'Em ê ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin'

  • 14:30 15 Cotmeh 2022
  • Ramyarî
 
 
ÎDIR - Li Îdirê di tayînkirina kongreya DBP'ê de Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz axivî û got: "Ev hikûmet naxwaze pirsgirêka kurd çareser bibe, ji bo vê jî operasyonên leşkerî û siyasî dimeşîne û tecrîdê kûrtir dike. Divê her kes bizanibe ku gelê kurd û her kesên azadiyê dixwazin li dijî vê tecrîdê wê têkoşîna xwe bidomînin."
 
Tayînkirina kongreya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajarê Îdirê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz pêk hat. Li eywanek dawetê pêk hat û gelek kes tev li bûn. 
 
Salîha di vê civîna avakirina partiya bajêr de axivî û destpêkê rehmetê ji karkerên li Bartinê mirine re xwest û got: “Serê malbatên karkeran sax be. Ev li dijî kedkarên madene cînayetek e. Tevî hemû hişyariyan jî tevdîr nayên girtin û cinayet diqewimin.” 
 
Salîha anî ziman ku kurd di pêvajoyek zor û dijwar û girîng de derbas dibin û dê li tu deverê kurd bêzar nebin û serê xwe li ber êrişan netewînin. Salîha  komploya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: “Ev komplo; Li dijî nirxên aştî, demokrasî û gelê kurd hate kirin. Em komployê nas nakin û çi dibe bila bibe em ê şermezar bikin. Em baş dizanin ku bi komployê hewl tê dayîn li Rojhilata Navîn kîjan zîhniyet bi cih bibe. Çiqas mudaxele bikin jî em ê di salvegera komployê de daxuyaniyên xwe bidin. Yên ku komplo pêk anîne bila bizanibin ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd muzakerevanê sereke birêz Ocalan e. Ev hikûmet naxwaze pirsgirêka kurd çareser bibe, ji bo vê jî operasyonên leşkerî û siyasî dimeşîne û tecrîdê kûrtir dike. Divê her kes bizanibe ku gelê kurd û her kesên azadiyê dixwazin li dijî vê tecrîdê wê têkoşîna xwe bidomînin. Ji ber ku ne tenê kurd, hemû cîhan felsefeya Ocalan ji xwe re mînak digire. Ji bo azadiya Ocalan li her aliyê cîhanê têkoşîn tê meşandin. Ji bo pirsgirêka kurd çareser bibe divê Ocalan azad bibe. Em ê ji bo azadiya Ocalan heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin.” 
 
Salîha bal kişand ser binpêkirinên mafan û îşkenceya li girtîgehan jî û got: “Her roj xebera qetilkirina girtiyan ji girtîgehan tê. Girtîgeh veguherîne malên mirinê. Îktidara AKP-MHP’ê ji van mirinan berpirsiyar e.” 
 
Piştî axaftina Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, Salîha Kotan û Mehmet Sekmen tayînî Hevserokatiya DBP’a Îdirê hatin kirin.