Leyla Ete: Helbest şehîda Kurdistanê ye

  • 09:59 23 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
Sema Çaglak
 
ŞIRNEX - Leyla Ete ku keça wê Kevser Ete(Helbest Koçerîn) li herêma Avaşînê di encama êrîşên çekên kimyewî de hate qetîlkirin, destnîşan kir ku Helbest navê wêrekî û moralê bû. Leyla, got: “Helbest, di oxira axa Kurdîstanê de şehîd bû û şehîda Kurdîstanê ye. Divê doz û tola wan li erde nemîne.”
 
Artêşa Tirk di 17’ê Nîsanê de bi hevkariya PDK’ê li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên başûrê Kurdistanê şerekî berfireh da destpêkirin. Di pêvajoya şer de gelek caran çekên ji aliyê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ve hatine qedexekirin tên bikaranîn. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) di nava 6 mehên dawî de herî kêm 2 hezar û 476 caran gulebaran hatiye kirin û çekên kîmyewî yên qedexe hatine bikaranîn. Her wiha ANF rojên borî derbarê bandora çekên kîmyewî de dîmenek û piştre jî daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Hêzên Parastina Gel (NPG) parvekir û diyar kir 17 gerîla di êrişên bi çekên kîmyewî de hatine qetilkirin. Endama YJA-Starê Kevser Ete (Helbest Koçerîn) jî di nav wan 17 kesên ku di encama êrîşa çekên kimyewî de li Avaşînê jiyana xwe jidest dan de cih digire.
 
Kevser Ete(Helbest Koçerîn) di sala 1996’an de li Dihê ya Sêrtê ji dayik dibe. Kevser di nav malbatek koçer û welatparêz de mezin dibe û ji êşîra Sorîyan e. 4 bira û 3 xwişkên Kevserê hene. Kevser di sala 2014’an de tevlî nava Tevgera Azadiyê dibe û di meha îlona 2022’an de di encama êrîşên çekên kimyewî de jiyana xwe jidest dide.  Dayika Kevserê Leyla Ete ku li gundê Şilyanê yê girêdayî Şirnexê dimîne behsa keça xwe kir.
 
‘Jiyanek zor û zehmet derbas kir’
 
Diya Helbest, Leyla Ete di destpêka axaftina xwe de li ser jiyana malbata xwe sekinî û got “Em ji berê ve koçer in. Wê demê me di şert û mercên gelek dijwar de hewil dida ku jiyana xwe berdewam bikin. Bi vî yekê em 15 sal li Dihê man. Lê piştre ji ber xizanî û zext û zordestiyê em neçar man ku pezên xwe bifiroşin. Zarokên min 4 keç û 4 kur bûn û hemû jî biçûk bûn. Rixmî hemû zehmetiyan em koçî bajarê Manîsayê hatin kirin. Li wir 5 salan  me bi karkeriya demsalî debara xwe kir.  Gava zarokên min mezin bûn nexwestin li bajarê Tirkiyê bimînin û karê wan bikin. Piştre du kurê min pez kirîn û em carek din vegeriyan ser axa xwe û jiyana xwe ya koçetiyê me dubare berdewam kirin.”
 
‘Helbest, di 15’ê Tebaxê de beşdar bû’
 
Leyla, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser çûyîna keça xwe û wiha axivî: “Gava em hê neçûbûn bajarên metropolan Helbest di sala 2014’an de di 18 saliya xwe de tevlî refên gerîla bû. Dema çû 15’ê Tebaxê bû û mîhrîcan hebû. Bêrîya ku neçe hat malê cilê xwe guhert û got ez ê biçim mîhrîcanê. Min got ez jî ligel te werim. Lê qebûl nekir û xwest bi tenê biçe. Ew çû ez jî li pey çûm û piştre êdî ji ber çavên min winda bû û min nedît. Piştî ku çû ez gelek pê êşîyam û qehirîm lê di heman demê de jî pê serbilind bûm.”
 
‘Hertim dixwest tevlî bibe’
 
Leyla, diyar kir ku Helbest tu carî li hemberê zilm û neheqiyê bêdeng nedima û wiha behsa taybetmendiyên keça xwe kir: “Helbest mirovek gelek ciean bû. Hertim dixwest tevlî gerilla bibe. Mirovek gelek bi kelecan û alîkar dibû. Helbest gelek serwext, jîr bû. Gava zilm didî qebûl nedikir hertim wekhêvî diparast. Nêzîkatiya wê li hemberê jinê gelek hêja bû. Helbest rêvebertiya malê dikir. Hemû kar û barê malê li ser mile wê bû. Zêde dilê min pê ve bû.”
 
‘Bi zîrekî û wêrekiya xwe dihat nasîn’
 
Leyla, anî ziman ku Helbest 5 sal çû dibistanê lê wekî 20 sal in dibistan xwendiye zana bû. Leyla, li ser axaftina xwe wiha zêde kir: “Bîra wê gelek baş bû, Em heyrana zîrekiya wê bûn. Gelek wêrek bû. Jixwe ne wêrek bûya tevlî tevgerê nedibû. Gava min agahiya şehîdbûna HelbestÊ bihîst ez û bavê wê tenê bûn. Em gelek pê qeherîn û xemgîn bûn. Me dîmena wê temaşe kir. Heta şefaqê xew neket çavê me. Helbest ne tenê şehîda min e, şehîda hemû gelê Kurdîstanê ye. Ez pê serbilind û serfiraz im. Serê hemû gelê me sax be.”
 
‘Nekarîn bi ser kevin loma bi çekên kimyewî êrîş dikin'
 
Leyla, di dirêjahiya axaftina xwe de bal kişand ser bikaranîna çekên kimyewî û destnîşan kir ku bikaranîna çekên kimyewî li dijî gelê Kurd heqaretek mezin e û got: “Dewleta Tirk bi top, hawan û balafiran nikare bi ser keve,  ji ber wê dest bi bikaranîna çekên kimyewî kir. Bikaranîna çekên kimyewî nîşaneya têkçûyîna wan e. Her wiha ez hevkariya PDK’ê û Barzanîyê jî şermezar dikim. Heke PDK’ê hevkarî neda wê zarokên me şehîd nebûna.”
 
‘Bêdeng nemînin’  
 
Leyla, daxuyand ku ji biharê ve şerekî mezin heye û ligel wê berxwedanek bêhempa heye. Leyla, di axaftina xwe de wiha pêde çû: “Helbest gelek li ber xwe da. Nekarîn bi ser bikevin loma bi çekên kimyewî qetîl kirin. Kesên ku li dijî çekên kimyewî bêdeng dimîne şermezar dikim. Helbest ne ji bo min çû, ji gelê me çû. Divê hemû rabe ser piyan û têkoşîna wan dewer bigirin.”
 
‘Bila doz û tola wan li erdê nemîne’
 
Leyla, di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: “Helbest, di oxira axa Kurdîstanê de şehîd bû û şehîda hemû Kurdîstanê ye. Ez pê serbilind û serfiraz im. Helbest li dû xwe gelek tiştên bi qîmet hişt. Divê doz û tola wan li erde nemîne.  Divê hemû kes hişyar be. Em ê li pey doza zarokên xwe bin.”