'Têkoşîna jinê ya li dijî zihniyeta baviksalarî dewam dike'

  • 09:02 8 Cotmeh 2022
  • Rojane
Yara Kendeş
 
KOBANÊ - Hevseroka PYD'ê ya Navçeya Şêranê ya girêdayî Kantona Kobanê, Fatima Osman têkildarî hişmendiya dibe sedema qetilkirin, binpêkirina mafên jinan wiha got:"Jin li hemberî zihniyeta baviksalarî li ber xwe didin û hewl didin ku li hemberî zihniyeta wan ji mafê wan dûr dixin bi ser bikevin."
 
Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya Navçeya Şêranê ya girêdayî Kantona Kobanê, Fatima Osman têkildarî êriş, tundî, şideta zihniyeta baviksalarî ji ajansa me re nirxandin kir. Fatimayê got têkoşîna jinê ya li dijî zihniyeta baviksalarî dewam dike.
 
'Jin ji mafê wê dûr xistin'
 
Hevseroka PYD'ê Fatime Osman di destpêka nirxandina xwe de anî ziman ku di dirêjahiya dîrokê de hertim ji aliyê hişmendiya mêr a desthilatdar ve jinê zilm, zor û azar dîtiye û got: "Bê guman mirov nikare bibêje ku jin di demên berê de, xwedî mafên xwe bû, xwedî hebûna xwe bû. Mirov dema we re û balê bide ser dîrokê û bala xwe bidê, dibîne ku çiqas wê zihniyeta baviksalariyê xwe li ser jinê daye ferzkirin. Her wiha jin di wê demê de hertim ji mafên xwe yên rewa bê par maye, jin tam di wan deman de negihaştibû azadiya xwe, rol û tevgera xwe bi temamî nelîstibû. Lê helbet em dizanin ku jin di destpêka mirovahiyê û jîngehê de xwedawend bû, jinê her tişt bi rê ve dibir. Lê pişt re hişmendiya desthilatdariyê ya baviksalariyê jin kir kole. Her tiştê jinê ji destê wê girt, weke mêr xwe da pêş. Li hemberî jinê tundî, îşkence kir. Zihniyeta mêr li jinê da, ew qetil kir û ji mafê wê dûr xist. Tenê ji jinê re dihate gotin 'tu ya perwerdekirina zarokan e û tenê jiyana te di nava malê de ye. Tenê jin dikare malê bi rê ve bibe, jin tenê ya malê ye û em ê mêr li vir kar bikin û em ê bi derdorê eleqedar bibin'. Li ser vê bingehê hertim jin di nava çar dîwaran de dane rûniştandin û ji mafên wê dûr xistin."
 
'Têkoşîna jinê ya li dijî zihniyeta baviksalarî dewam dike'
 
Fatimeyê di dirêjahiya nirxandina xwe de qala rê û rêbazên qirkirinê ya li hemberî jinê ya ji aliyê desthilatdariya mêran ve kir û wiha lê zêde kir: "Jin di hemû aliyê jiyanê de li hemberî mêran û serdestiya mêran têkoşîn kir. Heya kêliya dawiyê jinê ev şêweyê têkbirinê ya ji aliyê mêr ve red kir û qebûl nedikir. Ji ber vê jî mînaka herî mezin li ber çavên hemû cîhanê derket pêş û bû mijara sereke ya di nava tevahî cîhanê de. Rejîma Îranê ji bo têlek porê Jîna Emînî xuya kir, ji aliyê Rejîma Îranê ve bi hemû rêbazên îşkenceyê rû bi rû ma û heta ku jiyana xwe ji dest da. Ev yek jî ji encama hişmendiya desthilatdariyê ve derket pêş, ku tu carî hebûna jinê ya xwezayî di jiyanê de qebûl nakin. Jinên ku li dijî zihniyeta baviksalariyê têkoşîn kirin û hebûna xwe pênase kirin bi îşkenceyê rû bi rû man. Loma têkoşîna jinê ya li dijî zihniyeta baviksalarî dewam dike."
 
'Jin bûn xwedî rol û tevger'
 
Fatimeyê di nava nirxandinên xwe de behsa guhertin û veguhertinên piştî şoreşa 19'ê Tîrmehê kir û wiha pê de çû: "Piştî ewqas zehmetî û astengiyên ku jin tê re derbas bûn, jinê careke din bi qehremanî şoreşa 19'ê Tîrmehê ji tevahî jinên cîhanê re li dar xistin. Her wiha jinê bi hemû hêza xwe li ber DAIŞ'ê têkoşîn kir, berxwedana jinê ya li baremberî dagikerî û desthilatdariyê bû semboleke aştiyê ya jinên cîhanê. Jinên leheng ên weke Arîn Mîrkan, Avesta Xabûr, Hevrîn Xelef û bi hezaran jinên têkoşer ên bi qehremanî mohra xwe li rûpelên dîrokê dane û vîn  û hêza jinê li ser neqişandine. Jinê di şoreşa 19'ê Tîrmehê de xwe dan naskirin û hêza xwe da diyarkirin, ku îro tu kes nikare li hemberî hêz, vîn, hizir û sekna wan ji bo mîsogerkirina azadiya jinê bibe asteng. Jin piştî ewqas têkoşîn û berxwedan li ser fikir û felsefeya Rêberê Neteweya Demokratîk Abdullah Ocalan meşiyan û di hemû qadan de bûn xwedî tevger û rol."
 
'Wê bi Arîn, Aveste û Barînan berxwedana me bi ser bikeve'
 
Fatimeyê di dawiya nirxandinên xwe de teqez kir ku ew weke Jinên Kurd li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgiriyê didin hemû jinên cîhanê û wiha dawî lê anî: "Em weke jin li ser bîrdozî û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û destkeftiyên Şoreşa 19'ê Tîrmehê, xwe pêş dixin. 
 
Em têkoşîna xwe mezin dikin û tu carî rê nadin hişmendiya desthilatdar ku li ber hêz û vîna me bisekinin. Helbet wê bi Arîn, Aveste û Barînan berxwedana me bi ser bikeve."