Xeyala wê ew e ku rojek vegere li ser axa xwe

  • 09:02 12 Cotmeh 2022
  • Rojane
Rojda Aydin 
 
ŞIRNEX - Serpêhatiya Bedriyeyê dişibe serpêhatiya bi hezaran kurdistaniyên ku bi zext û zilma dewletê re rûbirû mayî. Bedriye li dijî cerdevaniyê koçber bû, li koçberiyê zext bi dawî nebûn. Çend sal derbas bibin jî Berdriye hêjî bi hesreta vegera li ser axa xwe dijî û dibêje: "Ez ê rojekî vegerim li ser axa xwe."
 
Kurdên ku şahidiya salên 80 û 90'î kirin niha şahidiya 2022'yan jî dikin û ji bo wan şahidan li Tirkiyeyê rengê zext û zilmê qet neguheriyê û heman zihniyeta talankirin, qirkirin, koçberkirin, binçavkirin, girtin û kuştin berdewam dike. Yek jî wan şahidan Bedriye Înedî ye. Ligel ewqas sal jî derbas bûye jî Bedriye dixwaze vegere sar axa xwe û gundê xwe. 
 
Bedriye di sala 1967’an de li gundê Deşta Lala ya ku li qûntara Çiyayê Cûdiye hat dinê. Di 18 saliya xwe de tê zewicandin. 5 zarokên Bedriyeyê hene. Bedriyeya ku gelek caran derbarê pêvajo û geşedanên siyasî de ji ajansa me re axivîbe jî vê carê jî behsa serpêhatiya xwe ya ewilî kir.
 
Bedriye, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser taybetmendiya gundê xwe û zarokatiya xwe: "Xwezaya gundê me gelek xweş bû. Li gund rêz, dehlik û sewalên me hebûn. Em bi wan re mijûl dibûn. Li gundê me bêrivantî hêj biçûktiyê destpê dike. Bi zora malbatê ez bi xizmekî xwe re zewicim. Jiyan ji bo min bi tevahî guherî. Hem jiyanek din re rûbirû mam û hem jî em bi rûyê dewletê yên din re rûbirû man."
 
'Gund yekcar hat şewidandin'
 
Di sala 1986’an de cerdevantî li wan tê ferzkirin û Bedriye wiha bal dikişîne ser destpêka zextan: "Rojekî leşkeran bi ser gundê me de girtin û gotin hûnê bibin cerdevan. Lê me vê tiştê qebûl nekir. Ji ber vê yekê di sala 1986’an de me ji gund terikand. Piştî ku em ji gund derketin gundê ku bi her awayî xweş bû xirab û wêran bû. Ji xwe xaniyên me hatin şewitandin. Piştî ku em ji gund derketin êdî em venegeriyan. Bi taybetî dewlet li ser malbata min disekîni û nedihişt ku em biçin gundê xwe. Me sewalên xwe bi erzanî firot û em ji gund derketin. Ji xwe di sala 1995’an de gundê yekcar hat şewitandin û tiştek nehiştin."
 
Koçberiya li ser axa xwe 
 
Bedriye bi malbata xwe re berê xwe dan taxa Cûdî ya Cizîrê û li vir bi cih bûn û wiha dirê jî da axaftina xwe: "Me li taxa Cûdî xaniyek kirê kir, piştî çend sal şûnde me li taxa Dagkapi ji xwe re xanî çêkir û em li vir bi cih bûn. Lê belê zilma dewletê li vîr jî dom kir. Gelek caran polîsan bi ser mala me de digirt. Ji ber ku çend xizmên me tvlî PKK’ê bûn bi vî yekî dihatin malê zilmê li me dikirin. Dema mirov li ser axa xwe koçber dibe gelek zehmet e
 
'12 sal ceza lê hat birîn'
 
Bedriye di axaftina xwe de wiha bal dikişîne ser qedexeya derketina li derva a Cizîrê: "Di salên 2015 û 2016’an de qedexe hat îlankirin. Piştî îlankirina qedexeyan gelek kes hatin girtin û ji van kesan yek jî kurê min Celal Înedî ye. Celalê (25) di sala 2017'an li leşkeriyê bû û polîsan bi ser mala me de girt û pirsa wî kirin û gotin derbarê wî de doz hatiye vekirin. Piştî ku lêşkeriya kurê min xilas bû û dê bihata malê li balafirgeha Stenbolê tê binçavkirin û 3 roj şûnde berdan. Dûre jî ji bo wî 12 sal ceza hat birîn. 5 sal in kurê min Celal girtî ye."
 
'Kurê min bi tundiya gardiyanan re rûbirû dimîne' 
 
Celal Înedî nexweşê gurçikê ye 12 sal ceza lê hatiye birîn, ji Girtîgeha Şirnexê sirgunê Girtîgeha Afyonê hatibû kirin. Bedriye piştî ku Celal hat sirgunkirin ji ber derfetên aboriyê nekariye biçe hevdîtinê. Bedriye wiha jî behsa rewşa kurê xwe kir: "Ez nikarim wî bibînim û ji tendirustiya wî jî bi fikar im û tenê bi rêya telefonê jê re diaxifim. Gelek caran kurê min bi tundiya gardiyanan re rû bi rû dimînin. Kurê min dibêje xwarinên li wir ne xweş in û dema dixwin nexweş dikevin. Girtiyan nabin nexweşxaneyê. Ne em û ne jî zarokên min ji vê zilmê xilas nebûn.”
 
‘Zilma salên 80 û 90'î îro jî berdewam dike'
 
Bedriye, destnîşan kir ku zilma dewletê ya salên 80’ê û 90’î heta îro jî bi heman awayî berdewam dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Zilm tu carî xilas nebû. Bi tenê rengê xwe guherant. Çi ji kurdan dixwazin. Çima destûrê nadin ku em kurd jî li ser axa xwe bi nasname û zimanê xwe bijîn. Em dixwazin axa me êdî serbestbe û em vegerin li ser axa xwe bijîn. Em neheqiyê qebûl nakin. Daxwaza me ew e ku ev zilm bi dawî bibe. Em jî jiyanek azad û aram dixwazin. Em dixwazin êdî çareseriyek bê dîtin. Bila axa me û zarok me serbest bin. Bi tenê xeyalê min ew e ku ez rojek vegerim li ser axa xwe."