Jina têkoşer Ayşe: Piştî 12 sal şûnde eşyayên kurê min radestî min kirin

  • 09:04 13 Cotmeh 2022
  • Rojane
Sema Çaglak
 
ŞIRNEX - Eşyayên Abdullah Hezer ê ku 12 sal beriya niha di pêvçûnê de jiyana xwe ji dest dabû di 26'ê îlonê de radestî dayika wî Ayşeyê kirin. Ayşe wiha behs kir: "Di nav çanteyê de kinc, tizbî, saet, gustil û şapqeya wî hebû. Xwestin êşa min a 12 salan ji nûve zindî bikin."
 
Ayşe Hezer a ku li herêmê bi têkoşîn û berxwedana xwe tê nasîn, ligel zext û zilma dewletê her berxwedana xwe berdewam dike. Keça wê Bîşeng di 3'yê gulana 2021’ê de li Herêma Federal a Kurdistanê di encama êrişa çekên kîmyewî de hat qetilkirin û îşkence bi cenazeyê hat kirin, di 26'ê îlona de tiştên kurê wê Abdullah ê di sala 2010'an de hatî qetilkirin radestî wê kirin. 
 
Derbarê radestkirina eşyayên wî ya piştî 12 salan de Ayşe hest û ramanê xwe ji ajansa me re anî ziman. 
 
Ayşeya 64 salî, li gundikê Cirahî yê girêdayî navçeya Hezexê hatiye dinê. Malbata Ayşeyê ji ber zilmê berê xwe da Mêrsînê û nêzî 12 salan li wir man. Lê pişt re vegeriyan ser axa xwe. Du birayên wê di destpêka avakirina PKK’ê de tevli PKK'ê bûne û di salên 90’î de jî jiyana xwe ji dest dane û hej jî cenazeyên wan nehatiye dayîn. Du biraziyên wê jî li dijî zilm û neheqiya li hember kurdan qebûl nekir û beşdarî Tevgera Azadiyê bû. 
 
'Li dijî zilmê rabûn...'
 
Ayşeya ku 10 zarokên xwe di nav şert û mercên zehmet de mezin kir her bi zilma dewletê re jî rûbirû dimîne. Kurê wê ya mezin Abdullah Hezer di sala 2004'an de tevlî PKK'ê dibe. Piştî tevlîbûna wî her polîs bi ser mala wan de digire. Di sala 2010’an de Abdullah li ser pira Cizîrê di encama pêvçûnê de jiyana xwe ji dest dide. Her wiha kurekî wê jî li Stenbolê di 13 saliya xwe de tê girtin û bi îşkenceyê pişta wî dişkenin, piştî serbest tê berdan biryara girtinê tê dayîn û 125 sal ceza lê tê birîn. Lê ew li dijî cezayê berê xwe dide Ewropayê. Kurekî wê ya din jî piştî 5 salan li girtîgehê dimîne berê xwe dide Tevgera Azadiyê. Her wiha keça wê Bişeng jî di sala 2014 an de tevlî Tevgera Azadiyê dibe û li herêma Avaşînê ya li Herêma Federel a Kurdistanê di 3'yê gulana 2021’ê de bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dide. Keçikek wê jî ji ber ku qeza kir û rewşa wê nebaş bû ji bo tedawî bibîne ew jî berê xwe da Ewropayê.
 
'Bi çekên kimyewî keça min qetilkirin'
 
Ayşe demên borî ji bo keça xwe Bişeng wiha axivî bû: "Bîşeng 7 salan di nava tevgerê de ma. Min di televîzyonê de bihîst ku şehîd ketiye. Bi çekên kîmyewî hatibû qetilkirin û piştre gelek îşkence li cenazeyê keça min kiribûn. Dewlet bi xwe di hesabên xwe yên dîjîtal de parve kiribû. Keça min tazî kiribûn û bi erdê ve kaş kiribûn. Pişt re îşkence li keça min kiribûn. Ew kêlî dikevin bîra min dile min pir dişewite. Çima tu dewlet an jî sazî li hemberî vê dengê xwe bilind nakin?"
 
'Li dozgeriyê çenteyeke da min'
 
Dewleta ku her tim dixwaze êşa wan dayikan zindî bihêle serî li her rêbazê dide. Yek ji wan rêbazan li hember Ayşeyê bikaranîn. Çend heftê beriya niha emniyet bang li Ayşeyê dike ku bê eşyayên kurê xwe Abdullah bigire. Ayşe wiha behs kir: "Di 20'ê îlonê de dayika min li nexweşxaneya Amedê vefat kir. Ji bo cenazeyê bigirin û bînin Hezexê em bi rê ketin. Vê demê emniyetê min geriya û got 'Divê tu bê emniyetê' min jî wan re got şîna min heye û ez nikarim bêm. Lê belê ji ber ku bawer nekirin, dema em hatin Hezexê di nokteya lêgerînê de ji bo teyîdkirina cenaze ji Amedê re telefon vekirin û piştre hiştin em derbas bibin. Di 26'ê îlonê de ez çûm emniyetê û li vir min şandin dozgeriyê û li vir jî çenteyek dan min."
 
'Êşa 12 salan ji nûve zindî kirin' 
 
Ayşe dema behsa wan keliyan dike pir bi hestiyar dibe û dibêje: "Di nav çanteyê de eşyayên kurê min hebûn. Kincê wî, tizbî, saet, gustil û şapqeya wî... Di nav çanteyê de bûn. Ez gelek pê êşiyam. Wekî kurê min carekdin şehîd ket min hîs kir. Hemû bîranînên wî li ber çavên min carek din zindî bûn. Piştî 12 sal şûn de çi heqê wan heye ku zilmê li me dikin.”
 
‘Ez ê her parastina doza zarokên xwe bikim' 
 
Ayşeya ku ligel ewqas êş, kul û derdan dîsa dev jî berxwedanê berneda û li her derê parastina doza zarokên xwe dike û wiha bi lêv kir: "Ez bi zarokên xwe serbilind û bi têkoşîna wan jî bi şanaz in. Ew ji bo mafê me canê xwe kirin mertal. Me gelek berdelên giranbûha dan. Du zarokên min şehîd in, du birayên min şehîd in û ez li pey doz û têkoşîna wan im."
 
'Ez vê zilmê ji bîrnakim'
 
Ayşeya ku niha li Hezexê dijî wiha dawî li axaftina xwe anî: "Gava kurê min şehîd ket çima eşyayên wî radestî nekirin û piştî 12 sal şûn de eşyayên wî didin min. Êşa heyî dixwazin carek din zindî bikin. Lê ez tu wextî wan zilm û êrişan ji bîr nakim.”