Jinên Şirnexê: Pêdiviya jinan bi bijîşkên zayînê heye

  • 09:08 8 Cotmeh 2022
  • Rojane
Sema Çaglak
 
ŞIRNEX – Jinên Şirnexê bal kişandin ser pirsgirêka nexweşxaneyan a li Şirnexê û destnîşan kirin ku ji ber kêmaniya bijîşkên zayînê gelek jinên ducanî zarokên wan an dimirin, an ji ber wan diçin û an jî astengdar ji dayika xwe re dibin. Jinan bang kirin ku pêdiviya jinên Şirnexê bi bijîşkên zayînê heye û divê ev pirsgirêk were çareserkirin.
 
Li Şirnexê yek ji pirsgirêkên herî mezin jî pirsgirêka nexweşxaneyan e. Li Şirnexê bi giştî 7 nexweşxane hene û piraniya welatiyan ji ber kêmbûna bijîşkan sewkî derveyî bajêr tên kirin. Her wiha ji bo girtina randevûyê jî bi mehan li bendê dimînin. Li bajarê herî zêde jî pirsgirêka kêmanîya bijîşkên zayînê heye. Li tevahiya Şirnexê 9 bijîşkên zayînê hene.  Li navçeyên Elkê û Basayê bijîşkên zayînê tune ne. Li navenda Şirnexê du, li Cizîr sê, li Silopî du, li Hezex û Qilebanê jî yek bijîşkê zayînê heye. Her wiha li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK) li Tirkiyê rêjeya zayînê ya herî zêde li Rihayê ye   Dîsa li gorî daneyên TUÎK’ê li Şirnexê jî jî ji 229 jinan re bijîşkek dikeve.  Jinên Şirnexê têkîldarî mijarê axivîn û destnîşan kirin ku divê demildest pirsgirên ku di warê tendirustiyê de dijîn werin çareserkirin.
 
‘Herî zêde jin û zarok bibandor dibin’
 
Melîke Aşût(43) diyar kir mafê tendirustiyê  tendirustiyê mafekê bingehîn e û divê her mirov bikaribe xwe bigihîne vî mafî. Melîhe, anî ziman ku ji pirsgirêka nexweşxaneyan herî zêde jin û zarok bibandor dibin û wiha axivî: “Şirnex ne bajarekî biçûk e ku pirsgirêkek mezin ji aliyê nexweşxaneyan ve tê jiyîn. Hem bijîşk kêm in hem jî gava em diçin nexweşxaneyan bi me re eleqedar nabin. Yên ku li nexweşxaneyan jî dixebitin gelek xemsar nêz dibin. Êdî kes çiqas biêşin û nexweşiyên wan hebin jî naxwazin biçin nexweşxaneyan. Ji ber ku li nexweşxaneyan li gel zilm tê kirin. Ne bijîşk hene û ne alavên nexweşxaneyan têrî dikin. Lewra nexweş nikarin tedawiyê bibînin û gava diçin jî ber wê zilmê zêdetir diêşin. Êdî kes dikevin fikarn ku dema biçin nexweşxaneyan nexweşiyeke din li wan peyda bibe.”
 
‘Pêdiviya jinan bi bijîşkên zayînê heye’
 
Melîke bal kişand ser kêmaniya bijîşkên zayînê û destnîşan kir ku ji ber van pirsgirêkan hêjmara zayînên seqet zêdetir dibin û got: “Li derdora me gelek jinên ducanî henE ku ji bo kontrole dixwazin biçin nexweşxaneyê lê bijîşkên zayînê tune ne. Yê ku hebin jî tedawî nakin an jî ne li cihê xwe ne. Ji ber wê gelek jinên ducanî diçin derveyî bajêr. Lê ji bo wê jî ewqas derfetên welatîyan tune ne . Gava diçin nexweşxaneyên taybet li Şirnexê bi heman muameleyê re rûbirû dimînin. Pêdiviya me bi taybetî bi bijîşkên zayînê û bi bijîşkên her nexweşiyê heye.  Gava nexweşek me çêbû li wir bi saetan dimînin. Li ber deriyekî 50 kes li bendê dimînin ku muayene bibin. Jixwe yên ku tên nexweş in. Bi ser de jî di dorê de dimînin û dikevin sresê û zêdetir aciz dibin. Ev jî dibe sedem ku di navbera welatî û xebatkarên tenduristiyê de şer derdikeve. Em dixwazin ev pirsgirêk werin çareserkirin.”
 
