Ayşe Acar Başaran: Dê jin bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' bi ser kevin

  • 15:14 14 Cotmeh 2022
  • Ramyarî
 
ENQERE - Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, derbarê rojvê de axivî. Ayşe diyar kir ku li gel hemû astengiyên li dijî cenazeyê Nagîhan Akarsel a ku li Silêmaniyeyê hat qetilkirin jin xwedî lê derketin û got, "Dê jin bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' bi ser kevin."
 
Berdevka Meclisa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, li avahiya giştî a partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û derbarê rojeva jinê de nirxandin kir.
 
Ayşe anî ziman ku ew bi qezaya wesayita ku parlamenterên HDP'ê tê de bûn a vê sibehê gelek xemgîn bûye, ji bo birîdanran şîfayê dixwaze û ji ajovanê wesayitê ku jiyana xwe ji dest daye re jî rahmetê û ji malbata wî re sersaxiyê dixwaze.
 
Li gund dorpêçeke mezin hebû: Malbat tehdît kirin
 
Ayşe diyar kir ku wan duh cenazeyê Nagîhan Akarsel a li bajarê Silêmanî ê Herêma Federe ya Kurdistanê hat qetilkirin anîne gundê Golyazi yê navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê. Ayşe anî ziman ku Nagîhan endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê bû, bi salan li qada çapemenî û jinê kedeke mezin dabû û wiha berdewam kir: "Mixabin ji bo cenazeyê hevala me Nagîhan ku bi rojan e hatiye qetilkirin, di bin navê prosedurê de li Herêma Federe ya Kurdistanê gelek astengî hatin derxistin. Di dawiyê de cenaze bi balafirê nehat şandin, duh bi rêya bejahî anîn gundê wê yê Konyayê û hat definkirin. Helbet beriya definkirinê  jî li gund ablukayeke mezin hebû. Me bi çavê xwe dît ku li gund qereqol ava kirin. Leşkeran gef li xizm, heval û malbata Nagîhanê xwarin ku dirûşim neyên berzkirin. Herwiha zeta "heke hûn nîşaneyên serkeftinê çêbikin emê tiliya we bişkînin" û bi gotina,  'Cenazeyê bi bêdengî defin bikin an na em ê gund bişewitînin' gef li malbata Nagîhanê û gundiyan xwarin xwarin. Ji ber vê gelek heval û xizmên wê mecbûr man ku gund biterikînin. 
 
 Xwedîderketina li jina kurd ku hat qetilkirin asteng kirin
 
Dema ku em wek parlamenter ji bo merasîma cenaze çûn gund, heta ku em gîhaştin gund em li 6 cihan di kontrolê re hatin derbaskirin û li her cihê ku em lê hatin rawestandin nasnameyên me hatin lêpirsînkirin. Dema ku me sedema van astengiyan pirsî, ji aliyê Walîtiyê ve 2 roj qedexeya çalakiyê weke hincet hate nîşandan. Lê em baş dizanin ku çima çalakî hatine qedexekirin. Ev zexta ji bo hevala me Nagîhan ku bi salan ji bo zanista jinê Jineolojiyê û têkoşîna jinê ked dabû bi awayê girseyî neyê definkirin bû.  Helbet bi vê jî bi sînor neman. Em baş dizanin ku bi rastî jî hikûmet hewl dide sûcê xwe veşêre. Ji ber ku tenê çend roj berê daxuyaniyên kujer ên ku ji raya giştî re hatin eşkerekirin û îdiayên ku piştgirî û girêdana Tirkiyeyê di vê cînayetê de heye niha ji raya giştî re eşkere bûne. Tam ji bo vê yekê bû ku hikûmetê nexwest bi awayê girseyî xwedî li vê jina kurd were derketin. Lê belê tu zext û astengî nekarin rê li me bigirin ku em peywira xwe ya dawî ji bo heval Nagîhan pêk bînin. Me û hezkiriyên wê peywira xwe ya dawî ji bo heval Nagîhan li derveyî gund an jî li ser gora wê bi cih anî û xatir jê xwest. Ji vir em careke din sersaxiyê ji malbat, hezkiriyên wê û hemû gelê xwe re dixwazin.”
 
