Şanoya Bajar a Amedê 8'emîn mîhrîcana xwe li dar dixe

  • 09:11 15 Cotmeh 2022
  • Rojane
Rojda Aydin
 
AMED - Şanoya Bajar a Amedê di navbera 20 û 30’ê cotmehê de bi dirûşma “Va Cûdî û va ye ev ax”  8’emîn mihrîcana xwe li dar dixe. Lîstikvan Berfîn Emektar, anî ziman ku  temaşevanên wan herî zêde jin in û lîstikên wan ji aliyê jinan ve eleqeyeke mezin dîbînin. Ji ber ku jin herî zêde xwedî li çanda xwe derdikevin. 
 
Piştî ku qeyûm tayînê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin şûnde, lîstikvanên Şanoya Bajarê Amedê  ku di bin banê şaredariyê de kar û xebatên xwe dimeşandin ji karê xwe hatin dûrxistin. Li ser vê yekê lîstikvanan di 12’ê Sibata 2017’an de Şanoya Bajar a Amedê ava kirin û ji wê demê vir ve xebatên xwe bênavber didomînin. Ligel hemû astangî û derfetên kêm jî şanoya ku xebatên xwe didomîne ji aliyê gel ve jî lîstikên wê eleqeyeke mezin dibînin. Şanoya Bajar a Amedê ku bênavber xebatên xwe didomîne niha jî 8’emîn mihrîcana xwe bi dirûşma “Va Cûdî û va ye ev ax”  dê li dar bixe. Di çarçoveya mihrîcana ku di navbera 20 û 30’ê Cotmehê de dê bê lidarxistin de 17 lîstên şanoyê dê bên pêşandan.
 
Lîstikvan Berfîn Emektar a derbarê mihrîcana dê li dar bixin de axivî. 
 
Berfîn, anî ziman ku ji ber pandemiyê du sal in mihrîcan li dar nedixistine û wiha got: “Ji ber pandemiyê du salin me mihrîcana xwe li dar nexistibû. Lê em niha carekedin mihrîcana xwe li dar dixin. Ev mihrîcan ji bo me gelek girînge. Bi piştevaniya qeyûman û Wezîrê Çandê  gelek mihrîcên ku naveroka wan vala ne û çandekî tune dikin tên lidarxistin. Bi van mihrîcanan dixwazin bişaftinekî mezin bidin meşandin. Ji ber vê ye ku em gelekî girîngiyê didin vê mîhrîcana ku em ê li dar bixin.”
 
‘Qirkirinek mezin tê meşandin’
 
Berfîn, destnîşan kir ku mihrîcana wan dê di 20 û 30’ê cotmehê de bê lidarxistin û wiha domand: “ Li ser vê axê di her aliyî de qirkirinek mezin tê meşandin. Mînak qirkirina xwezê, çand û hûnerê tê meşandin. Em mihrîcana xwe bi dûrûşma ‘Va Cûdî û va ye ev ax’ li dar dixin. Ev nav di helbesteke Arjen Arî re derbas dibe.  . Me jî xwest em mîhrîcana xwe bi vî sernavî li dar bixin. Ji ber ku niha êrîşî xwezaya me dikin. Li Cûdiyê xweza tê qetilkirin û darên me tên birîn. Wek slavdayinekê em dixwazin slavê bidin xwezaya Kurdistanê. Xweza ji bo me ne bi tenê tiştek e. Xweza ji bo me hemû tişt e. Ji ber vê jî me xwest em mihrîcana xwe ya 8’emîn bi vî sernavî li dar bixin.”
 
‘Em ê li hember bişaftina çandî bên’
 
Berfîn, bi lêv kir ku di çarçoveya mîhrîcana wê li dar bixin de 17 lîstikên şanoyê û du jî semîner hene û wiha dirêjî da xaxftina xwe: “Ji bo şanoya Kurdî tişta herî xweş jî nêzî 9-10 lîstokên nû dê di mihrîcanê de bên nîşandan. Hin lîstik dê li Amedê cara yeke bên lîstin. Ev ji bo me tiştek gelek xweş e. Ev tişt jî asta şanoya Kurd ku hatiyê nîşan dide. Me xwest ku em ji çar parçeyê Kurdistanê lîstikan di mîhrîcana xwe de nîşan bidin. Ji bajarên başûrê Kurdistanê yên wekî Kerkûk, Dihok, ji rojhikatê Kurdistanê  jî ji bajarê Ûrmiyê lîstikên şanoyê di mîhrîcana xwe de nîşan bidin. Ev çend salê dawiyê ye Rojava nikare tevlî bibe. Li Stenbol, Wan, Êlih û li ku derê  şanoyên kurdî hebin me got em îsal tevlî mihrîcanê bikin. Li gor derfetên kêm mihrîcanek gelek têr û tijî wê bê lidarxistin. Lewra jî em li benda temaşevanên xwe ne. Li dijî mîhrîcanên ku li Amedê bi armanca bişaftinê tên lidarxistin em li bendê ne ku xwedîderketineke mezin ji bo mîhrîcana ku em ê li dar bixin hebe.  Em ê bi tevlîbûneke xurt û coşek mezin mihrîcana xwe bi dawî bikin.”
 
‘Eleqeya ji bo şanoya Kurd zêde ye’
 
Berfînê, di dirêjiya axaftina xwe de bilêv kir ku şanoya Kurd di çend salên dawiyê de gihîştiye asteke gelek bilind û ev tişt got: “Tevlîbûna mihrîcanan jî asta ku şanoya Kurd hatiyê nîşan dide.  Di eleqeya lîstikên şanoyê yên bi kurdî de em asta şanoya Kurd bi zelalî dikarin bibînin û em dibînin ku eleqeya ji bo şanoya Kurd zêde bûye. Şanoya Kurd êdî di nava şanoyên cihanê de dikare xwe pênase bike. Di mihrîcana me ya îsal de her çiqas lîstikên jinan pir tunebin jî dîsa du lîstokên jinan hene. Ji van lîstikan yek jî lîstika ‘Dansoz’  e ku lîstikeke gelek xweş e.  Her wiha lîstika ‘Elîzabet’ jî  heye. Ji ber ku jin di nava çand û hûnera kurdî de rengê xwe nîşan didin jî ev tişt me gelek kêfxweş dike. Ev ji bo me şanaziyek mezin e. Em dikarin bibêjin ku temaşevanên me herî zêde jin in. Jin xwedî li çand û zimanê xwe derdikevin û ji xwe re li rêyên azadiyê digerin.”
 
‘Mihrîcana me dê têr û tijî derbas bibe’
 
Berfînê di dawiyê de vê bang kir û dawî li axaftina xwe anî: “Em li benda hemû temaşevanên xwe ne ku di mihrîcanê de bên cem hev. Em ê mîhrîcan xwe 10 rojan têr û tijî derbas bikin.  Em ê di nav 10 rojan de gelê xwe bi şanoya kurd têr bikin. Ev şansekî mezin e ji bo temaşevanan. Em li benda temaşevanên xwe ne û em ê bi kêfxweşiyek mezin wan pêşwazî bikin.”