'Di doza Denîz Poyraz de ditirsin ku rastî derkevin holê'

  • 09:12 21 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Jinan diyar kirin ku di doza qetilkirina Denîz Poyraz de dadgeh ji bo kesên li pişt gumanbar neyên dîtin hewl didin û gotin wê ew wek jin her tim li kolanan bin.
 
Runiştina doza gumanbar Onur Gencer ku li hember Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) êriş pêk anî û Denîz Poyraz qetil kir, di 12’yê cotmehê de hat dîtin û piştî di dozê de provakasyon hat derxistin doz di 14’ê cotmehê de birin Dadgeha Girtîgeha Şakranê. Li dadgeha Girtîgeha Şakranê jî parêzerên bi vekalet negirtin hundir, daxwaza redî hakîm a parêzerên malbata Denîz Poyraz hat redkirin û piştî vê jî parêzeran salon terk kirin lê bêyî parêzeran runiştin berdewam kir. Jinan diyar kirin ku her diçe faşîzmê mayînde dikin û ji bo pêkhatina demokrasiyê jî dive hîn bêtir xwedî li dozê derkevin.
 
‘Dadgeh ji bo gumanbar neyên dîtin hewl didin’
 
Dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz da zanîn ku dadgeh ji bo berpirsên komujiyê neyên dîtin hewl dide û di her dadgehê de provakasyon dertê. Fehîmeyê wiha anî ziman: “Heyeta dadgehê destura axaftinê nade me lê kengê gumanbar bixwaze heqeretan li me dike. Edelet pêk nayê. Yên çek dan gumanbar divê bên cezakirin. Li pişt wî dewlet heye. Dadgeh jî ji xwe wî diparêze. Gumanbar ji wan hêzê digire. Ew kujereke divê ew wisa bi rehetî neaxive.”
 
‘Heta kesên pişt gumanbar neyên dîtin bila doz neyê girtin’
 
Fehîmeyê wiha dirêjî dayê: “Gelek kes xwedî li dozê derdikevin lê helwesta dadgehê neguheriye. Gaz avêtin me. Kesên nexweş hebûn. Gelo dewlet divê li welatiyên xwe wisa bike? Li girtîgehê hîn bêtir xera kirin. Runiştina pêş wê runiştina dawî be. Em qebul nakin. Di her dadgehê de pevçûn çêbû ku delîl dernekevin holê. Li pişt gumanbar kesên saxlem hene. Em naxwazin dosya bê girtin. Kî li pişt gumanbare bila derkeve holê. Kê çek daye bila bê dîtin. Bila her kes xwedî li vê dozê derkeve.”
‘Dewleta kûr mudaxale kir’
 
Ji Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Ozdamar jî berteka xwe wiha nîşan da: “Êrişa li hember HDP’ê li hember hemû rayagiştî ya demokratîk hatiye kirin. Ji ber rayagiştî xwedî li dozê derket, doz birin Dadgeha Girtîgeha Şakranê. Em li pêş gumanbar vê dozê diparêzin. Merciyên dewletê hewl didin vî sûcî veşêrin. Parêzeran hewl daye ku kesên pişt kujer derxe holê û delîl bidestxistine. Planên qirêj derketin holê. Lê dewleta kûr hema mudxale kir.  Parêzerên ku belga wan ya rayeyê tune negirtin runiştinê. Şopdarê saziya cemawerî ya xweser a Yekitiya Baroyan jî negirtin hundir û gaz avêtin. Em mereq dikin ku wê runiştina din de çi pêk bê. Wê parêzerên ji bo demokrasiyê têdikoşin heman berxwedanê nîşan bidin.Wê vê dûrûtiyê deşîfre bikin.”
 
‘Wê jin li kolanan bin’
 
Ji Tora Parastina Jinan Gîzem Coşkun jî destnîşan kir ku qetilkirina Denîz Poyraz û pêvajoya dozê ji rojeva welat serbixwe nîne û ev tişt bi lêv kir: “Tiştên tên jiyîn nîşaneya ku desthilatdarî ji vir şûnde çi dike ye. Doz ji bo tevgera jinan gelek girînge. Pergalê fazîm mayînde kiriye û bi van alavan êriş dike.  Di esasê de ji vir şûnde ji bo hemû tiştên bên kirin xetereyê ava dike. Jin di têkoşîna li dijî faşîzmê de kirdene. Em ê runiştina biryarê bişopînin.”
 
‘Polîtîka bêcezahiştinê didome’
 
Ji Piştevaniya Mor Denîz Uslu got dosyaya ku biryara wê ya girtinê tune, tevlibûna wê tê astengkirin û em ji dozên qetilkirina jinan dibînin ku mêr çawa ji aliyê dewletê ve tên parastin. Denîzê jî axaftina xwe wiha bidawî kir: “Bi polîtîkayên bêcezahiştinê xelatê didin mêran. Tecawizkar, kujer û gumanbaran berdidin lê Onur Gencer nikarin berdin. Derfetê wan hebûya wê berdana. Divê hemû rayagiştî xwedî li dozê derkeve. Em ê pêşa
vê dozê bernedin.”