Jinên ku heqîqetê digerin dibin hedef
 
Em Hevrîn Xelef di sala sêyemîn a qetilkirina wê de careke din bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn, jinên kurd ên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Seve Demîr, Pakîze Nayir, Fatma Uyar, Nagihan Akarsel ji ber têkoşîna xwe ji aliyê dewleta mêr ve hatin qetilkirin. Helbet jin ne tenê tên qetilkirin. Jinên kurd li Tirkiyeyê bi polîtîkayên zext û binçavkirinê tên girtin. Îro li vî welatî Ayşe Gokkan, Leyla Guven, Sebahat Tuncel, Gultan Kişanak û bi sedan hevalên me ji bo azadiya jinê têdikoşin, li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ne, polîtîkayên wan red dikin, hatine girtin. Wê demê gelo çima jinên kurd dibin hedef? Bi rastî em bersiva vê pirsê baş dizanin. Bi taybetî li Kurdistanê jin ji ber ku li dijî dîroka derewîn ê mer, heqîqetê digerin tên hedef girtin. 
 
Jin bi xwe azad dibe
 
Jin li dijî pergala serdest a mêr, şer kaos, mîlîtarîst, zayendperestiyê, dixwazin jiyaneke nû ya demokratîk, ekolojîk, azadîxwaziya ava bikin. Ji ber vê tên hedefgirtin. Têkoşîna jinên kurd di jiyana nû de tenê weke teoriyekê namîne. Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê mînaka herî baş a vê yekê ye, ji ber ku di pratîkê de tê kirin, dibin hedef. Ji ber ku jin bi xwe azad dibe, ji ber ku bi şîara 'Xwe azad bike' têdikoşe dibin hedef.
 
Dê pênûsa Nagîhanê li erdê nemîne 
 
Em dizanin ku 11 guleyên ku li hevala me Nagihan hatiye berdan, li dijî têkoşîna azadiya jinan û di serî de li hemberî jinên kurd, serhildan û têkoşîna heqîqetê hatiye berdan. Kesên Nagîhan qetil kir ev talîmat ji bloka mêran a faşîst a AKP MHP’ê wergirtî ye. Nêzîkatiya terorê ya ku di merasîma cenazeyê wê de bikar anîn, nîşana van bû. Li vir em careke din diyar dikin; pênûsa Nagîhanê ya heqîqetê tu carî dê li erdê nemîne. Jin wê li dijî dîroka derew dîroka xwe binivîsînin. Ji vir em careke din bang li rêveberiya herêma Kurdistanê dikin, divê demildest diyar bike ku kujer ev sûc çawa kiriye, kî piştgiriya lojîstîk û bi çi rêbazan kiriye, kê îstîxbarat daye û têkiliya wî bi Tirkiyeyê re çi ye. Li hemberî Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê weke erkekî disekine. Em li vir diyar dikin ku heta kujerên qetilkirina heval Nagîhan bên dîtin em ê têkoşîna xwe bidomînin.
 
Em kesên ferman didin baş nas dikin
 
Ji aliyek tundî, hedefgirtin û qetlîam û aliyê din jî danişîna doza 5’emîn a hevalê me Denîz Poyraz a ku li avahiya partiya me ya Îzmîrê hat qetilkirin hat dîtin. Di nava rojê de de kesekî bi çekê ket avahiya me hevala me qetil kir. Niha wekî ku kujer tê darizandin tê nîşandan. Kujer Onur Gencer ev cînayet bi tena serê xwe  nekiriye. Em kesên ku ferman dane, yên ku piştgirî dane wî û yên ku bi wî re plan kirine, baş nas dikin. Li pişt wê hêzeke mezin hebû. Dadger ji bo ku ev yek neyê eşkerekirin çi ji destê wan tê dike. Me gelek caran dît ku dema kujer ji avahiya partiya me derdiket, polîs wî hembêz kirin û gotin 'Navê te çi ye bira?'. Di danişînê de çawa hemû tehdîd hatin paşguhkirin. Di rûniştina dawî de qatil gef li malbat, xwişk û birayên Denîz û yên li salona dadgehê xwar. Li hemberî vê yekê cendirmeyan êrişî temaşevanên li salonê û birayê Denîzê kirin. Di dîrokê de wekî bûyereke nedîtî, gaza bîberê li salona dadgehê hat avêtin.
 
