Bertekên li hemberî Qanûna Sansûrê: Dixwazin civakê bêdeng bihêlin

  • 11:09 15 Cotmeh 2022
  • Rojane
Rojda Aydin  
 
AMED - Jinên Amedê bertek nîşanê Qanûna Sansûrê dan û anîn ziman ku îktîdar dixwaze bi vê qanûnê rastiyan veşêrin û gotin: “Dixwazin bi civakê re bilîzin. Lê belê em bêdeng neman û em ê bêdeng nemînin.”
 
Hevdîtinên sererastkirinên nû yên medya enternetê û medyaya dîjîtal ku di raya giştî de wek “qanûna sansûrê” tê pênasekirin, li Desteya Giştî ya Meclisê bi dawî bûn. Teklîfa qanûnê di Meclisê de bi dengên AKP û MHP’ê hat erêkirin û bû qanûn.
 
Jinên Amedê jî bertek nîşanê qanûna ku hat qebûlkirin dan û gotin dixwazin civakê bêdeng bihêlin.
 
‘Her tim ji çapemeniyê re asteng dibin’
 
Sabahat Degerlî: Bi saya çapemeniyê em pirsgirêkên xwe tînin ziman. Lê elbet me çixwasî dianî ziman? Kesên ku îro diaxivin û behsa pirsgirêkan dikin em dibînin ku dawiya wan li ku derê dibe. Hemû çapemenî ji îktîdarê re dixebite. Gelo em dikarin mafê xwe yê azadiyê bikar bînin? Em dikarin mafê xwe biparêzin? Em ketine demekî wisa ku camêr radibe dibêje nizanim em qeyranê çareser dikin û nizanim çi dikin. Kesên ku li pey olê ne çawa serê xwe datînin ser wî balîfê? Birêz Emîne jî dibêje porsiyonên xwe biçûk bikin. Lê çenteyê 3 hezar û 500 dolar di milê wê de ye. Ev hemû rastî ne, lê qebûl nakin. Em li dijî vê biryarê ne. Bi tevî vê qanûnê em ê êdî nikaribin ev pirsgirêkên xwe bînin ziman. Her tim ji çapemeniyê re asteng dibin û destûrê nadin nûçeyan çêbikin. Ji ber ku ew medyayê ji xwe re kirîne. Gelek rojnameger ji ber rastiyê nivîsîne îro di girtîgehan de ne.
 
‘Dixwazin me gor, lal û ger bihêlin’
 
Zehra Ayaz: Ger ku em nikaribin pirsgirêkên xwe bînin ziman wê demê em bimirin. Qeyrana aboriyê me mehf kir. Hemû tişt gelek bihaye û em di kirêyan de dimînin. Van hemû pirsgirêkan em bi saya çapemeniyê dikarin bînin ziman. Lê belê em ê êdî nikaribin bînin ziman. Dema ev qas pirsgirêkên me hene em ê çawa bêjin em başin? Li gor hişê xwe rojnamegeran bijbêrin. Rojnameger û mirovên me tên girtin. Em nikarin bi zimanê dayikê biaxivin. Naxwazin ku em pirsgirêkên dijîn bînin ziman û biaxivin. Wê demê bila bant li devê me bixin. Dixwazin me gor, lal û ger bihêlin.
 
‘Dixwazin wek pepûkekî bi me re bilêyzin’
 
Merve Bayancik: Mafê me yê azadiyê ye ku em pirsgirêkên dijîn bînin ziman. Ev qanûn azadiya me sînordar dike. Her tim êrîşê rojnamegeran dikin. Naxwazin em bi awayek azad fikrên xwe bînin ziman. Lewra jî me bi vê qanûnê sînordar dikin. Ev rewş ji ber ku li Tirkiyê heye me gelek xemgîn dike. Dixwazin wek pepûkekî (kukla) bi me re bilêyzin. Dixwazin her tiştî bi me bidin kirinê. Rast be jî derew be jî dema tiştên li hemberê wan bin dixwazin bêdeng bihêlin û astengî li hember wan derbixînin. Lê belê em bêdeng neman û em ê bêdeng nebînin Mafê me ye ku fikr û ramanên xwe bînin ziman.
 
