Welatiyên Amedê, bi dirûşmên berz kirin komplo şermezar kirin

  • 15:38 9 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
AMED - Li Amedê li dijî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan welatiyan dirûşmên "Bijî Serok Apo" berz kirin û komplo şermezar kirin. 
 
Bi boneya 24’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Amedê bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Piştgirî Piştevanî Yekitî Çand a bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Mirovahiyê Winda Kirin (MEBYA-DER), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER), Hewldana 78’an a Amedê û Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), bi dirûşma “Em ber bi azadiyê ve dimeşin” meş hat lidarxistin. Girse, li pêşiya Girtîgeha Tîpa E ya Amedê hate ba hev û ber bi Cehdeya Emek a Rezanê ve meşiya. 
 
Girseya ku bi kesên li Kolana Emekê re hatin cem hev, tê payîn ku bimeşin.
 
Polîsan girseya kom bû dorpêç kir. Girseya hat dorpêçkirin yek bi yek hat binçavkirin û jinên hatin binçavkirin bi dirûşma "Îşknce heye" bertek nîşan dan. 
 
46 kes hatin binçavkirin
 
Tevî Hevserokên HDP'ê Gulistan Atasoy û Zeyyat Ceylan 46 kes hatin binçavkirin. 
 
Bi lîrandinê şermezar kirin
 
Koma ku gihiştî Cehdeya Emekê, ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin. Girseya ku Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz, Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Berdevka Meclisa Ciwanan a HDP’ê Dêrsim Dag, parlamenterên HDP’ê Erdal Aydemîr û Îmam Taşçier û Cîgira Hevseroka Giştî ya ji Birêxistinkirinê Berpirsyar Ozlem Gunduz jî di nav de bû, di bin dorpêça polîsan de komplo bi tililî û çepikan şermezar kir. 
 
Ciwan bi dirûşman meşiyan
 
Li ser astengkirinên polîsan, ciwanan li ser Cehdeya Sakaryayê dest bi meşê kirin. Di dema meşê de ciwanan dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. 
  
'Yên sûc dikin, ew kes in ku fermanên derqanûnî pêk tînin'
 
Di çalakiyê de Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş bertek nîşanî dorpêça Emniyeta Amedê da û wiha got: “Yên ku sûc dikin, ew kes in ku fermanên derqanûnî pêk tînin. Li welat tiştekî bi navê makeqanûnê nema ye û çalakî û xwepêşandan nayên kirin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi awayekî derqanûnî û bi rêbazên îllegal hewl didin zextê li mirovan bikin. Li welêt, mafya bi rehetî tevdigere, xweza tê talankirin, girtîgeh di nava êş û azaran de ne û protestokirina komploya navneteweyî qedexe ye. Bi rastî jî zêde tengezar bûne. Dê nekarin bi rêya tirsê desthilatdariya xwe bidomînin. Dê di demekî herî kin de ew jî biçin ser sergoya dîrokê. Wezîrê karên hundir ê bûye wezîrê sûcan û hêzên ewlekariyê jî tevî van sûcên xwe dike.” 
 
'Heta ku tecrîd hebe, dê alozî jî bidome'
 
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz jî komploya navneteweyî şermezar kir û wiha bertek nîşan da: “Ev dorpêça li vê derê, nîşaneya rewşa Tirkiyeyê ye. Em, her kesên tiliya wan di komploya navneteweyî de şermezar dikin. Komplo, îro bi tecrîd û krîzên heyî didome. Bi rêya tecrîdê îşkence li gelê me tê kirin. Çareserkirina aloziyan, bi birêz Abdullah Ocalan pêkan e. Rêya çareserkirina pirsgirêka kurd û avakirina aştî û demokrasiyê, li Îmraliyê derbas dibe. Ji bo çareserkirina aloziyan, birêz Abdullah Ocalan şensekî mezin e. Heta ku tecrîd hebe, dê alozî jî bidome.” 
 
‘Sedema domandina tecrîda li Îmraliyê, bêdengiya niha ye’
 
Saliha bal kişand ser bandora tecrîda li Îmraliyê û wiha got: “Sedema domandina tecrîda li Îmraliyê, bêdengiya niha ye. Heke daxwazeke bo demokrasî, azadî û pêkvejiyanê hebe, divê hemû kes li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bike. Dorpêç û zext çiqas giran dibin bila bibin, em ê ji bo azadiya birêz Abdullah Ocalan heta dawiyê têbikoşin.” 
 
Çalakî bi dayina daxuyaniyê bi dawî bû.