Nehiştin tevlî danişînê bibin
 
Îro 6’emîn rûniştina dozê sewqî Girtîgeha Girtî ya Şakranê hat kirin. Helbet îro hevalên me jî çûne wê derê û danişîn şopandin. Ne tenê hevalên me, parlementerên me, hevalên me yên rêveber, parêzerên rêxistinên jinan jî xwestin li Girtîgeha Sergirtî ya Şakranê rûniştina dozê bişopînin. Lê mixabin destûr nehat dayîn ku parêzer jî di nav de tu kes beşdarî rûniştinê bibe. Dîsa rastî êrişeke bi heman rengî hatin. Em dizanin ku wateya wê çi ye. Me hemûyan bi hev re şahidî kir ku plansazê vê qetlîamê kî bû, kujer ji kê piştgirî girt.
 
Li dijî partiya me, li ser me, li ser têkoşîna jinan ewqas êriş tên kirin, ji ber milîtarîzm, zayendperestî û polîtîkayên şer ên li Tirkiyeyê her roj tundiya li ser jinê zêde dibe. Em êdî naxwazin di daxuyaniyên xwe de diyar bikin ka çend jin hatine qetilkirin. Em êdî naxwazin ji raya giştî re ragihînin û bibihîzin ku ne tenê çend jin, jinek jî hatine qetilkirin.
 
Jin edaleteke rasteqîn daxwaz dikin
 
Li gorî rapora şîdeta li ser jinan a meha îlonê, herî kêm 26 jin di encama şîdeta mêran de hatine kuştin, 19 jin jî bi guman mirine. Gulistan Doku zêdeyî hezar roj e winda ye, lê Zaînal Abarakov a ku biryara kontrola edlî jê re hatiye dayîn, îmzeyan navêje. Lê ji ber ku îmze navêje der barê wî de tu tedbîr nehatine girtin. Em pêvajoyê dizanin ji ber ku ew li ser me pir tê sepandin. Dema çepgir, mûxalîf û jin neçin îmze nevêjin bi lez û bez li dijî wan lêpirsîn tên destpêkirin, ji bo Zaînal Abarakov niha tu prosedur tune ye. Daxwaza girtina komeleyên ku piştgiriyê didin jinên ku di korîdorên edliyeyê de nikarin edaletê bibînin jî êrişek heye. Jinên ku dibêjin em ne edaleta mêr em edaleta rasteqîn dixwazin bi êrişê re rûbirû dimînin. 
 
Li Îranê em dibînin ku jiyaneke cuda li jinan tê ferzkirin. Li Îranê jin bi darê zorê serê xwe digrin. Me gelek caran rewşa jinên Îranê anî ziman. Hûn nikarin bi zorê porê jinan veşêrin an jî vekin, divê hêza serdest a mêr dev ji zorê berde. Ji ber vê jî jin li hemû cîhanê, li Rojhilatê Kurdistanê, Îranê, Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di nav serhildanê de nin. bi xwe bidin serhildanê.
 
Em ê jiyaneke azad ava bikin 
 
Herî dawî di 9’ê Cotmehê de hevalê me Habîp Eksik di dema çalakiyên şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Birêz Ocalan de ji ber tundiya polîsan lingê wî şikest. Ev bi rastî jî wek nîşaneya ku hikûmet atmosfereke çawa diafirîne û çawa hewl dide siyaseta demokratîk bitepisîne, derdikeve pêşberî me. Em ê li dijî van êrişan têkoşîna xwe bidomînin. Em ê li dijî tecrîdê li her qadên jiyanê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê avakirina jiyana azad bidomînin. 
 
Dê têkoşîna jinan bi ser keve 
 
Bawer bikin, em ê van polîtîkayên vê desthilatdariyê yên ku bi qanûna sansûrê ya ji duh ve li meclîsê hatiye derxistin, bi têkoşîna ku li kolanan li meclîsê bidin meşandin, ji holê rakin. Yê bi ser keve wê têkoşîna rêxistinbûyî ya jinan be. Yê bi ser keve wê têkoşîna azadiyê ya jinê be. 'Jin jiyan azadî' dê bibe dirûşma jinên serkeftî.'