Dayika Hêlînê: Ew zarok wê qet mezin nebe

  • 09:06 11 Cotmeh 2022
  • Rojane
Derya Ren
 
AMED - Dayika, Helîn Hasret Şen a di qedexeyên derketina derve de hat qetilkirin, Nazmiye Şen diyar kir ku li şûna gumanbaran ew tên cezakirin û bertek nîşanê mîhrîcana li Sûrê pêk tê da û got: “Bila biçin ji dayikên dilbirîn re bêjin ‘me li cihên zarokên we hatin qetilkirin lîstin, me şahî kir’. Yên diçin mîhrîcanê jî bila ji wijdana xwe şerm bikin.”
 
Li navçeya Sûrê ya Amedê di qedexeyên derketina derve de di 12’ê cotmeha 2015’an de zaroka bi navê Helîn Hasret Şen a 12 salî di encama gulebarandina ji wesayîta zirxî derket hat qetilkirin. Cenazeyê Helînê ji ber reşandina guleyan saetek şûnde ji kolanê hat girtin û birin Nexweşxana Dewletê ya Selahaddîn Eyubî. Serdozgeriya Komarê ya Amedê lêpirsîna vekir piştî demekê biryara veşariyê da ser û doza tazmînatê ya der barê wezareta karê hundir de hat vekirin jî, li 3’yemîn Dadgeha îdarî ya Amedê wezaret ji sedî 85 bi qisûr dît û biryar da ku 314 hezar TL tezmînat bide malbatê. 
 
Bi îdianameya di 12’ê Kanûna 2018’an de hat amadekirin jî ji sûcê ‘ji qestî kes kuştin’ xwest polîsê gumanbar bê cezakirin. Lê îdianame bi sedema ‘bi şaşiyên di xalên sewqê de’ hat radestkirin. Di 14’ê cotmeha 2019’an de ji sûcê ‘bi teqsîrî kes kuştin’ îdianame hat amadekirin. 8’emîn Dadgeha Cezayê Asliyê bi hinceta çalakiya gumanbar ‘sûcê kuştina ji qestî ya heyî’ biyara bêpeywirê da.
 
Biryara rawestînê!
 
Piştî vê biryarê polîsê gumanbar Abdullah Ercan ji sûcê kuştina bi teqsîr li Yekemîn Dadgeha Ceza Giran hat darizandin. Di rûniştina çaremîn a dozê ya 24’ê îlona 2020’î de heyeta dadgehê der barê gumanbar de bi hinceta destûra lêpirsînê negirtiye biryara rawestîna darizandinê da.
 
Gumanbar ji nû ve hat darizandin
 
Li ser îtîraza parêzeran polîsê gumanbar Abdullah Ercan ji nû ve li Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat darizandin û di rûniştina 6’ê îlonê de heyeta dadgehê li dijî daxwaza girtina gumanbar, biryara red da û rûniştin taloqî 15’ê Kanûnê kir.
 
Helîn bijiya wê niha 20 salî bûya
 
Dayika Helînê Nazmiye Şen, got piştî keça wê hatiye qetilkirin reş li xwe kiriye û got roja ku kujer ceza bigire wê şîna wê bi dawî be. Nazmiyeyê wiha got: “Ger Hêlîn bijiya wê niha 20 salî bûya. Yên keça min qetil kirin diyarin lê hîna li ser peywirê ne. Ger gumanbar bihata darizandin wê edalet pêk bihata.”
 
‘Polîs û leşker nayên cezakirin’
 
Nazmiyeyê  biryara sînorkirina li ser dosyayê rexne kir û wiha dirêjî dayê: “Zarokek 12 salî hat qetilkirin. Gelo ev biryara veşartiyê ji bo çiye. Belkî dîsa dosyayê bigirin. Lê em ê destûrê nedin. Heta dawî ez ê têbikoşim. Keça min li kolana xwe dema diçû nan digirt hat qetilkirin. Ka gumanbar? Hîna li ser peywira xwe ye. Gumanbar ji ber leşker e nehat cezakirin. Gumanbar nayên girtin û cezakirin. Min mirina keça xwe temaşe kir. Hevjîn û kurê min temaşe kirin. Dadgeh her tim dema mirina keça min bi me dide temaşekirin. Ez dayik bûm min zaroka xwe winda kir. Lê 8 sal in dadgeh me ceza dike. Ev 8 sal in li edaletê digerim. Lê edalet pêk nayê.”
 
‘Min dengê keça xwe ji bîr kiriye’
 
Nazmiyeyê destnîşan kir ku gumanbar nayê darizandin tê xelatkirin û wiha bi lêv kir: “Keça min 8 sal in di bin axê de ye. Dema hat qetilkirin 12 salî bû û ew ê her tim zarok bimîne. Dê, bav, xwişk û birayên wê dilbirîn in. Lê tevî her tiştî malbata wê tê cezakirin. Piştî Hêlînê em xera bûn, em her tim xwe kêm dibînin. Em bi bîranînên wê dijîn. Min dengê keça xwe ji bîr kir. Ji ber ez rûyê wê ji bîr nekim min li her derê wêneyên me daliqandine.”
 
‘Gumanbar tên xelatkirin’
 
Nazmiyeyê wiha dirêjî dayê: “Gumanbar Abdullah Ercan nayê girtin. Gelo çima gumanbar naynin dadgehê. Ez dixwazim li çavê gumanbar binêrim û pirsê jê pirs bikim. Lê ev mafê min ji destê min tê girtin. Hemû delîl hemû dîmen li holê ne. Gumanbar piştî Helînê qetil dike li kesekî din jî dide. Gelo hîna dadgeh çi dixwaze. Gumanbar 8 sal in tê xelatkirin lê ez têm cezakirin.”
 
‘Xwîna zarokên me li Sûrê ye’
 
Nazmiyeyê bertek nîşanê zilma ku tê jiyîn da û ji bo kesên tevli mîhrîcana li Sûrê pêk tê dibe jî wiha got: “Sûr hilweşiya. Li Sûrê xwîna zarokên me heye. Hîna cenazeyên derneketine hene. Gelek kesên bêguneh hatin qetilkirin. Sivîl hatin qetilkirin. Bila biçin ji dayikên ku zarokên xwe li wir winda kirin bipirsin. Bila biçin ji dayikên leşker, polîs, yên çiya û sivîlan bipirsin. Êşa zarokan ya me hemûyan e. Êşa me hemûyan yek e. Bila biçin ji dayikên dilbirîn re bêjin ‘Me li cihên zarokên we hatin qetilkirin lîstin, me şahî kir’. Yên diçin mîhrîcanê jî bila ji wijdanê xwe şerm bikin.”