'Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî dengê xwe bilind bikin'

  • 09:05 22 Cotmeh 2022
  • Rojane
WAN - Jinan bertek û nerazîbûnên xwe ya li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî anîn ziman û gotin: "Ji ber bêdengiya me 17 kes bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin. Her wiha PDK jî perbirsê herî mezin e. Divê her kes li dijî vê sûcê dengê xwe bilind bike."
 
Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) têkildarî bandora çekên kîmyewî yên ku artêşa tirk li dijî başûrê Kurdistanê bi kar tîne dîmenek parve kir û li gorî nûçeya ku hat weşandin de jî 17 endamên HPG'ê û YJA-STAR'ê di encama êrişên bi çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dane. Bertek û nerazîbûnên li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî didomin. 
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Çelîkbîlek û Hevseroka Komeleya Piştevanî û Alîkariya Kesên Xizmên Xwe di Derguşa Şaristaniyan de Winda Kirine (MEBYA-DER) Hanim Kaya derbarê êrişan de ji ajansa me re axivîn.
 
‘Ji ber bêdengiya me jiyana xwe ji dest dan’
 
Ayşe Çelîkbîlek da zanîn ku der barê dîmenên HPG û YJA-STAR’ê ku di rayagiştî de hatin weşandin de axivî û got: “Dema kişandina dîmenan de mirov êşa ku mirov dişînin hîs dikin. Dema me temaşe kir me êş kişand, wan jî bi heman êşê mirina hevalên xwe kirin bin qeydan. Di dîmenên hatine kişandin de tê dîtin ku çekên kîmyewî êşek çawa li bedena mirovan dike. Ev demek dirêje bû der barê bikaranîna çekên kîmyewî de bertek hebûn lê ji ber bêdengiya me hîn mezintir derket pêşberî me. Ji ber em nebûn bersiv em gelek xemgînin.”
 
‘PDK berpirsê herî mezin e’
 
Ayşeyê destnîşan ku çekên kîmyewî yên li welat û rêxistinên navneteweyî qedexeye dema mijar dibin Kurd hemû qedexe tên binpêkirin û wiha vegot: “Cîhan li dijî vê bêdenge. Em wek gelê Kurd jî bêdengin. Çiqas bi êşe ku çekên kîmyewî bi destê Kurdan pêk hat. Bi zîhniyeta PDK’ê ket jiyanê. Bi destê Barzanî zarokên Kurd hatin qetilkirin. Hêrsa me ya mezin li hember PDK’ê ye. PDK ji destpêka şer de alîkariyê dide Tirkiyeyê. Sedema vê îxaneta PDK’ê ye.  Rûpûşên ji bo HGP’ê diçûn ku ji bo parastina ji çekên kîmyewî bû, PDK’ê desteser kirin. Nehiştin bikevin destê HGP’ê. PDK’ê dixwest ev komkujî bê jiyîn.Berpirsê mezin PDK ye.”
 
‘Berê bi dehan carî hat hişyarkirin’
 
Ayşeyê, destnîşan kir ku Gelê Kurd êrişên ku pêk qebûl nakin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê em li dijî sûcê mirovahiyê li ber xwe bidin. Divê em têkoşîna xwe bilind bikin. Di serî de jin û hemû netewên demokratîk divê dengê xwe bilind bikin. Bêdengî êrişan zêde dike. Gelek caran hat gotin ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn lê mixabin bertekek têr nehat nîşandan. Li dijî êrişan çi bikeve ser milê me divê em bikin. Ez ji bo malbatên 17 kesî sersaxiyê dixwazim. Her kurdê xwedî îrade û wijdan divê bertek nîşan bide. Qetilkirina Nagîhan Akarsel jî ji polîtîkayên şerê qirêj serbixwe nîne. Lê çi dikin bila bikin nikarin pêşî li têkoşîna me bigirin. Wê biser nekevin. Gelê Kurd xurt e. AKP polîtîkayên qirêj didomîne. Çûyîna wê gelek nêze. Dem dema yekitiya kurdan e. Divê em bi awayekî xurt xwedî li hev derkevin.”
 
‘Divê her kes dengê xwe bilind bike’
 
Hanim Kaya jî bikaranîna çekên kîmyewî şermezar kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ez bikaranîna çekên kîmyewî şermezar dikim. Dîmenên di çapemeniya civakî de tên parvekirin bi rastî wijdana mirovan birîn dike. Divê her kes destê xwe bide ser wijdana xwe û bêdeng nemîne. Divê kes bêdeng nemîne. Bikaranîna çekên kîmyewî qedexene. Lê mixabin dema mijar dibin kurd qedexe derbasdar nîne.”
 
'Bi hevkariya Barzanî ev sûc hat kirin'
 
Hanimê, daxuyand ku malbatên HPG’iyan ji bo testa DNA bide gelek zehmetiyan dikşînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Nahêlin malbat kar û barê definkirinê bikin. Nahêlin wecîbeyên olî pêk bînin. Niha 10 malbat hene dipên ku cenazeyê bigirin. Hinek malbat jî du sal in li bendê cenazeyên xwe ne. Lê tu encam negirtine. Ez dubare dibêjim hemû kesên xwedî bi wijdan divê vê qebûl neke. Bi hevkariya Barzanî ev sûc hat kirin. Kurdan bi destê kurdan qetil dikin. Dema karê Tirkiyeyê bi Barzanî biqede wê Barzanî jî bike dijminê xwe. Divê em li dijî çekên kîmyewî dengê xwe bilind bikin.”