'Divê heyetên serbixwe li hemberî êrişên kîmyewî lêkolînê bikin'

  • 13:28 21 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Di civîna hevserokên jin ên HDP'ê de Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan axivî û bal kişand ser êrişên kîmyewî û got “Di operasyonên dersînor de di rojên dawîn de gelek delîlên cîddî derketine holê ku êrişên kîmyewî hatine kirin. Divê heyetên serbixwe biçin lêkolînê bikin û heqîqet were eşkerekirin."
 
Hevserokên jin ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên bajaran ji bo plansaziya dema nû li navenda giştî ya partiyê kombûn. Axaftina vekirina civînê ji hêla Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan ve hat kirin. 
 
Pervîn bi silavkirina jinên girtî dest bi axaftina xwe kir û got: “Tifaqên global, emperyal û faşîst hewl didin têkoşîna jinan bişkînin û zilma li ser gelan bikin û daxwazên azadî û wekheviyê ji holê rakin. Lê ez dixwazim bibêjim ku ev hesabê wan pêk nayê. Jin nahêlin ev hesap pêk werin. Li hemberî van planan têkoşîn û berxwedana jinan heye. Îro dirûşma jin, jiyan, azadî ya têkoşîna jinên kurd li her dera dinyayê bûye hêviya azadiyê ya jinên cîhanê. Me jinan got jin, ev tişt li Rojava bû jiyan û niha jî li dinyayê dibe azadî.
 
Ji ber encama heman tirs û ferasetê hevala me Nagiîhan Akarsel jî hate qetilkirin. Ez careke din Nagîhan bi rêzdarî bi bîr tînim û tifaqên qirêj ên ku ew qetil kirine jî şermezar dikim. Divê feraseta ku Nagîhan qetil kiriye, vî tiştî baş bizanibe çawa ku jinan têlek porê Jîna Amînî li erdê nehiştin wê pênûsa Nagîhanê jî li erdê nehiştin. Wê ew pênûs heqîqet û têkoşîna jinan binivîse.
 
Welatekî wisa ava kirin ku ji ber kontrolnekirin û cezanedayînê qetlîam pêk tên. Karker ji bo gezek nan di şertên giran de dixebitin û ji neçarî çavê xwe ji vê zilmê re digire. Herî dawîn li Amasrayê di qetlîama madenê de 41 karker hatin qetilkirin, em sersaxiyê ji malbatên van karkeran re dixwazin.
 
Îro sedema ku Tirkiye ketiye nav gelek krîzan ev e ku tecrîdeke giran heye û li girtîgehan ev tecrîd hatiye qedexekirin. Ji ber vê êşkenceya giran Tirkiye hatiye ber asta hilweşandinê.
 
Di operasyonên dersînor de di rojên dawîn de gelek delîlên cîddî derketine holê ku êrişên kîmyewî hatine kirin. Vê rewşa xetere xisarê dide gelên herêmê û welat. Beriya ku hilweşandinên mezin pêk were, divê ji vî tiştî vegerin. Divê heyetên serbixwe biçin lêkolînê bikin û heqîqet were eşkerekirin.
 
Çareserî ne di şer û siyaseta ewlehîparêz de ye, di diyalog û muzakereyan de ye. Ji ber vê me wekî heyetekê duh ji bo hevdîtina bi rêzdar Abdullah Ocalan serlêdanek kir. Em dixwazin li ser vê serlêdana me were sekinandin û heyeta me biçe Girava Îmraliyê bi rêzdar Abdullah Ocalan re hevdîtinekê bike. Dê li hemberî faşîzm, tarîtî û şeran wê sedsala 21’emîn bibe sedsala jinan."
 
Pervîn bi dirûşma "Jin jiyan azadî" axaftina xwe bi dawî kir. 
 
Civîna hevserokên jin ên HDP'ê yên bajaran ji çapemeniyê re girtî berdewam dike.