‘Jinên ducanî sewkê bajarên din tên kirin’
 
Zelîha Eroglu (38) ya ku mehekê ducanî ye diyar kir ku bijîşkên li nexweşxaneyan têrî nakin û lênerînek bingehîn nayê kirin. Zelîha, got: “Ez çend roj berê ji bo kontrolê çûm nexweşxaneyê. Hewaya wê glek nexweş bû. Bi hêjmarek zêde welatî li ber derîyên nexweşxaneyê sekinîbûn û li benda dorê bûn. Ez jî ji bo muayene 3 saet li bendê mam. Wê rojê jinekê ji bo zayînê hatibû lê ji bo ku alavên nexweşxaneyê tunebûn sewkî Mêrdînê hat kirin.   Gelek jinên ducanî sewkî bajarên din têkirin û vê gavê jî ji ber derengîyê di gelek zayînên de zarokên astengdar çêdibin û jiyana dayikan dikeve xeterê.”
 
‘Gelek jin ji ber pirsgirêkan zarokên wan dimirin’
 
Fatma Kok(19) jî daxuyand ku derfetê hemû kesan ji ber qeyrana aboriyê ji bo naxweşxaneyên derveyî bajêr nîne û got: “Mixabin li vê herêmê bijîşkên ku di karê xwe de baş in ji vê herêmê re nayên şandin. Bijîşkên ku tên jî piştî ku peywira xwe ya mecbûrî diqedînin dixwazin wan bidin bajarên din . Bi taybetî jî bijîşkên zayînê û bijîşkên ku bi nexweşînên jinan re eleqedar dibin gelek kêm in. Bijîşkên ku tên şandin piraniya wan stajyer in. Ji ber ku bijîşk kêm in jin yan zaroka wan di naa wan de dimire yan î ji ber wan diçe. Herwiha hinek zarok jî astengdar ji dayika xwe re dibin.  Gelek jinên ku di dema reglê de pirsgirêkan dijîn nikarin xwe bigihînin jînekolokan. Heke ku pirsgirêka kêmbûna bijîşkan wer çareserkirin ne hewceye ku jinên vê derê sewkî nexweşxaneyên derveyî bajêr werin kirin. Jixwe qeyrana aboriyê heye û derfeta gelek kesan jî ji bo derveyî bajêr nîne.”
 
‘Bi salan e pirsgirêk nayê çareserkirin’
 
Songul Kuçuk jî anî ziman ku li Tirkiyeyê di warê tendirûstiyê de cihê herî zêde pirsgirêk lê tên jiyîn herêma Botanê ye û wiha pêde çû: “Ji ber ku bijîşk kêm injinên ducanî dişinin Êlîh, Amed, Mêrdîn an jî bajarek din. Lê di rêyan de hem jiyana dayikê hem jî ya zarokan dikeve xetereyê. Li herêma me hêjmara zarokan gelek zêde ye lê ewqas jî hêjmara bijîşkan kêm e. Pirsgirêka nexweşxaneyan bi salan e berdewam e. Lê tevî gilî û bagawaziyan dîsa nayê çareser kirin. Gelek bijîşkên me yên herêmê jî henin lê ew jî diçin li metropolan kar dikin. Em dixwazin bila ew jî vegerin welatê xwe û li vê derê karê xwe bikin. Bila welat û gelê xwe ji aliyê tenduristiyê ve bê xwedî nehêlînin.”
 
‘Nexweş nayên tedawî kirin’
 
Herî dawî Fehîme Çelîk(40) axivî û anî ziman ku gelên herêmê êdî naxwazin biçin nexweşxaneyan û got: “Em bi saetan di dorê dimînin û fîşên nexweşxaneyan nadin. Randevû jî nayê sitendin. Jixwe yên ku randevu bistînin jî bi heman muameleye re rûbirû dimînin. Nexweşxane qedir û qîmet nadin me û daxwazên gel nayên qebûlkirin. Gelk kes nexweş dikevin û dema diçin nexweşxaneyê jî nayên dermankirin. Em dixwazin bila ew pirsgirêkên ku em li nexweşxaneyan dijîn bên çareserkirin.”