Meclîsa Jinan a HDP'ê li navçeyên Îzmîrê atolyeyan li dar dixe

  • 09:08 13 Cotmeh 2022
  • Rojane
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Îzmîrê li navçeyan dest bi xebata atolyeyan dike û atolye dê 4 hefteyan bidome. Rêvebera HDP'ê ya Îzmîrê Mehtap Alîşan, diyar kir ku li dar xistina atolyeyan ji bo jinan girîng e û got: "Jin di atolyeyan de xwe nas dike, tecrûbeyên xwe parvedike û mekanîzmayên hilberînê diafirîne." 
 
Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (HDP) a Îzmîrê, dest bi xebata atolyeyan kir. Atolyeya ewilî li avahiya Rêxistina HDP'ê ya navçeya Karşiyakayê pêk hat. Her wiha dê li navçeyên din ên Îzmîrê jî atolyê bên lidarxistin. Her atolyê dê 4 hefteyan bidome. Di atolyeyê de jin dê tecrûbeyên xwe yên jiyanî û têkoşînê parvebikin. 
 
Derbarê mijarê de ji rêvebera HDP'ê ya bajêr Mehtep Alîşan ji ajansa me re axivî. 
 
Mehtap, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser li dar xistina atoleyeya yekemîn a li navçeya Karşiyakayê û got: "Serê ewilî em gelek bi fikar bûn, gelo dê çawa be, em ê çi bikin. Lê belê piştî ku atolye destpê kir, jin tecrûbeyên xwe parvekirin hemû fikarên me belavbûn. Me dît ku hewcedariya xebateke bi vî rengî heye. Bi taybetî em gelek caran li qadan di nav xebatan de nin lê belê mekanîzmayên bi vî rengî ya nûkirinê me pêşnexistibû. Armanca me li vir pêşxistina mekanîzmayên nûbûnê ye. Rewşa xwe, asta xwe, em li ku ne, em çawa saz dikin, em wan tiştan carek din ji xwe dipirsin. Di atolyeyê de em pêşî li ser wateya navê xwe rawestiyan û me têkiliya di navbera nav û bedena xwe lêpirsin kir."
 
Mehtap, destnîşan kir ku dê atolye 4 hefteyan bidome û wiha bi lêv kir: "Di wan atolyeyan de em ê ser têkilî danîna jinan a ji hev dû re bişopînin. Em ê hewl bidin ku hevdû nas bikin û xwe bidin naskirin. Em ê cudakarî û dewlemendiya xwe derxin holê. Gelek caran ji ber jiyana rojane em cudariyan tiştan nabînin. Em ji xwe û bedena xwe ji dûr dikevin."
 
Mehtap, diyar kir ku demek dirêje dixwestin xebatek bi vî rengî li dar bixin û got: "Tişta ku me pêk anî gelek bi nirx e. Di dawiyê de jinan bal kişand ser girîngiya wê xebatê. Em çend ji hevdû cuda bin jî ji bo yekitiyê û xebateke hevpar ev atolye girîng bû em gihaştin vê encamê. Ev xebat ji bo me gelek girîng e. Her wiha ev xebat dê li navçeyên din jî bidome."