'Jinên kurd wê azadiyê bînin Kurdistan û Rojhilata Navîn'

  • 09:14 15 Cotmeh 2022
  • Rojane
Oznûr Deger
 
MÛŞ - Nûnera Komîsyona Gelan û Baweriyan ya HDP'a Mûşê, Hatîce Şeker, bal kişand ser tirsa ji paradîgmaya azadîxwaz a jinê ya di kesayeta Jîna Amînî û Nagîhan Akarsel de û got, "Jinên kurd wê wê azadiyê bînin Kurdistan û Rojhilata Navîn. Têkoşîna me ji dîroka cîhanê re bû mînak." 
 
Berxwedana jinan a piştî qetilkirina jina kurd a li rojhilatê Kurdistanê ku di pêşengiya jinan de li Rojhilat û Îranê hat destpêkirin 3 hefte li dû xwe hişt. Qetilkirina endama Navenda Jineolojiyê û edîtora Kovara Jinelolojiyê ya Nagîhan Akarsel a di 4'ê cotmehê de li bajarê Silêmanî yê Herêma Federe ya Kurdistanê bû mînaka herî dawî ya dijiminantiya li hemberî jinan. Têkoşîna jinan a bi dirûşma "Jin jiyan azadî" berdewam dike. 
 
Nûnera Komîsyona Gelan û Baweriyan ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê, Hatîce Şeker, derbarê hedefgirtina paradîgmaya azadixwaz a jinê de nirxandin kir. 
 
'Paradîgmaya azadîxwaz a jinê wê ji bo tarîtiya Rojhilata Navîn bibe ronahî'
 
Hatîce diyar kir ku beriya ew bersivê bidin bê ka paradîgmaya azadîxwaz a jinê çi ye divê ew Rojhilata Navîn bigirin dest. Hatîce jinên ku li rojavayê Kurdistanê li dijî DAIŞ'ê têkoşîyan bi bîr xistin û wiha dewam kir, "Berxwedana jinê ya li Rojava, nîşaneya paradîgmaya azadîxwaz a jinê ye. Li dijî zîhniyeta ku me biçûk dixe û me weke eşyayên firotinê dibîne em têkoşîna xwe didomînin. Dema guncav bû ev têkoşîn bi berxwedana çekdarî li dijî zîhniyeta DAIŞ’ê li Rojava û Kobanê hat meşandin û dema pêwîst bû li Tirkiyeyê bi dengê herî bilind hat meşandin. Li kolanan, li her qadê em lê ne, li her derê û li dijî her kesî ji bo qebûlkirina vîna xwe em têdikoşin. Têkoşîna me ya azadixwaz a jinê avakirina Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhaneke ku reng, deng û rastiyên di cewherê xwe de jin tê de bijîn e ye. Ji ber ku ger jin azad bibe, wê hemû hêzên desthilatdar ên civakên cîhanê serûbin bibin. Paradîgmaya me ya azadîxwaz a jinê hêviyê dide. Paradîgmayeke ku dikare ji tarîtiya Rojhilata Navîn re bibe ronahî ye.”
 
'Jina ji ber ku jineke kurd bû hat qetilkirin'
 
Hatîce diyar kir ku wekî li Afganistanê li tevahiya Rojhilata navîn dixwazin ku li gorî xwe teşe bidin jinan û ev tişt got, "Îslama ku ne Îslama qesr û siltanan e, di bingeha wê de nirxên exlaqî hene. . Nirxên îslamî yên resen ne li ser vê bingehê ne ku porê mirov ji derve be yan ne ji derve be. Ji bo ehleq û  hemû nirxên mirovatiyê em niha têdikoşin. Ev cewhera hemû baweriyan e. Lê sîstema kapîtalîst sîstemên desthilatdarên ku baweriyê li gorî xwe bi kar tîninû ji bo desthilatdariya xwe bidomînin wekî amûrek bi kar tînin, di bin navê baweriyê de hewl didin civakê îstismar bikin û bi taybetî di ser jinê re hewl didin vê bikin. Ji ber ku yek ji qelsiya sereke ya ku dikare pêşiya berxwedan û azadiya jinê bigire, pergala baweriyê ye.  Jina Mahsa Amînî li Îranê ji ber ku hin têlên porê wê ji derve bû ji aliyê polîsên exlaqê ve hat qetilkirin. Li Îranê ewqas komkujî tên kirin, li ser navê olê tecawiz tên kirin, ma polîsên exlaqê van hemûyan nabînin? Jina ya kurd ji ber ku li dijî rejîma Îranê helwesteke muxalîf nîşan daye hatiye qetilkirin.”
 
