'Em ê bi hêza jinê polîtîkayên tecrîdê têk bibin'

  • 09:04 16 Cotmeh 2022
  • Rojane
WAN - Jinên bertek nîşanî polîtîkayên tecrîdê yên li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dan wiha gotin:"Bi têkoşîna jinan em ê polîtîkayên tecrîdê têk bibin."
 
Gelê kurd û dostên kurdan li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û komploya navnteweyî daketibûn qadan û li dijî vêya bertek nîşan dabûn. Jin li dijî tecrîd, mirinên bi guman ên li girtîgehan, binpêkirina mafên li girtîgehan bi hêrs in. Jinan têkildarî tecrîd û binpêkirina mafên li girtîgehan nêrînên xwe anîn ziman. 
 
'Birêz Abdullah Ocala ji mafên xwe bêpar tê hiştin'
 
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Zekiye Kaya da zanîn tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li hemû girtîgehan belav bûye û got:"Bi binpêkirina mafan dest dixin ser alavên jiyanî yên girtiyan. Girtî bi gelek astengiyan rû bi rû dimînin. Tevî ku mafê hevdîtina malbat û parêzeran heye lê belê Birêz Abdullah Ocalan ji vêya bêpar tê hiştin."
 
'Em ê ji rêya xwe şaş nebin'
 
Zekiyeyê bi lêv kir ku rêya aştî û azadiyê di azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de ye û wiha pê de çû:"Em naxwazin bi zêdebûna binpêkrina mafan a di bin şerdên tecrîdê de cenazeyên girtiyan ji girtîgehan derkevin. Ji bo mirin bi dawî bibin divê hevdîtin bi Birêz Abdullah Ocalan bê kirin. Em baş dizanin ku rêya çareserî û aştiyê ji Birêz Abdullah Ocalan derbas dibe. Loma em ê jî li qadê bînin ziman ku ji bo çareserî pêk bê divê tecrîd bi dawî bibe. Em ê ji rêya xwe şaş nebin."
 
'Tecrîd di tu exlaq û zagonan de hilnayê'
 
 Endama Meclîsa Şaredariyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Songul Işik da zanîn tecrîd di tu exlaq û zagonan de hilnayê û got:"Polîtîkaya tecrîdê şaş e. Tecrîd ne tenê li hundur li derve li her qadên jiyanê belav bûye. Bandoreke tecrîdê ya mezin li ser ekolojî, aborî û jiyana mirovan heye. Jiyan daye sekinandin."
 
'Em ê bi hêza jinê polîtîkayên tecrîdê têk bibin'
 
Ji rêveberiya HDP'ê ya Rêya Armûşê Macide Varhan wiha got:"Îktidar ji me ditirse. Ji me ji jinên kurd ditirse. Loma dixwazin hem jinan, hem girtiyan hem jî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan biçewisîne. Em ê bi hêza jinê vê zihniyetê û polîtîkayên tecrîdê têk bibin. Nikarin bi sepanên tecrîdê yên bi vî rengî me bitirsînin."