'Dewleta tirk xwest bi Komploya Navneteweyî Gelê Kurd têk bibe'

  • 09:03 10 Cotmeh 2022
  • Rojane
Yara Kendeş
 
KOBANÊ - Têkildarî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk hat, ji Rêveberiya TEV-DEM' Hedle Hesen ji ajansa me re nirxandindin kir. Hedleyê got:"Dewleta tirk xwest bi Komploya Navneteweyî Gelê Kurd têk bibe, her wiha Kurdên ku li Tirkiyeyê dimînin jî bike bin desthilatdariya xwe."
 
Di ser komploya navneteweyî ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk hatî re 24 sal derbas bûn. Bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYA), ku serkêşiya komployê NATO’yê kir û ji bo dîzaynkirina Rojhilata Navîn wek xeleka ewil derbasî qeydan bû. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî di 9'ê cotmeha 1998'an de neçar ma ji Sûriyeyê derkeve û di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê hat kirin û di navberê de 24 sal derbas bûn. Têkildarî vê mijarê ji Rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk a Herêma Firatê (TEV-DEM) Hedle Hesen ji ajansa me re nirxandindin kir.
 
'Komploya navneteweyî bi destên gelek dewletan bû'
 
Hedleyê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser derbasbûyîna 24 salên li ser tecrîda giran a li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha pê de çû: "Ev 24 sal in tecrîda li ser Rêber Apo dewam dike. Komploya navneteweyî di 9'ê Cotmeha 1998'an de pêk hat. Di 15'ê Sibatê de Rêber Apo hat girtin û radestî dewleta tirk hat kirin. Ev Komploya ne tenê bi destê dewleta tirk bû ku bi vê komployê Kurdan tune bike, bi destên gelek dewletan bû. Dema ku Rêber Abdullah Ocalan hat girtin, çend caran Rêber Apo bi destê dewleta tirk hate dadgehkirin."
 
'Mafê girtiyan e ku bi parêzerê xwe hevdîtinê bike'
 
Hedleyê di dewamiya axaftina xwe de behsa tecrîda ku her ku diçe ji berê hîn zêdetir girantir dibe û got: "Dewleta tirk bi tecrîda giran a li ser Rêberê me ferz kiriye nahêle malbat û parêzer serdana wî bikin, li rewşa wî binihêrin. Her girtiyek di kîja zindanê de be li cîhanê mafên wê/wî girtiyî heye. Yanî mafê girtiyan e ku bi parêzerê xwe hevdîtinê bike. Her wiha dema derbasî dadgehê bû piştgiriya wî bike. Wekî her girtiyekî mafê Rêber Apo jî heye lê dewleta tirk bi taybet di vê dema dawî de ev tişt qedexe kiriye. Ne dihêle parêzerên wî derbasî cem bibin û ne jî di dadgehê de parêzer piştgiriya wî bike. Zaten heya niha tu agahî li ser rewş û halê Rêbertî tune ye. Her wiha çiqasî parêzerên Rêber Apo dixwazin derbasî cem bibin, lê dewleta tirk vê yekê her carê red dike."
 
'Dewleta tirk xwest bi Komploya Navneteweyî Gelê Kurd têk bibe'
 
Hedleyê diyar kir ku dewleta tirk her ku diçe vê tecrîdê giran dike û zextê zêde dike û wiha lê zêde kir:"Jixwe armanca dewleta tirk a vê komployê û tecrîda ku li Rêber Apo rojane tê ferzkirin diyar e. Dewleta tirk xwest bi Komploya Navneteweyî Gelê Kurd têk bibe, her wiha Kurdên ku li Tirkiyeyê dimînin jî bike bin desthilatdariya xwe. Dewleta tirk xwest ku bi rêya vê komployê ew û dewletên hevkar Gelê Kurd di nava xwe de perçe bikin û bikin bin desthilatdariya xwe. Yanî nahêlin kurd xwedî li azadiya xwe derkevin û mafên xwe bixwazin."
 
'Em nahêlin destên dagirkeran li ser axa me dirêj bibin'
 
Hedleyê di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku di dema girtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de gel ji wê demê de bi projeya wî têdikoşe û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Piştî girtina Rêber Apo, gel bêhtir bi Rêber Apo ve hatin girêdan. Ew projeya ku Rêber Abdullah Ocalan ji gel derxist pêş, hema em nabêjin tenê ji gelê Kurd re bû. Ji hemû pêkhateyên Rojhilata Navîn re bû. Çi Ereb, Çerkes, Xiristiyan, Aşûr û Ermen, Tirkmen û hemû ol û çandên dîtir. Ji ber vê jî em weke Tevgera Civaka Demokratîk û hemû yekîtiyên girêdayî tevgera me, em bi saya fikir û ramanên Rêberê xwe dijîn û tu carî serî li hember dagirkeran natewînin. Em nahêlin destên dagirkeran li ser axa me dirêj bibin."