'Kesên ku jin wan hişyar bikin wê ji tariyê re bibin ronahî'
 
Hatîce bal kişand ser qetilkirina endama Navenda Jineolojiyê û edîtora Kovara Jineolojiyê Nagîhan Akarsel ku li Silmanî hat qetilkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe, "Bingeha azadiya civakê, girêdayî azadiya jinê ye. Ji ber ku ger jin zana bibe civak jî wê zana be. Kesên ku jin wan hişyar bikin wê ji tariyê re bibin ronahî. Di vê wateyê de Nagihan heval jinek bû ku xwe bi pênûs, felsefe û helwesta xwe pêşve çûbû. Di vî warî de wê gelek pirtûk û gotar nivîsandine.Ger ku em îro li vir dikarin biaxivin, ji ber ku me xwe spartiye pirtûkên jineolojiyê. Yek ji jinên ku ked daye me jî Nagihan heval e. Ji ber ku jê ditirsiyan ew qetil kirin. Em qetilkirina Nagîhan Heval weke êrîşa li dijî nasnameya jinên Kurd dibînin. Yek ji nasnameyên herî girîng ên li cîhanê li dijî zîhniyeta serdest a mêr têkoşîneke rast dide jina Kurd e. Me destkeftiyên xwe bi hêsanî bi dest nexistine. Em hatin îşkencekirin, destavêtin, qetilkirin. Em bûn Ekîn Wan, cenazeyên me li Vartoyê hatin pêşandan, em bûn Gulîstan Doku, em li Dêrsimê hatin windakirin, em bûn Îpek Erê ku Mûsa Orhan tecawizî wê kir, em li Êlihê hatin qetilkirin. Lê pergala darazê ya li welatê ku ev hemû çêbûn ji bo wan hemûyan kor, kerr û lal ma."
 
‘Faşîzm civaka mîrî dixwaze' 
 
Hatîce diyar kir ku faşîzm civaka mirî dixwaze û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Cinsê ku herî zêde li dijî vê şer dike jin e. Faşîzm ji bo bijî, zextê li jinên têkoşer dike. Di bin navê polîtîkayên şerê taybet de êrişên li dijî jinan zêde dibin. Me mînaka vê yekê li Colemêrgê dît. Di heman demê de me dît ku jinên kurd li Colemêrgê dikarin çi bikin. Bingeha paradîgmaya me ya azadiya jinê wê ji hemû gelên cîhanê re soza hêvî û azadiyê bide.”
 
'Me berdêlên giran da'
 
Hatîce destnîşan kir ku bi saya têkoşîna jinên kurd dirûşma "Jin, jiyan, azadî" li cîhanê bûye gotineke siyasî û wiha bi lêv kir: "Tevî hemû zext û tundiyê jî jin daketin li kolanan. Her ku têkoşîna jinan mezin bibe, wê meyla li ser jinê jî zêde bibe. Me berdêl da û em ê bidin, lê em ê dev jê bernedin. Ji ber ku yên ku paradîgmaya azadiya jinê ji xwe re esas digirin em in. Em azadiya jinê ji bo şopdarên xwe esas digirin. Em têdikoşin ku ji bo wan cîhanek baş bihêlin. Em amade ne ku berdêla wê bidin. Kabûsa desthilatdariyê jin e."
 
'Cîhan dê bi têkoşîna jinan azad bibe'
 
Hatîce daxuyand ku ew têkoşîna jinên pêşeng ên kurd ji xwe re mînak digirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Navên mîna Sakîne Cansiz û Arîn Mîrxan hene ku ji têkoşîna jinên kurd re mîras hiştine. Zextên ku em pê re rû bi rû ne, nîşana mafdariya me ye. Em ê weke jinên kurd li erdnîgariya Kurdistan, Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê azadiyê bînin. Têkoşîna me di dîroka cîhanê de bû mînak. Hemû cîhan wê bi têkoşîna jina kurd azad bibe û bê xemilandin. Her kes wê bi gotina 'Jin, jiyan, azadî' cîhanê zindîtir bike."