Xizmên girtiyan: Bikevin nava tevgerê

  • 09:06 10 Cotmeh 2022
  • Rojane
ENQERE - Malbatên girtiyan ku ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan cara duyemîn çûn Enqereyê, bi partiyên siyasî re hevdîtin kirin. Malbatan daxwaz kirin ku kesên berpirs û rayedar bikevin tevgerê û gavek şênber bavêjin.
 
Nobedên Edeletê ku bi armanca girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan dabûn destpêkirin didome. Malbatên girtiyan di  5’ê Çileyê de ji Amed, Mêrdîn, Riha, Şirnex, Êlih û Sêrtê çûn Enqereyê û li meclîsê daxuyanî dan û piştre jî bi partiyên siyasî re hevdîtin kirin. Malbatan dosya amade kiribûn teslîm kirin. Tevî 9 meh derbas bûne tu gav nehatiye avêtin. Malbatên nobet girtin di rojên borî de dîsa çûn Enqereyê û bi Partiya Atilim Demokrasî (DEVA), Saadet (SP), Partiya Gelecek û Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) re hevdîtin pêk anîn.
 
Xizmên girtiyan ên çûn Enqereyê der barê rewşa girtîgehan de û serdanên partiyên siyasî de axivîn.
 
Dayika girtiyê bi navê Mehmet Nezîr Gumuş ku 24 sal in girtiye û li girtîgeha Bandirmayê ye, Hanîfe Gumuş da zanîn ku 36 sal ceza li kurê wê hatiye birîn û got:  “Li Îzmîrê ez ketim Nobeda Edeletê. Em edalet û aştiyê dixwazin. Divê girtiyên nexweş bên berdan û aştî pêk bê. Bila ji girtîgehan tabut dernekevin. Rewşa Aysel Tugluk her diçe giran dibe. Divê Aysel û hemû girtiyên nexweş bên berdan.”
 
‘Ji bilî me kes xwedî li zarokên me dernakevin’
 
Hanîfeyê destnîşan kir ku li dijî binpêkirina mafan ên li girtîgehên li Amed, Îzmîr, Wan û Stenbolê malbat hatine gel hev û rewşa girtîgehan her diçe xera dibe û wiha dawî lê anî: “Em bang li hemû dayikan dikin. Tevli nobedên me bibin. Em xwedî li zarokên xwe derkevin. Ji bilî me tu kes xwedî li zarokên me dernakevin.”
 
‘Tu tiştek nehat kirin’
 
Xwişka girtiyê bi navê Abdulselam Guler ku nexweşê giran e, Încî Altindag jî wiha vegot: “Bila mirin çênebin, bila înfazên zarokên me neyên şewitandin û bên berdan. Ji ber vê em di nobedê de ne. Me bi partiyên siyasî re hevdîtin kir. Di 5’ê çileyê de em çûn cem partiyên siyasî. Me daxwazên xwe vegotin wan jî gotin çi ji destê me bê em ê bikin. Me li meclîsê daxuyanî da. Lê tu daxwazek me nehat cih. Edalet pêk neanîn û zarokên me bernedan. Yekane daxwaza me berdana girtiyan e. Daxwaz daxwazên mirovî ne. CHP’ê randevu neda me. Lê bila CHP baş bizanibe ku wê dor bê wan jî. Em bang li hemû aliyan dikin ku piştgiriyê bidin têkoşîna me.”
 
‘Em derî bi derî li edaletê digerin’
 
Sabîha Yaku ya kurê wê girtiye û ji Wanê hatiye jî balkişand ser tecrîda giran a li girtîgehan û wiha vegot: “ Kurê min li Wanê girtî bû lê surgunê Erziromê kirin. Niha ji ber derfet tune ez kurê xwe nabînim. Ne tenê ji bo kurê xwe ji bo hemû girtiyan ez li vir im. Em li vir derî bi derî li edaletê digerin. Ji bo ji girtîgehan cenaze derneyên em têdikoşin. Yekane daxwaza me berdana girtiyan e.”