'Berê zarok di nav xwezayê de bûn lê niha jî li AVM'ê ne'

  • 09:01 10 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
Rojda Aydin  
 
AMED - Komîsyona Zarokan a Komeleya Ekolojiyê ya Amedê, ji bo zarok xwezayê nas bikin xebatên cuda dimeşînin. Endama komîsyonê Leyla Çîte diyar kir ku bi xebatên xwe dixwazin zarok xwezayê nas bikin û afrîneriya zarokan derxin holê. Nûrşîn Arslaner jî endama komîsyonê ye û da zanîn ku berê zarok her li kolanan bû niha jî li AVM'ê ne û dixwazin vê çandê ji holê rakin.
 
Li hemberî Kurdistanê AKP-MHP’ê polîtîkayên cur bi cur ên qirkirinê dimeşînin. Xweza, dîrok, çand, huner, ziman û civak hedefa sereke yên qirkirinê ne. Hem bajarvanî û hem jî bi qirkirina xwezayê re civak û bi taybetî jî zarok ji jiyana xwezayî tên dûrxistin, dibin biyaniyên xwe û xwezayê. Li dijî vê yekê jî Komîsyona Zarokan a Komeleya Ekolojiyê ya Amedê, xebatên taybet dimeşîne. Derbarê armanca xebatan de endamên Komîsyona Zarokan a komeleyê, Leyla Çîte û Nûrşîn Arslaner ji ajansa me re axivîn.
 
'Me xwest zarok xwezayê nas bikin'
 
Leyla, anî ziman ku bi tevî bajarbûyînê ve wan dîtiye ku mirov ji xwezayê hatine qutkirin û bi taybetî zarok ji xwezayê qût dibin û wiha behsa sedema avabûna komîsyonê kir: “Em dibînin ku ev têkilî ji bo demên pêş ji nexweşiyekî modern re rê vedike. Ji ber vê yekê komîsyona zarokan ava kir. Em wek komele bi perspektîfa ekolojiya civakî nêz dibin û armanca me jî ew e ku têkiliya civakê ya bi xwezayê re carekedin xurt bikin û carekedin bi xwezayê re bînin li cem hevdû. Di destpêka vê tiştê de jî zarok tê û ev tişt ji bo me gelek girîng e. Lewra me vê komîsyonê ava kir. Bi tevî zarokan ji bo em vê zanistê pêş bixin û kesên zanistên ekolojiyê bigihînin em xebatan dimeşînin. Ji aliyekî dinê ve jî bûyerekî ku em dibêjin eko fobî heye. Di bajaran de zarokên li dijî xweza, sewal û zindiyan fobîkên pêş xistine hene. Me xwest xwezayê bi zarokan bidin nasîn û fêr kirin.”
 
Têkiliya zarokan bi pisîk, kuçik û nebatan...
 
Leyla, da zanîn ku beriya ev komîsyon bê avakirin ji komîsyona tov û çandiniyê re serdana zarokan a li dibistanan pêk hat û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Lê di vir de me vê rexneyê li xwe kir; ev zarok tên û diçin, ne bi tenê carekê divê em tim bi zarokan re bikevin nava têkiliyê. Li ser vê yekê me di destpêkê de bernameyek çar heftê ava kir. Piştre me vê bernameyê bi zarokên temenê wan di navbera 8 û 10’an de ne pêk anî. Bi vê awayî me dest bi rêya xwe kir. Di qada çandinî û tovê de ji mala kevokan heta kolikan, ji pisîkan heta kuçikan û heta berxan gelek sewal hene. Sewal û gelek nebatên cûda hene û zarok vê tiştê nizanibûn. Lê belê dema ku me ev tişt dan nasîn, me kelacana wan dît. Dema zarok hatin me wan bi xwezayê re hişt û me xwest xwezayê nas bikin. Gelek zarokên amedî hene ku Baxçeyên Hewselê nedîtine û dema tên pir bi kelecan dibin."
 
