'Wê têkoşîna me ya li dijî lêgerîna tazî û îşkenceyê bidome'

  • 09:06 14 Cotmeh 2022
  • Rojane
Rabia Onver 
 
COLEMÊRG - Jinên ku di 9'ê Cotmehê de polîsan li wan dan û ew kirin bin çavan her wiha di bin çavan de lêgerîna tazî li wan hat ferzkirin, destdirêjî li dijî wan hat kirin wiha gotin:"Wê têkoşîna me ya li dijî lêgerîna tazî û îşkenceyê bidome."
 
Bi munasebeta 9'ê Cotmehê Roja salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li gelek navendan bi hezaran kes derketin qadan. Yek ji navnîşana ku meşa girseyî lê pêk hat Colemêrg bû. Polîsan mudaxaleyî girseyê kir û li vir ji sê cihan nigê Parlamenterê Îdirê Habip Eksik hat şikandin. Tevî parêzer û rojnamegeran 16 kesî ji aliyê polîsan ve lêdan xwarin û hatin binçavkirin. Jinên hatin binçavkirin bi îşkence û lêgerîna tazî rû bi rû man. 
 
Jinên bi îşkence û lêgerîna tazî rû bi rû man gotin ew ê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
'Di hewa sar de derî vekirî hiştin'
 
Hevseroka HDP'ê ya Colemêrgê Sînem Seven da zanîn ku êriş bi zaneyî hat kirin û wiha got:"Polîsan me dorpêç kir û tundî, îşkence li me kirin. Dema pevçûn derket jî me kirin bin çavan. Tevî sar û hewa baran bû dîsa jî bi saetan me di wesayita binçavkirinê de hiştin û derî jî vekirî bûn. Heta me birin nexweşxaneyê jî derî vekirîbûn. Hevalên me yên regl hebûn. Me ped xwest lê pir dereng dan. Polîseke ev bihîst got çima we dayê?"
 
'Polîsan dest dirêjî me kirin'
 
Sinemê da zanîn ku dema piştî nexweşxaneyê polîsan ew birine emniyeta Geverê li wir polîsekî dest dirêjî wê kiriye û got:"Hevalên me yên kirin bin çavan yek bi yek birin nezaretê. Wê demê ez û hevseroka me ya bajêr em bi tenê di wesayetê de man. Hewa tarî bûbû polîsekî ronahiya telefona xwe tim dida me û piştre vedimirand. Me got em nerehet dibin jî dîsa dewam kir. Dema me birin nezaretê gotin gerek hûn hemû kincên xwe ji xwe bikin. Me qebûl nekir li me dan. Ji ber min lêgerîna tazî qebûl nekir bi saetan li odeyeke sar ez dam sekinandin. Dema ez birim nezaretê min silav da hevalek xwe wê demê polîseke jin hat ser min û got ez ê tiliyên te bişkînim."
 
'Em ê wan gilî bikin'
 
Hevseroka HDP'ê ya Colemêrgê Humeyra Armut da zanîn polîsan raste rast êrişî girseyê kirin û got:"Polîsan cihê me bi mertalan teng kirin me bi zorê hilm girtin. Piştî ez hatim binçavkirin polîsan bi copê bi serê min dada. Milê me dijdandin. Bi kîn û bi hêrs nêzî me dibûn. Li me dan û lêgerîna tazî li ser me ferz kirin. Hewa sar bû me betanî dixwest lê nedan me. Me bi saetan av xwest lê ew jî nedan. Em lêgerîna tazî qebûl nakin. Em ê wan gilî bikin û heta lêgerîna tazî bi dawî bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin."
 
'Em ê têbikoşin'
 
Rêvebera HDP'ê Gulcan Ceylan jî wiha got:"Destê me xwar dikirin. Me got lêgerîna tazî sûc e lê bi zorê li me ferz kirin. Em ê wekî jin li dijî lêgerîna tazî û zayendparêz têkoşîna xwe bidomînin."