Rêhevala Yadê Eqîde: Ez soz didim ku ez ê xeyalên wê pêk bînim

  • 09:01 13 Cotmeh 2022
  • Rojane
Hêlîn Asmîn
 
QAMIŞLO - Endama Komîteya Edaletê û Rêhevala Yadê Eqîde, Esma Murad qala jiyan, bibîranîn û têkoşîna Yadê Eqîde kir û wiha got: "Yadê Eqîde di hemû kêliyên jiyana xwe de, bi rêxistinî dijiya û bi rihê xwe yê welatparêziyê li pêş bû. Hemû fikrên wê li ser welat bûn. Di sala 2018'an de dema Efrîn û Serê Kaniyê hatin dagirkirin, her tim digot 'em gerek xwe bikin mertalê zindî'. Ez soz didim ku ez ê xeyalên Yadê Eqîde pêk bînim û heta dawiya jiyana xwe karê me yê nîvçe maye dewam bikim."
 
Bi hezaran dayikên kurdan bi berxwedan û têkoşîna xwe hatine naskirin. Ketine rûpêlên dîrokê. Yek ji wan dayikan ku bû destana berxwedanê û ket nava rûpelên dîrokê Yadê Eqîde ye. Yadê Eqîde ya ku hemû şervanên azadiyê wekî zarokên xwe dihesiband heta roja dawiya jiyana xwe jî berê xwe da zarokên xwe û têkoşîna doza Gelê Kurd. Ji destpêka salên 80'ê de ew tevgera azadiya Kurdistanê nas dike û bi sê hevalên xwe re tevlî nava kar û xebatan dibe. Ji ber şert û mercên wê demê du caran ji hêla Rejîma BAAS'ê ve tên girtin û dikevin girtîgehê. Li dijî vê têkoşîn û doza bi salan dewleta tirk û komên girêdayî wê Yadê Eqîde ya di 1966'an de li navçeya Girkêlegê ya Kantona Qamişloyê ji dayik bû, kirin hedef. Yadê Eqîde bi karwana piştgiriyê diçe Serê Kaniyê û di 13'ê Cotmeha 2019'an de di êrişa dewleta tirk a hewayî de jiyana xwe ji dest dide. 
 
'Me bi hevdu re salên demdirêj derbas kirin'
 
Rêhevala Yadê Eqîde, Esma Murad wiha qala bibîranînên xwe yên bi Yadê Eqîde re kir: ''Hevaltiya me ya demek dirêj e, me bi hevdu re salên demdirêj derbas kirin. Destpêka salên heştê, me paleyî dikir. Ji bo em hem di milê aborî û hem manewî bikaribin alîkariyê bidin partiya xwe, em xebitîn û me xwe bi rêxistin kir. Me rêxistin baş nas nedikir lê ji ber kurdbûnê me digot çawa be em ê bibin alîkar. Me her digot ew baweriya partiyê daye me pêwîst e. Em li gor wê tev bigerin. Di salên 1990'î de em mal bi mal digeriyan me alîkarî kom dikir. Em çar dayik bûn, me hemû karên ji me dihat xwestin dikir. Zehmetiyên wê pir bûn lê me dîsa dest jê berneda, her tim bi kêfxweşî û bi coş me karê xwe dida meşandin. Ev ji bo me şansek bû, cara yekê PKK'ê ev derfet daye me, em jî gerek xwedî lê derbikevin.''
 
'Bi rihê welatpareziyê em gihaştin vê astê'
 
Esmayê di berdwamiya axaftina xwe de bal kişand ser rihê welatparêziyê û wiha pê de çû:" Em ê soza ku me daye Serokatî di hemû kêliya jiyana xwe de pêk bînin. Bi rihê welatpareziyê em gihaştin vê astê. Ji ber vê her tim, em di nava tevgerê de ne. Heta Şoreşa Rojava me karê xwe berdewam kir. Li hemû bajarên Dêrîkê me civîn çêdikirin. Em gund bi gund digeriyan, me ji bo şervanan alîkarî dikir. Em di ferqa şoreşa xwe de bûn. Bi rihê welatparêziyê em gihaştin vê astê. Eqîde bi tena xwe di malê de dima, zarokên xwe xwedî dikir û karê rêxistinê dida meşandin. Di hundirê malê de gelek zehmetî dijiya. Karkirina wê demê ya di nava civakê de jî gelekî zehmet bû."
 
'Bi Şoreşa 19'ê Tîrmehê xeyalên me pêk hatin'
 
Esmayê di axaftina xwe de bal kişand ser berxwedan û jiyana Yadê Eqîde û wiha lê zêde kir: "Di destpêka şoreşê de me mala gel ava kir. Me herduyan jî di mala jinê de kar kir. Hevalan her ji me re digotin hûn çima naçin malên xwe, me digot bi salan e em li benda vê rojê bûn. Bi şoreşa 19'ê Tîrmehê, xeyalên me pêk hatin. Roj bi roj şoreşa me hîn berfirehtir bû, me jî bêtir şoreşa xwe nas kir. Berî şoreşê me nedikarî tiştekî bikin. Mînak tenê carekê me, 8'ê Adarê pîroz kir, em girtin birin. Her ji me pirs dikirin hûn cejna Kurdan pîroz dikin. Me jî got em cejna jinên cîhanê pîroz dikin. Ji ber me bi tirs hereket dikir. Çimkî di civaka me de girtina jinan nedihat pejirandin. Gelek kesan digot çima hûn hatine girtin, hûn jin in li mala xwe rûnên. Lê me dîsa bi veşartî karê xwe dikir. Bê guman ji bo me avabûna Mala Jinê û Mala Gel a destpêka şoreşê girîng bûn.''
 
'Ez soz didim ku ez ê xeyalên Dayika Eqîde pêk bînim'
 
Esmayê di dawiya  axaftina xwe de bal kişand ser pêkanîna xeyalên Yadê Eqîde û wiha got:"Yadê Eqîde di hemû kêliyên jiyana xwe de, bi rêxistinî dijiya û bi rihê xwe yê welatparêziyê li pêş bû. Hemû fikrên wê li ser welat bûn. Di sala 2018'an de dema Efrîn û Serê Kaniyê hatin dagirkirin, her tim digot 'em gerek xwe bikin mertalê zindî'. Herî dawî jî dema diçû Serê Kaniyê di rê de şehîd ket. Şehadeta Yadê Eqîde, bandor li ser me hemûyan kir. Ez soz didim ku ez ê xeyalên Yadê Eqîde pêk bînim û heta dawiya jiyana xwe karê me yê nîvçe maye dewam bikim."