'9'emîn Konferansa Kongreya Star a li Hesekê ji êrişan re bû bersiv'

  • 09:01 14 Cotmeh 2022
  • Rojane
Hêlîn Asmîn
 
QAMIŞLO - Endama Koordînasyona Kongreya Star a kontona Hesekê, Rîma Mehmud Îsa têkildarî 9'emîn konferansa Kongreya Star a Kantona Hesekê ya di 8'ê Cotmehê de bi tevlîbûna 400 delegeyan hat lidarxistin wiha got: ''Konferansa me di demeke pir zor û zehmet de hat lidarxistin, dema me amadekariyên konferansê dikir hevala me Zeynep Saroxan li Girkê Legê, Nagîhan Akarsel li Başûrê Kurdistanê û li û Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî Jîna Mahsa Emînî hatin qetilkirin. Êrîş bi tevahî ji bo têkbirina jinê bûn. Lê 9'emîn Konferansa Kongreya Star a li Hesekê ji êrişan re bû bersiv." 
 
9'emîn konferansa Kongreya Star a Kantona Hesekê di 8'ê Cotmehê de bi tevlîbûna 400 delegeyan hat lidarxistin. Konferans bi dirûşma "Bi rihê Jiyan û Zeyneban em ê destkeftiyên şoreşa jinê biparêzin û bi ser bikevin" hat lidarxistin. Di encama  hilbijartinê de Meclîsa Kongreya Star tevî komîteyên wê ji 15 kesan pêk tê. Koordînasyona teng ji 5 kesan pêk tê. Her wiha 10 kes berdevkên Komîteyên Meclîsa Kongreya Star a kantona Hesekê, rêveberên Komîteya tenduristî, parastin, perwerde, qada civakî, ragihandin, edaleta jinê, aborî, hîlala zêrîn hat hilbijartin. Endama Koordînasyona Kongreya Star a kontona Hesekê, Rîma Mehmud Îsa ji ajansa me re nirxandina konferansê kir. 
 
'Armanca em ew e ku ev konferans bibe azadiya Rêber Apo'
 
Rîma Mehmud Îsa di destpêka axaftina xwe de konferans li hemû jinan pîroz kir û wiha got:"Amadekariyên konferansa me ji 8'ê Îlonê dest pê kir. Ji wê demê heta niha em amadekariyên konferansê dikin. Me bi tevahî li gund, navçe û bajaran civînên berfirêh çêkirin. Me bi giştî, komîtê û berdevkên, komîteyan derxistin. Piştre me konferansa kantonê çêkir. Berî em vê konferansê pêk bînin me ji hemû endamên komîteyên xwe nêrîn girtin. Ji ber vê konferansa me gelek encamên baş girt. Me ev konferans di 8'ê Cotmehê de li dar xist. Di konferansa me de jinên sazî û dezgahên Rêveberiya Xweser  û saziya Malbata Şehîdan û Dayikên Aştiyê amade bûn. Her wiha kar û xebatên du salan me nirxand, di nava van du salan de karê me kiriye, bi giştî hat nirxandin. Nirxandinên konferansê gelek dewlemend bûn. Daxwaz û armanca em ew e ku ev konferans bibe azadiya Rêber Apo. Ji ber Azadiya Rêber Apo azadiya jinê ye.'' 
 
'9'emîn Konferansa Kongreya Star a li Hesekê ji êrişan re bû bersiv'
 
Rîma bal kişand ser pêvajoya lidarxistina konferansê û wiha got: ''Konferansa me di demeke pir zor û zehmet de hate lidarxistin, dema me amadekariyên konferansê dikir hevala me Zeynep Saroxan li Girkê Legê, Nagîhan Akarsel li Başûrê Kurdistanê û li û Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî Jîna Mahsa Emînî hatin qetilkirin. Êrîş bi tevahî ji bo têkbirina jinê bûn. Lê 9'emîn Konferansa Kongreya Star a li Hesekê ji êrişan re bû bersiv. Konferansa me ji hêzên desthilatdar re ev dîsa da nîşan da û got 'hûn tu carî nikarin îradeya jina azad bişkînin'. Konferansa me di demek pir zehmet de hate çêkirin. Lê israr û îradeya me pir girîng e. Me bi rihê Zeyneban ev konferans li dar xist. Di dema konferansê de me ev rastî dît ku jin li hember desthilatdariyê bi hêrs e û bi her awayî daxwaza azadiya xwe dike. Tu sînoran nas nake. Em îro li tevahî cîhanê binêrîn, jin li ser piyan in, ji bo azadiya xwe têkoşînê didin meşandin. Me jî bi vî rihî xwest em konferansa xwe bidin meşandin.''
 