Planzayên nû û rengîn bên amadekirin
 
Leyla, destnîşan kir ku ji ber demsala havînê ew çend meh in navber dane û wiha bi lêv kir: "Niha xebatên xwe dane destpêkirin. Ji bo çar hefteyan em ê carekedin bernameyek derbixin û kargehan li dar bixin. Di kargehan de ji bo zarokan lîstokên tov û çandiniyê bên lidarxistin. Em dixwazin bi van xebatan pergala wekheviyê ya di navbera xwezayê de heyî nîşanî zarokan bidin. Du hefteyan em ê li ser vê yekê bixebitin.  Her wiha di kargehan de em ê rêbazê çandina şitil nîşan bidin. Di hefteya dawiyê de jî li Baxçeya Hevselê jî bi kart û wêneyan nebatan bidin nasîn. Em ê van tiştan bi zarokan re nîqaş bikin û bidin fêrkirin. Plansaziyek me heye ku em ê vê bernameyên xwe bi kurdî bikin. Her wiha plansaziyek din a jî berfirehkirina koman û gera xwezayê, vegotina çîrok û temaşekirina fîlman lê zêde bikin. Her wiha bi saziyên sivîl ên civakî em xebatên xwe dimeşînin."
 
‘Zarok gelek di bin bandora bajarbûyînê de mane’
 
Nûrşîn Arslaner jî di axaftina xwe de bal kişand ser armanca xebatên xwe û diyar kir ku ne tenê li Amedê her wiha li gelek bajaran ev xebat pêk tê û her ku diçe belav dibe. Nûrşîn wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi taybetî zarok ji rastiya xwe hatin veqetandin. Berê zarok her li kolan û kuçeyan bûn. Bi heriyê dilîstin, derdiketin ser daran û tim di nava sewalan de bûn. Yanî em li kolanan mezin bûn. Lê belê zarokên niha beriya ku kolanan nas bikin li AVM’ê tên mezinkirin. Zarok bêyî xweza û zindiyan mezin dibin. Di mekanên niha de di nava zindiyên sûnî de mezin dibin. Armanca me jî ew e ku zarokan ji vê xilas bikin. Di xebatên ku em dimeşînin de dibînin ku zarok çixwasî ji xwezayê dûrketine. Ne sewal û ne jî nebatan nas dikin. Nêrîna wan a bi xwezayê re gelek cûda ye. Em dixwazin zarokan ji van fikran dûr bixin û vê tiştê li zarokan bidin fêm kirin; em parçeyek vê xwezayê ne û di nava xwezayê de tiştan afirandine. Me avabûna xweza, zebze, fêkî û nebatan li zarokan da nasîn. Dema ku zarok di xwezayê de tiştê ku diafirînin dibînin gelek kêfxweş dibin. Zarokan kargeha ku herî zêde jê hezkirin jî kargeha heriyê bû. Ji ber li ser zarokan fikar tunebûn gelek rehet bûn. Zarokan afrîneriya xwe dîtin. Di demên destpêkê de me zehmetî kişand, lê belê demên piştre gelek zû fêr bûn. Lewra jî armanca me ew e ku van xebatan zêdetir meşandin e û xwe bigihînin gelek zarokan. Divê zarok xwe ji parçeyeke xwezayê bibînin.”
 
‘Zarok di nava betonan de dilêyizin’
 
Nûrşîn, da zanîn ku zarok di pêvajoya 2016’an de gelek bandor bûn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi taybetî di nava Sûrê de şerek mezin pêk hat. Di wê şerê de gelek xanî hilweşiyan. Cihê lîstokê ya zarokan jî ew cihên di nava xirabeyan de ye. Dar û nebat tunene. Bi tenê di nava bêtonê de dilêyzin û ji xwe re wisa cihê lîstokê ava kirine. Ji ber vê jî dema derbasî cihê şînkayî dibin me dît ku hesret mane. Wekî ku tê zanîn zarok gelek zû xwe ji nû ve saz dikin. Lewra jî ji ber di ser şer de gelek dem derbas bû di aliyê derûniyê de zûtir xwe kom dikin. Lê elbet ev xebatên ku em dikin di aliyê baş de li ser zarokan dê bandorek jî ava bike.”