‘Pergala darazê cesaretê dide kujerên jinan’

  • 09:13 18 Cotmeh 2022
  • Hiqûq
 
Melek Avci
 
ENQERE- Parêzer Hediye Gokçe Baykal helwesta darazê ya di dosyayên qetilkirina jinan de nirxand û da zanîn ku dadgeh ji bo cezayê gumanbar daxîne delîla herî biçûk jî ji bo fêdeya gumanbar bi kar tîne û gumanar jî ne wek gumanbar bi perspektîfa mexdur dinirxînin.
 
Piştî feshkirina Peymana Stenbolê şûnde ku ji aliyê serok komarê AKP’î Tayîp Erdogan ve hat vekişandin şûnde kuştinên jinan ü sûcên li hember jinan zêde bûn. Gumanbar ji bêcezahiştina darazê cesaretê digirin û bi fikra ku wê ‘ez ê çend salan razêm û derêm’ sûc dikin. Daraz di pêvajoya dozê de dema ku yên tên darizandin mêr bin dikevin hewldana ‘teqdîr’, ‘rewşa baş’, ceza dadixin an jî biryara beratê didin.
 
Di rojên borî dadger Serkan Tuzun yê li Wezareta Dadê peywirdar, hevjîna xwe  Îlksen Tuzun ku şîdeta sîstematîk jî lê dkir, qetil kir û piştre jî dawî li jiyan axwe anî.  Lijneya Dozger Û Dadgeran (HSK) der barê mêrê gumanar de peyama sersaxiyê weşand. Piştî bertekên rayagiştî peyam hat rakirin. Ev mînak bi tena serê xwe nêzîkatiya darazê ya li hember kuştinên jinan û gumanbar nîşan dide.
 
Ji Komeleya Ewil Jin û Zarok Hediye Gokçe Baykara  der barê mijarê de, mekanîzmaya darazê de ku cesaret çawa jê tê girtin de nirxandin kir.
 
‘Dadgeh ji bo gumanbaran çi ji destê wan tên dikin’
 
Hediyeyê peyamana Stenbolê bi bîr xist û wihagot: “Piştî feshkirian Peymanê şûnde her çiqas ku wezareta karên hundir bêje wêplana çalakiya mafê mirovan bi bandor û hewce bi Peymana Stenbolê tune jî hema hema her roj  jinek tê qetilirin. Sedemên vê yên cuda hene. Yek ji sedema girîng helwesta dadgehane. Di qanûna ceza de pirsgirêkek mezin tune. Di  qanûna înfazê de pirsgirêk heye. Dadgeh ji bo gumanbaran biparêzin çi ji destê wan tên dikin.
Hediyeyê her wiha daxuyand ku di pêkanînê de yek ji pirsgirêkên herî mezn eve ku gumanbar bi hincetekê ‘ji daxistina tahrîka bêmaf’ xwe xilas dikin. Hediyeyê da zanîn ku ew wek komele di dozên dişopînin de vê dibînin û ji sedemek pir biçûk dadgeh ji tahrîka bêmaf ceza dadixin.
 
‘Delîlek pir biçûk ji bo fêdeya gumanbar bi kar tînin’
 
Hediyeyê axaftina xwe wiha domand: “Dadgeh ne bi pespektîfa gumanbar bi ya mexdur nêzî gumanbar dibin. Dadgeh ji bo cezayê gumabar kêm bike her şert û mercî pêk tîne.Di asta destberdanê de be jî îdiaya bi kesekî din re têkilî heye an na lêkolîn dikin. Di dosyayek me de dadgehê ji bo bo mêrekî ku jinê daxwaza wê ya zewacê qebûl nekiriû ji tahrîka bêmaf ceza daxistibû. Ji ber sedemên wisa û gelekên din  ceza pir tên daxistin.”
 
‘Kujer bi fikra ‘ez ê hinek bimînin û derkevim’ jinan qetil dikin’
 
Hediyeyê destnîşan kir ku gumanbar ceza bigirin jî zêde girtî namînin û ev tişt bi lêv kir: “Gumanbarên bi ‘kontrol berdan’ tên berdan û dı nav gel de digerin. Gumanbarên tên berdan şîdeta xwe didomînin. Bandora cezayê tê dayîn tune. Bêguman ev jî pêşî li şîdet û qetilkirinê vedike. Mêr dibêjin ‘ma wê çi bibe em ê salekê girtî bimînin û bên berdan.Her çiqas bêjin êdî ji rewşa baş ceza nayê kêmirin jî ji ber di teqdîra dadgehê de ye ji hinek sedeman pêk tînin.Ji ber cezayên giran tune ne gumanbar cesaretê digirin.”
 
'Hincet dibin sedema xilasbûna gumanbar'
 
Hediyeyê balkişand ser qetilkirinên di bin navê întîxarê de tên nîşandan û di vê mijarê de jî ev nirxandin kir: “Em bi bûyerên ‘ji jor de ket’ pir zêde tên rû hev. Dadgeh di gelek bûyerên wisa de ji ber ‘qelsiya delîlan’ biryara neşopandinê dide. Jİ ber vê sedemê jî bûyer zêde dibin. Di bûyerên ji jor de ket de bi hincetên wekê ‘întîxar kir, lingê wê şemitî, bi alkol bû’ dertên pêş. Encam dîsa diçe heman derî.Ji bo gumanbaran dibe hinceta rizgarbûnê.”
 
‘Divê nêrîna xwe biguherin’
 
Hediyeyê di mijara qetilkirina Îlksen Tuzun de jî ev nêrîn anî ziman: “Hefteya borî dadgeh Serkan Tuzun hevjîna xwe Îlksen Tuzun qetil kir û piştre dawî li jiyana xwe anî. HSK’ê der barê vê de peyama sersaxiyê wşand. Ev rewş bi rastî bi fikare. HSK saziyek pir cidiye. Bêyî ku bifikirin ev mirin çima qewimiye  weşandina vê peyamê nayê qebûlkirin. Em dibînin ku cînayetên jinan polîtîkin. Divê êdî her kes vê rastiyê bibîne û qebûl neke. HSK’ê piştî bertekan peyam rakir lê ev nêrîna darazê ya li hember jinan nîşan dide.Em vê her tim dibêjin. Em di dozên xwe de jî dubare dikin. Divê êdî cezayên pir bi bandor bidin kujerên jinan. Divê dadgeh nêrîna li hember jinan biguherin. Divê ne bi perspektîfa mexdur, bi perspektîfa gumanbar binêrin.”