'Nobeta Edaletê' ya Amedê: CHP’ê deriyê xwe ji me re venekir

  • 12:13 13 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
AMED - Çalakiya “Nobeta Edaletê” ya malbatên girtiyan li ber Edliya Amedê pêk hat, malbatên ku çûbûn Enqereyê bi partiyên siyasî re hevdînê pêk anîn, gotin: "CHP’ê deriyê xwe ji me re venekir. Em wan şermezar dikin. Divê bizanin em ê heta dawiyê li pêy doza zarokên xwe bin." 
 
Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya ji aliyê malbatên girtiyan ve ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediyaye lê nayên berdan hatibû destpêkirin, li ber Edliya Amedê berdewam kir. Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), endamên Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Yekîtî Çand û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Mezopotamyayê Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hukumxwaran re ya Medê (MED TUHAD FED), Komeleya 78'an, Komeleya Hîqûqnasên Azadîyê (OHD) û Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ji bo piştevaniyê tevlî çalakiyê bûn.
 
Reşat Ada ya ku demên borî de jî bo bi partiyên siyasî re hevdîtinê bike çûbû Enqereyê, anî zîman ku ew saleke çalakiya xwe ya "Nobeta Edaletê" didomînin û wiha got: “Çima li ser girtiyên me yên nexweş nasekinin. Înfazê wan dişewitînin û cezayê yek hucreyê didin wan. Em vê tiştê qebûl nakin. 
 
Girtiyên nexweş dema dibin nexweşxaneyê bi destên kelepçeyî dibin. Ew jî ji ber vê tiştê tedawiyê qebûl nakin. Me raporên girtiyên nexweş bir Enqereyê û me hemû saziyên siyasî geriyan. Me ji wan re got ku meclis vedibe û bila meclîs li ser bisekine. Wezîrê Dadê û Serokkomar çavên xwe veke. Êdî bes e em vê zilmê qebûl nakin. Bila cîhan baş bizanibe ku CHP’ê deriyê xwe ji me re venekir.  Em wan şermezar dikin. Heta damleyek xwîna me hebe em ê li pey girtiyên xwe bin. 
 
Duh girtiyek din dîsa jiyana xwe ji dest da. Em ê li pey têkoşîna girtiyên xwe bin. Kesên ku tiştên qirêj dikin tên berdan. Em vê zilma li ser zarokên xwe qebûl nakin. Cezayê disîplinê didin zarokên me. Zilmek mezin li ser wan tê meşandin. Em deyndarê zarokên xwe ne. Bila li ser girtiyên nexweş bisekinin û înfazê wan neşewitînin. Banga me ji hemû kesan heye ku rabin li ser piyan.”
 
'Em ê ji bo zarokên xwe li her derê bin'
 
 Ji malbatên girtiyan Încî Guler jî di çalakiyê de axivî û diyar kir ku bi partiyên siyasî re li Enqereyê hevdîtinê kirine û wiha berdewam kir: "Waye saleke wan temam dibe lê hîn ji bo girtiyên xwe edaletê digerin. Ger ku îro rewşa girtiyên me her ku diçe giran dibe û cenaze ji girtîgehê dertên divê ji bo partiyên siyasî bibe şermek mezin. Divê hemû partiyên siyasî xwedî li girtiyan derkevin. Em dibêjin zarok û birayên me tên kuştin. Li Tirkiyê mirovahî tuneye? Saziyekî ku dibêje ez mirovim tuneye gelo? Çima tedawiya girtiyên nexweş nayê kirin? Em ê ji bo zarokên xwe li her derê bin."
 
Daxuyanî bî berzkirina dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanan" û "Heq, hiqûq, adalet" bi dawî bû.