‘Pêwîste rojnameger hemû tiştî binivîsin’
 
Fatma: Em hemû jî baş dizanin ku ev civak ji aliyê kî ve hat vê rewşê. Aborî gelek xirap bûye. Em xwendekar jî xeynî kirîna pirtûkan û ji bo dewletê xebata dikin nikarin tiştek din bikin. Dibêjin dewlet li me dinêre. Lê belê dewler li ber pişta me xwe rêve dibe. Em dixwazin gelek tiştan bînin ziman, lê belê nikarin. Kesên ku rast diaxivin dişînin girtîgehê. Naxwazin ku em rastiyê bibêjin. Dixwazin me bêdeng bihêlin û tiştên ku dixwazin pêk bînin. Divê em bi hêz bin. Li hember van êrîş û qanûnan em li ber xwe bidin. Elbet em ê rojekî bi ser kevin. Rojnameger dê çawa nikaribe tiştên bixwazin bikin? Ev neheqiyek mezin e. Pêwîste rojnameger hemû tiştî binivîsin. Mafê tu kesî nîne ku ji vê re bibe asteng.
 
‘Em piştgiriyê bidin rojnamegeran’
 
Mihrîban: Divê ev qanûn tunebûya. Bi vê qanûnê dê gel çawa xwe îfade bike? Ger ku em derdê xwe ji te, cîran û kesekê dinê re nebêjin em ê çawa bibêjin? Her roj jin tên qetilkirin û tên kuştin. Civak ji ber ku bi rehetî nikare pirsgirêkên xwe bîne ziman ev pirsgirêkan dijîn. Her roj mirin zêde dibin. Li hember kesên ku ji vê re dibin sedem bisekinin. Em çawa pirsgirêkên xwe neynin ziman? Li aliyekî ku di civakê de ev qas pirsgirêkên tên jiyîn ve dixwazin bi vê qanûnê bêdeng bihêlin. Ya em ê bêdeng bibînin an jî em ê derdê xwe ji çapemeniyê re bibêjin û çareser bikin. Dixwazin rojnamegeran bi xwe hilbijêrin. Ev cudakariyek mezin e. Medyaya alîgir ku ne girêdayî vê qanûnê ye, rojnamegerên din rastî vê qanûnê tên. Ev nayê qebûlkirin. Em saya hin rojnamegeran dengê xwe dikarîbûn ragihînin. Lê ji vê şûnde em ê nikaribin ragihînin. Lê em ê ji vê şûnde nikaribin. Bi vê qanûnê dixwazin me tune bikinin.  Kesên ku ji jinan re dibin deng rojnameger in. Divê bi awayek wekhev nêz bibin. Em piştgiriyê bidin rojnamegeran.    
 
‘Tu tiştek negûherî’
 
Asmin: Ji xwe kesî ji ber zextên wan nikaribû pirsgirêkên xwe bîne ziman. Niha jî kesek nikare bîne ziman. Bi vê qanûnê hemû tişt dê bê qedexe kirin. Tu tişt negûherî. Berê bi awayek kêyfî asteng dibûn. Niha jî bi derxistina vê qanûnê dê asteng bin. Ev rewş bi tenê vegûherî qanûnê. Dixwazin hemû kesan bikin bin destên xwe. Rojnameger ji ber rastiyê dibêjin û dinivîsin tên girtin. Ev qanûn ji bo hikûmetê bi tenê bû hincet.
 
‘Li Tirkiyeyê edalet tuneye’
 
Asya: Bi saya rojnamegeran em tundî û komkujiyên ku pêk tên hîn dibin. Lê belê li Tirkiyeyê edalet tuneye. Berê ev hemû li dijî qanûnê dihatin kirin. Niha vegûherandin qanûnê û dixwazin asteng bikin. Jin bi saya çapemeniyê dengê xwe dibihîzand. Ji ber vê yekê ne bi tenê mafê rojnamegeran her wiha mafê jinan jî hat binpêkirin. Armanca wan ew e ku jinê û civakê bêdeng bihêlin. Bi vê qanûnê dê rojnamegera nikaribin bi rehetî karê xwe bikin. Lê li Tirkiyeyê tu tişt neguherî. Ev pêkanînên tên kirin berê jî bêhiqûqî dihat kirin. Lê niha bi vê qanûnê pêk bînin.
 
‘Em ê bêdeng nebînin’
 
Cemre Yagmur: Ev qanûna ku ji meclîsê hat êrekirin em rast nabînin. Azadiya mirovan û çapemeniyê tê binpêkirin. Armanca wan ew e ku mafê azadiyê binpê bikin û pêşiya derketina rastiyan bigirin. Dixwazin civakê mehkûmê tiştek bigirin. Bi civakê tiştên dixwazin bidin kirinê. Divê hemû kes dengê xwe bilind bike. Bi tenê bi kesekê re nabe. Pêwîste hemû bibin yek û dengê xwe bilind bikin. Li hember vê qanûnê divê hemû kes bibe yek. Dixwazin me bidin bidin hîştin. Lê belê em bêdeng namînin û em ê bêdeng nebînin.