Dayikên Cizîrî: Ev mîhrîcan li dijî nirxên gelê me ye

  • 09:08 20 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
 
Sema Çaglak
 
ŞIRNEX - Dayikên ku xizm û zarokên wan di qedexeya derketina Cizîrê de hatin qetîlkirin destnîşan kirin ku ev mîhrîcana ji aliyê hikûmetê ve tê xwestin  ku li Cizîrêwere lidarxistin li dijî nirxên gel e û xwestin ku Gelê Kurd xwedî li bîr û çanda xwe derkeve.
 
Li bakurê Kurdistanê û bi taybetî jî li herêma Botanê bi êrîşên ku li ser çand, ziman û hemû nirxên gel tên kirin bi awayekî topyekun dixwazin ku Gelê Kurd qir bikin. Di çarçoveya vê qirkirina ku tê kirin de di demên dawîn de yek ji mijarek ku zêde tê niqaşkirin jî qirkirina çandî ku bi rêbazeke nû bi destê hikûmetê û bi baca ku ji gelê herêmê digirin tê kirine.  Bi vê qirkinê dixwazin ku metingeriya xwe ya li Kurdistanê misoger bikin û civakê bikin parçeyek pergala xwe. Hikûmet di demên dawîn de bi piştevaniya qeyûmên ku tayînî şaredariyên gel kirin a bi baca ku ji gel digirin li Bakur mîhrîcanên dûrî çanda kurdan li dar dixe û wan ji çanda wan dûr dixe.   Di vê çarçoveyê de piştî mîhrîcana li Sûra Amedê ji aliyê Wezareta Çand û Tûrizmê ve hat lidarxistin, niha jî dixwazin li Cîzîra Botanê qirkirineke çandê ya bi vî rengî pêk bînin. Lê pêkanîna van mîhrîcanan  li deverên wekî Sûr û Cizîrê jî ne rasthatinek e. Ji ber ku bûyerên li wan deveran qewimîn hîna di bîra gel de ne. 
 
Walîtiya Şirnexê, Qeymeqamtiya Cizîrê û qeyûmê Şaredariya Cizîrê dixwazin li navçeya Cizîrê ya Şirnexê li Parka Mem û Zînê mîhrîcaneke muzîkê ku qet têkiliya wê bi çanda kurd re tune ye di 30'ê cotmehê de li dar bixin.
 
Bi bihîstina vî mîhrîcanê yên ku  herî zêde êşiyan jî bêguman malbatên ku di qedexeya derketina derveyî ya Cizîrê de zarok û xizmên wan jiyana xwe jidest dan e. Li Cizîra Şirnexê di dema qedexeya derketina derveyî ya ku di sala 2015’an de hatibû îlan kirin, 177 jê di jêrzermînan de zarok kal û pîr jî di nav de  bi giştî 288 kes hatibûn qetîlkirin û bi sedan kes birîndar bibûn. Malbatên ku zarokên wan hatine qetîl kirin hê jî aqûbeta wan dipirsin û li pey dîtina hestûyên zarokên xwe ne. 
 
Malbatên ku di qedexeyê de zarokên wan hatin qetîl kirin bertek nîşanê mîhrîcana dûrî nirxên civakê û wê bê lidarxistin dan.  
 
‘Ev mîhrîcan li dijî nirxên gel rûreşî ye’
 
Zeynep Tûnç a hevjîna, Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç e, bertek nîşanî mihrîcana ku dûrî çand, kevneşopî û nirxên gel e da û destnîşan kir ku ev mihrîcan li dijî nirxên gel e û got: “Mehmet Tûnç, bêriya îlankirina qedexeyê li girtîgehê bû. Piştî 4 salan serbest hate berdan û bi derketina wî li Cizîrê qedexeya derketina derve hat ragihandin. Cizîra Botan ji aliyê dewletê ve hatibû dorpêçkirin û tank û topên xwe li dijî gel û hemû nirxên gel bi kar dianîn. Di vî pêvajoyê de gelek kes bi awayê hovane hatin qetilkirin û birîndar bûn. Piştî ewqas êş û elemên ku vê hikûmetê bi me dan kişandin niha jî dixwzin di bin navê çandê de me ji çanda me dûr bikin û li ser hestûyên şehîdên me mîhrîcan li dar bixin.  Em bi bihîstina vê agahiyê gelek êşiyan. Em vê mîhrîcanê qebûl nakin. Malbat hê jî şîna zarokên xwe dikin. Vê hikûmetê li ser kavilên ku xizmên me di bin wan de hiştin park çêkirin. Hîna jî ji bin vê axê hestiyên mirovên me derdikevin. Em vê mîhrîcanê naxwazin ku li ser hestiyên xizmên me bireqisin.  Ev mîhrîcan ne ya me ye, ya wan e û eleqaya wê bi çanda me tune ye. Bila xort û keçên me bi van mîhrîcanan neyên xapandin.”
 
‘Li her gavekê xwîna şehîdan heye’
 
Zeynep, destnîşan kir ku êşa wan hê jî dewam dike û wiha got: “Heta em sax bin ev êş û zilma ku li me kirin  em ji bîr nakin.  Ez bang li gelê Cizîra Botan dikim. Bila destê xwe bidin ser wîjdanê xwe û bêjin  'em li ser hestûyên şehîdên xwe şahiyê nakin'. Baweriya me ji gelê me heye ku ew ê neçin vê mîhrîcanê û li nirxên xwe xwedî derên. Ji ber ku gelê me zehf kişand. Li her gava ku tu li Cizîrê biavêjî bi xwîna şehîdên me hatiye avdan.”
 
‘Em mîhrîcanên wan naxwazim’
 
Îbraîm Îverendî jî yek ji kesên ku di pêvajoya qedexeya derketina derve de di jêrzemînan de hate qetîl kirin e. Dayika Îbrahîm, Meryem Îverendî daxuyand ku wê hê jî hestûyê zarokê xwe nedîtiye û got: “Em gelek caran ji bo ku hestûyê kurê xwe bibinin lê gerîyan lê me nedît. Gelek malbatên wekî min hene ku aqûbeta zarokên wan hê ne dîyar e. Li ser van jêrzemînan avahî çêkirin. Li ser kavilên jêrzemînan park çêkirin. Em li ser bedena şehîdên xwe mîhrîcanan qebûl nakin. Êrîşî nirxên me dikin divê gelê me qebûl neke û nehêle ku ev mîhrîcan were lidarxisitin. Bi vê mîhrîcanê re dixwazin êşa me zêdetir bikin. Em mîhrîcanên wan naxwazin”
 
‘Divê gelê me xwedî li bîra xwe derkeve’
 
Herî dawî jî Dayika Nesîm Atabey ê ku di dema qedexeya Nisêbînê de hatibû qetîlkirin Ayşe Atabay jî diyar kir ku dilê wan hê jî bi kul e û got: “ Em hê jî li hestûyên zarokên xwe digerin. Hê dilê me bi kul e û dilşewate. Çavên me li pey dîtina hestûyên wan e. Bila wê zilmê li me nekin. Gelê Kurd divê xwedî li bîra xwe derbikeve. Her wexta ku zarokên me tên bîra me hêsirên çavên me nasekiinin.  Ger ku ew mîhrîcan bê lidarxistin em ê gelek xemgîn bibin.”