî  êrîşê şervan û gelê kurd dike. Di encama van êrîşan de bi dehan hevalê me yên kar û şervan gihiştine asta şehadetê. Lê ruxmê ku tevahî cîhan dizane ev êrîş ji derveyî qanûnên şer in jî dengê xwe nakin. Yên ku dibêjin em li hember van êrîşan in xwe wek parêzvanên mafê mirovan didin diyarkirin ka li ku derê ne? Armanca dewlata tirk ne tenê çiyayên Kurdistanê ye, armanca dewleta tirk dagirkirina tevahî Kurdistanê ye. Niha li Başûr, Rojava û li Bakurê Kurdistanê êrîş hene. Mînak li Rojava, ji Efrînê heta Dêrîkê êrîş hene.''
 
'Dewlata tirk û Erdogan pêwîst e bên darizandin'
 
Arîfe Bekîr di derbarê polîtikayên dewleta tirk de wiha got: ''Dewleta tirk bi rojane êrîşê Kurdistanê dike. Polîtiyayên taybet li ser kurd û Kurdistanê dide meşandin. Her roj êrîşê Şengal, Şehba, Tiltemir û Başûrê Kurdistanê dike. Di van êrîşan de gelek komkujî pêk anîn. Dewlata tirk û Erdogan pêwîst e bên darizandin ji ber gelek bûyer li Kurdistanê çêbûn, dewleta tirk li hemberê vana hemûyan  berpirsiyar e. Jinên ku li Şengal û Efrînê hatinê revandin û di bazaran de hatine firotin jî îspat e ku bên darizandin. Ewqas jin û zarokana di şer de jiyana xwe ji dest dan. Dewleta tirk tenê kurdan ji xwe re nake hedef di heman demê de gelên din jî dibin qurbaniyên dewleta tirk.  Ji ber ne tenê Kurd li ser vê axê dijîn.  Ji destpêka Şoreşa Roşava heta niha dewleta tirk her êrîşê li ser Rojava dike, lê li Rojava tenê Kurd najîn. Ereb, Çerkez, Keldanî û Asûrî jî li Rojava bi êrîşên dewleta tirk rû bi rû dimînin. Ez dikarim bêjin gelên ku azadiyê dixwazên bi tevahî ji bo Erdogan û hevalê wî hedef in. Ez ji Tirkîyeyê rê dibêjin çi karê tê li Rojava heye, mafê te yê ketina Rojava tune ye."
 
'Dewleta tirk ne cara yekem e ku çekên kîmyewî bi kar tîne'
 
Arîfe Bekîr wiha berdewam kir û got: ''Dewleta tirk  bi tanq û topên xwe êrîşê Efrînê kir, di encama wan êrîşan de milyonek însan koçber bûn.  Di wî şerî de li Gundê Endarê çekên kîmyewî hatin bikaranîn, lê cîhanê hemû çavê xwe girt. Ew gelên ku li Efrînê penaber bûne niha  li Şehbayê jiyana xwe didomîne lê  her roj di bin êrişa tanq û topên dewleta tirk de ne.  Bi van êrîşan dewlata tirk dixwaze çi bike, dixwaze gelê Efrînê ji wir jî derbikeve. Mafê wan kesan e ku li ser axa xwe bijî û bi çanda xwe bijî. Dewleta tirk wê heta kengî van êrîşan bidomîne û dewletên navneteweyî jî bêdeng bimînin. Ez dibêjim ger îro dewleta tirk evqas êrîşên hovane dike, di hundirê xwe de qrîzêk mezin dijî. Hukumeta dewleta tirk bi êrîşan dixwaze aloziya xwe veşêre. Lê dewleta tirk nagihêje armanca xwe. Ji ber mafê dewleta tirk nîne bi vê rêbazê êrîşê Kurdistanê bike. Bi tevahî Cîhanê û dewleta tirk dîtin ku bi çekan û komkujîyan Kurd tune nabin.  Ji ber ku gelê kurd bi berxwedana xwe hate heta roja îro.''
 
'Dewletên li hemberê  êrîşan bêdeng in hevkarê dewleta tirk in'
 
Arîfe di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: ''Di tevahî dewletan de çekên kîmyewî  kar tînin. Di destpêka aloziya Sûriyeyê de dewlata BAAS a Sûriyeyê li Bajarê Helebê bi kar anîn. Ji ber dewlet hemû  yek in. Gelek caran ev çek hatine bikaranîn. Dewlata tirk jî ne cara yekem e ku çekên kîmyewî bi kar tîne. Hêzên desthiladar her tim heman rêbazê bi kar tînin. Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî li ber çav in. Li Serê Kaniyê zarokêk bi navê Mihemd hebû. Tevahî laşê wî şewitî bû. Lê rêxistinên ku bi van çekan re eleqedar dibin bêdeng in. Bêdengiya van saziyên ku pê re eleqader dibin bi dewleta tirk re şirîk in. Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ger hevkariya Tirkiyeyê nekira wê ne bêdeng ba. Dewletên li hemberê van êrîşan bêdeng in hevkarê dewleta tirk in. Bêdengî erêkirin e.''
 
'Jina azad civaka azad e'
 
Arîfe di dirêjahiya axaftina xwe de bal kişand ser êrîşen li ser jinê û destnîşan kir ku êrîşên li ser jinê, êrîşên li ser tevahî civakê ye û wiha pê de çû: ''Zihniyeta dewletparêz naxwaze jin azad bibe. Di tevahî civakan de em binêrîn kesek naxwaze jin serbixwe û azad bijî. Lê jinê her tim li hemberê vê ya têkoşîn kiriye û bi salane jî têkoşîn dike. Em di sersala xwe ya niha de binêrin di tevahî deverên cîhanê de jin li qadan in. Jîna Emînî bû sembola berxwedana jinan. Her çiqas jin dibin hedefê zîhînyeta zilam jî lê jinên mîna Zeyneb Sarûxan û Hevrîn Xelef henin ku vê têkoşînê bidomînin. Em binêrin di vê dawiyê de herî zêde dewleta tirk êrîşê jinan dike. Ji ber dizane jina azad civaka azad e. Erdogan û çeteyên xwe ji rêxistina jinê ditirsin.  Ji ber vê naxwaze jin rêxistina xwe ava bike. Lê bi dirûşma  'jin jiyan azadî' em ê yekîtiya jinan pêş bixin. Jinek li ku hebe pêwîst e bi yek dengî bêjê 'jin jiyan azadî'. Ji ber heta jin azad nebe civak jî azad nabe.''