'Em ê têkoşîna Nagîhanê bidomînin'

  • 09:03 16 Cotmeh 2022
  • Rojane
WAN - Jinên li Wanê bertek nîşanî nêzîkatiya li hemberî merasîma cenazeyê Nagîhanê dan û gotin: "Nêzîkatiya li hemberî cenazeyê Nagîhanê sûc e û dê ev zîhniyeta qirêj hesabê bide. Em ê xwedî li têkoşîna Nagîhanê derkevin."
 
Akademîsyen, rojnamevan û endama Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel 4’ê cotmehê li ber mala xwe ya li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê di encama êrişeke çekdarî ya MÎT’a Tirk de hat qetilkirin. Piştî çend saetan kujer li ser zextên jinan û welatiyan hatibû girtin.
 
Piştî hatina endamên malbata Nagîhanê û şandeyek ji HDP’ê, 8’ê cotmehê cenaze ji Silêmaniyê ber bi Hewlêrê ve hate şandin. Nêzî 5 rojan cenaze li Hewlêrê hat rawestandin û bi hincetên cûda şandina cenaze hate astengkirin, tevî bîlet jêre hat birîn jî şandina cenaze ya bi rêya hewayî hat astengkirin. 5 rojan malbat û şande li Hewlêrê bi karûbarên yasayî yên şandina cenaze re mijûl bûn, lê fîrmayên rêyên hewayî Pegasûs û Turk Hava Yollari li gel ku bîleta cenaze dane jî paşê birina wê redkirin.
 
Li ser vê yekê malbat û şandeya HDP’ê cenazeyê Nagîhan Akarsel ji balafirgeha Hewlêrê vegerandin û ber bi deriyê sînor ê Îbrahîm Xelîl ve bi rêketin.
 
Piştî ku cenazeyê Nagîhanê gihaşt Deriyê Sînor ê Xabûrê, fermanderekî tirkî heqaretê li cenazeyê kir. Wê kêliyê Parlementerê HDP'ê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz bertek nîşanî gotinên eskerê tirkî da. Piştî nîqaşê ewraq hatin temamkirin û cenazeyê Nagîhanê di deriyê sînor re derbasî hêla bakurê Kurdistanê bû. 
 
Dûre cenazeyê Nagîhanê bi rêya bejahiyê ber bi bajarê wê Konyayê ve hat birêkirin. Piştî kar û barê otopsiyê ya li Saziya Tiba Edlî (ATK) a Konyayê cenazeyê Nagîhanê ji bo definkirinê ber bi gundê Xelîkan (Golyazî) a Cîhanbeyliyê ve bi rêket. Bi sedan kesên ku ligel astengî û zextan li ser rêya gund kom bûn bi dirûşma "Jin jiyan azadî", "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" cenazeyê Nagîhanê pêşwazîkirin. Cenazeya ku bi tililiyên jinan hat pêşwazîkirin û li ser milên jinan ber bi goristana gund ve hat birin. 
 
Nêzîkatiya li hemberî merasîma cenazeyê, anîna cenazeyê ji hêla sazî û rêxistinên jinan ve hat şermezarkirin. Derbarê mijarê de jinên li Wanê dijîn hest û ramanê xwe ji ajansa me re anîn ziman.
 
'Li dijî zilmê em ê dengê xwe bilind bikin'
 
Rêvebera Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê Zubeyde Ozalp, diyar kir ku ji cenazeyên kurdan ditirsin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Astengî û zextên li hemberî cenazeyê nîşaneya tirsa li hemberî têkoşîna jinên kurd e. Em ê li hemberî zext û zilmê her tim dengê xwe bilind bikin. Em ê li dijî qetilkirin û komkujiyan li ber xwe bidin. Em ê li ber zîhniyeta serdest a mêr bi biryarî rawestin."
 
'Êrişa li hember cenazeyan sûc e'
Rêvebera Komeleya Lêkolînê ya Koçberiyê ya Serhadê (GOÇ-DER) a Wanê Ayten Kiran jî, wiha bal kişand ser hedef girtina jinan: "Îqtîdara AKP-MHP'ê jinên ku têkoşîna azadiyê birêvedibin hedef digire. Êdî tehemûlê cenazeyan jî nakin. Ev zîhniyet dê teqes hilweşe. Hêzên tarî yên ku Nagîhanê qetilkir dê rojek hesabê bidin. Astengiya li hemberî merasîma cenazeyê sûc e. Ev tişt nayê qebûl kirin. Bê ehleqî ye. Em ê ji bo jinên ku tên qetilkirin dê li ser piyan bin û bi hêzek mezin têkoşîna xwe bidomînin." 
 
'Em ê xwedî li têkoşîna Nagîhanê derkevin'
 
Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Sarya Bîlîcî, di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna Nagîhanê û wiha bi lêv kir: "Nagîhan bi sekna xwe û bi têkoşîna xwe kesayeteke bi hêz bû ji bo me. Hêz da hêza jinan. Îro li dijî qetiaman roja yekitiyê ye. Em ê xwedî li têkoşîna jinên ku hatî qetilkirin derkevin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin."