Ji bo Meşa Azadiyê bang: Werin em ji tarîtiyê derkevin ronahiyê

  • 09:17 8 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Di 25’emîn salvegera komploya navneteweyî de bi dirûşma ‘Em dimeşin azadiyê’ wê li Kadikoyê meşek pêk bê. Yên meşê pêk tînin der barê meşê de axivîn û gotin: “Armanca me şikandina tecrîdê û azadiya Rêbertiyê ye. Werin em bi hev re ji tarîtiyê derkevin ronahiyê.”
 
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Navenda Çanda Mezopotamyayê (MKM), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Xizmên Xwe Windakirin a Anatoliyayê (ANYAKAYDER), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER), Komeleya Lêkolînên Kurd û Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) wê di 25’emîn salvegera navneteweyî ya 9’ê cotmeha 1998’an a li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk hat, di 9’ê cotmehê de li Kadikoyê meşekê pêk bîne. 
Hevseroka ANYAKAY-DER Evîn Genç,  Hevseroka Giştî ya DAD’ê Kadriye Dogan, Endama Lijneya Rêveberiya OHD’ê parêzer Ayşe Acinikli der barê girîngiya meşê de axivîn.
 
‘Armanca me azadiya rêbertiyê ye’
 
Hevseroka ANYAKAY-DER Evîn Genç da zanîn ku armanca wan pêkanîna azadiya fîkîzî ya Abdullah Ocalane û wiha vegot: “Tecrîda li ser rêbertiyê hatiye destpêkirin li ser hemû Gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn tê meşandin. Ev 18 meh in ji Îmraliyê agahî nayê girtin. Armanca me em balê bikşînin ser rewşa Abdullah Ocalan.  Ev meş tenê Gelê Kurd eleqeder nake. Ev hemû gelên Tirkiyeyê eleqeder dike. Werin em di 9’ê cotmehê roja yekşemê hemû ligel hev bin û ji tarîtiyê derkevin ronahiyê.”
‘Jiyana hevpar bi rêbertiya Abdullah Ocalan rêxistin bû’
 
Hevseroka Giştî ya DAD’ê Kadriye Dogan jî der barê mijarê de nirxandina xwe wiha kir: “Bi salane gelên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê hesreta aştiyê dijîn. Her tim şer heye. Li Rojhilata Navîn Kurd, Ermenî, Ereb, Suryanî û Êzidî ku neçarin jiyana hevpar bi ser bixînin dijîn. Daxwaza wan aştî û aramye. Ev daxwaz bi rêbertiya Abdullah Ocalan hatiye rêxistinkirn. Ji bo wê hewldanên mezin hatine dayîn.”
 
‘Gelê Kurd bi salane têdikoşe’
 
Kadriyeyê baklişand ser têkoşîna Gelê Kurd û ev tişt anî ziman: “Divê her kes bertek nîşanê şer û dagirkirinê bide. Divê hemû saziyên sosyalîst, bawerî, kesên demokratîk û azadiyê dixwazin li dijî polîtîkayên şer derkevin. Gelê Kurd tevî her tiştî ji bo aştiyê têdikoşe. Em wek DAD jî aştiyê dixwazin. Em vê daxwazê dubare dikin.”
 
‘Em ê li wê qadê bin’
 
Kadriyeyê wiha dawî lê anî: “Daxwaza me ev e ku elewî, kurd, kesên bindest yên vî welatî di çarçoveya mafên wekhev yên destura bingehîn de bi awayekî azad bijîn. Ji ber vê jî  em bang li hemû gel û civakê dikin kut evli têkoşîna aştiyê bibibin. Em ê li wê qadê bin û em her kesî dipên wê qadê.  Divê her ks di wê meşê de cihê xwe bigire.”
 
‘Bi Abdullah Ocalan dikare çareserî pêk bê’
 
Endama Lijneya Rêveberiya OHD’ê parêzer Ayşe Acinikli jî got bi komploya navneteweyî hedef kirin ku pirsgirêka kurd ji holê rakin û got: “Pirsgirêka kurd bi birêz Abdullah Ocalan dikare çareser bibe. Bi perspektîfên wî dikarin çareserî pêk bê. Lê pêşiya çareseriyê bi komploye girtin. Abdullah Ocalan bi komployê li Îmraliyê tecrîd kirin. Di pergala hiqûqê ya Tirkiyeyê de guherînên mezin kirin. Tecrîda li Îmraliyê li hemû derê Tirkiyeyê tê meşandin. Bi komployê  cezayê muebeta giran hat avakirin.  Ger ku qanûn pêk bihatana wê tecrîd berdewam nekiriba. Ev 18 mehe agahî ji Birêz Ocalan nayê girtin. Meşa bi dirûşma ‘Em diçin azadiyê’ ji ber vê di vê pêvajoyê de gelek girîng e.”