'Bi rihê Jiyan û Zeyneban em ê destkeftiyên şoreşa jinê biparêzin'
 
Rîma destnîşan kir ku zîhniyeta ku jinan qetil dike nayên darizandin û wiha bi lêv kir: ''Ji destpêka Şoreşa Rojava heta niha bi dehan jin hatine hedefgirtin. Bi taybet piştî Serê Kaniyê û Girê Spî hatin dagirkirin jin bûn hedefa dewleta tirk û komên girêdayî wê. Kuştin û komkujiyên jinan zêde bûn. Di heman demê de zext û penaberî zêdetir bûne. Di roja me de tevahî cîhan van komkujiyana dibîne lê dengê xwe nakin, ji nedîtivê tên. Di konferansa me de derket holê ku jin wê li hember hemû êrîş û komkujiyan jî li berxwe bide. Her şehadeta ku çêdibe ji me re wê bibe rêya ku em li ser bimeşin û tola wan rakin. Em şopdarê rêya Hevrîn, Zeynep û Jiyanan e. Soza me jî li ser vê esasê ye. Kesek nikare îradeya jinê bişkîne. Ji êrîşên li ser Serê Kaniyê vir de me dît ku çi dibe bila bibe wê jin her têkoşîna xwe bide meşandin. Bersiva herî mezin, me di vê konferansê de daye dijmin ev bû ku bi rihê Jiyan û Zeyneban em ê destkeftiyên şoreşa jinê biparêzin û bi ser bikevin.''
 
'Divê li derê jin bi rêxistin bibin'
 
Rîma wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di vê pevajoyê de Jîna Emînî bû sembola berxwedana jinan. Tevahî jinên cîhanê bi dirûşma 'jin jiyan azadî' derketin qadan û li Jîna xwedî derketin. Hêzên desthilatdar xwestin bi rêka Jîna re îradeya jinê bişkînin lê Jîna bû sembola berxwedanê. Mijarek herî esasî ya me di konferansê de nîqaş kir yek jî jê li ku derê jinek pêwîst e xwe bi rêxistin bikin, divê xwe bi rêxistin bike û yek jin bê rêxistin nemîne. Ji bo bikaribe xwe biparêzê û parastina mafê xwe  bike. Her wiha em bikaribin bi fikrên Rêber Apo ji mêran re perwerdeyên hevpar û xweser bidin destpêkirin. Her wiha ji bo jinên Ereb dewrêyên perwerdeyê vebin. Armanca me ya van perwerdeyan ew e ku em bikaribin civakek hîn zana ava bikin. Ji bo em bikaribin xwe bigihînin her jinêkê em bi komînan re tev bigerin û Komînên Taxan û Gundan bi rêxistin bikin.''
 
'Wê yekîtiya jinê û gelan Şoreşa Rojava mezin bike'
 
Rîma di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser jinên ereb, zehmetiyên ku dijîn û wiha got: ''Jinên ereb di herêma me de gelek in. Em bi tevahî jin bi hevdu re dijîn lê di jiyanê de jinên ereb di milê paşverûtiyê de gelek zehmetiyan dijîn. Em ê bi vê hemleyê hewl bibin zihniyeta paşverû biguherin. Ji ber di civaka me de gelek paşverû hene û jin li hember vê zehmetiyan dibînin. Ji întixarê heta zewaca emîrbiçûk hemû ji bo jinê dibin dojeh. Taybet di civaka ereban de mêr herî kêm bi du jinan re dizewicin û zarokên xwe hîn 14 salî didin zewicandin. Ji ber vê gelek întixar û berdan çêdibin. Ev jî li ser civakê bandoreke neyînî dike. Ji bo em bikaribin li hember van hemû pirsgirêkan bisekinin em ê dest bi hemleya şerê Gelê Şoreşgerî bikin û civakê perwerde bikin. Ji ber civaka di aliyê fikir û raman de zane be wê bigihêje azadiya xwe. Wê yekîtiya jinê û gelan Şoreşa Rojava mezin bike. Hêvî û banga me ji tevahî jinan jî ev e, em bi yekîtiya xwe, şoreşê biparêzin.''