Nûçegîhanên JINNEWS û MA'yê hatin binçavkirin

  • 08:15 25 Cotmeh 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de polîsan bi ser malan de girtin û nûçegîhanên  JINNEWS û MA'yê hatin binçavkirin. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de bi ser mala nûçegîhanên JINNEWS û Ajansa Mezopotamyayê (MA) de hat girtin. Di çarçoveya lêpirsînê de nûçegîhanên ajansa me Habibe Eren û Derya Ren hatin binçavkirin. Di çarçoveya heman lêpirsînê de nûçegîhana me Oznur Deger li Qosera Mêrdînê hat binçavkirin. 
 
Di çarçoveya heman lêpirsînê de nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê Selman Guzelyuz Amedê, Hakan Yalçin li Wanê û Dîren Yurtsever jî li Stenbolê hatin binçavkirin. Hat hînbûn polîsan Dîrenê birine Muduriyeta Emniyetê ya li Kolana Vatanê. 
 
Polîsan bi ser mala nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê Emrullah Acar de girtin û ew kirin bin çavan. Her wiha polîsan bi ser mala malbata Emrullah a li Kerborana Mêrdînê de jî girtine û dest xistine ser hinek pirtûkên wî. 
 
Lêgerînên li buroya MA'yê ya Enqereyê hîn didome.