‘Em pergaleke perwerdê ya demokratîk dixwazin’

  • 09:04 5 Cotmeh 2022
  • Rojane
Rojda Aydin 
 
AMED - Hevseroka Şaxa Hejmara 1’em a Egîtîm Sen a Amedê Emîne Akşahîn bi wesîleya 5’ê Cotmehê Roja Mamosteyên Cihanê axivî û anî ziman ku ew ê îsal di bin siya pirsgirêkan de vê rojê pêşwazî dikin û got ku ew pergaleke perwerdehiya demokratîk û objektîf dixwazin.
 
 Di 5’ê Cotmeha 1966’an de bi beşdariya rêxistinên mamosteyên navneteweyî ve “Biryara Peşniyarkirina Rewşa Mamosteyan” ji hêla UNESCO û ILO ve hat pejirandin. Ev biryara dîrokî ku ji bo mamosteyên hemû cihanê girîng e, ji bo rewşa civakî û mafên mamosteyan gaveke girîng û dîrokî ye. 5’ê Cotmehê di sala 1994’an de ji aliyê Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandyê ya Neteweyên Yekbûyî UNESCO û ILO’yê ve weke Roja Mamosteyên Cihanê hat ragihandin. “Biryara Pêşniyara Rewşa Mamosteyan” ji bo bihêzkirina pozîsyona mamosteyan, pêşxistin û parastina mafên wan armanc dike, di heman demê de di asta navneteweyî de peymanek civakî ye. Her çend “Biryara Peşniyar” belgeyek ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye qebûlkirin û îmzekirin be jî, Tirkiye bi salan e erkên xwe bi cih neaniye. Xebatkarên perwerdehî û zanistê yên li Tirkiyeyê dixebitin di warê mafên aborî, civakî û şexsî de di nav welatên OECD’ê de di rêza dawîn de cih digire.
 
Der barê mijarê de Hevseroka Şaxa Hejmara 1’em a Navenda Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Amedê Emîne Akşahîn axivî.  
 
‘Tirkiye berpirsyariyên xwe bi cih nayîne’
 
Emîne, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser dîroka 5’ê Cotmehê û anî ziman ku her çend Tirkiye di nava peymanê de ye jî berpirsyariyên xwe yên li hember xebatkarên perwerdehiyê bi cih nayîne. Emîne, diyar kir ku li Tirkiyeyê pirsgirêkên biralî yên mamosteyan hene û got: “Em di warê pirsgirêkên aborî û bi taybetî di warê pirsgirêkên civakî û demokratîk de zehmetiyên mezin dijîn. Me dest bi sala nû ya perwerde û hînkariya 2022-2023’yan kir. Di destpêka perwerdehiyê de mamoste li bajarên metropol nikarin kirêya xaniyên xwe bidin. Mamosteyên ku li gundan dixebitin, nikarin heqê çûyîn hatina dibistanê bidin. Kesên ku zarokên wan li bajarên mezin dixwînin an jî yên zarokên wan li kêleka wan in nikarin debara wan bikin. Ev pirsgirêkên aborî bandorê hem rewşa wan a polê û hem jî bandorê zarokan dike. Kesên ku ji bo pêdiviyên xwe yên bingehîn di jiyana xwe de heqê xwe nestîne, nikare hêviyê di zarokan de bihêle. Nikare mirovên ku bi hêvî li pêşerojê binêrin mezin bike. Mamosteyên ku di vê paceyê de cihanê dinêrin li Tirkiyeyê têkoşîna mayîna jiyanê didin. Ji sedî 99’an xebatkarên perwerdehiyê yên li metropolan debara xwe bi kirina karek din dikin.”
 
'Kedkar bûn mexdûrên îktîdara siyasî’
 
Emîne, bal kişand ser mamosteyên ku bi KHK’ê ji kar hatine derxistin û wiha domand: “Li Tirkiyeyê gelek pirsgirêk hene û yek jî wan kedkarên ku bi KHK’ê ji kar hatine derxistin e. Bi sedan hevalên me ji kar hatin derxistin. Ji bilî pirsgirêkên aborî û civakî, îktîdar li dijî hevalên me yên ku bi KHK’ê hatine derxistin zimanê bikartîne ve civakê ji wan dûr dixe û hevalên me rastî zextên derûnî tên. Ji bo mafê hevalên me yên KHK’ê em daxuyaniyan didin. Ji bo ku hevalên me demek nêz de hemû mafên xwe dest bixin û vegerin li ser karên xwe. Di demên dawiyê de nêzî 60-70 dosyeyên hevalên me biryara neqebûlkirinê hat dayîn. Em jî baş dizanin ku ev biryarên siyasî ne. Ji ber ku di hiqûqê de tu hinceta van ne qebûlkirina tuneye. KHK’yî mexdûrên îktîdara siyasî ne. Bi zanebûn hedef hatine girtin, bi sirgûn, mobîng, dûr xistina kar, girtin û binçavkirinan ceza didin kedkaran." 
 
‘Em Qanûna Pîşeyî ya Mamosteyan naxwazin’
 
Emîne, destnîşan kir ku 5’ê Cotmehê di bin siya pirsgirêkan de pêşwazî dikin û got: “Dema ku mamoste dest bi sala nû ya xwendin û hînkariyê dikin, li gelek kategoriyan de dest bi demê dikin. Her wiha mamosteyên bi peyman û di sektora taybet de dixebitin jî li ber xwe didin, vê carê jî bi derxistina ‘Qanûna Pîşe ya Mamostetiyê’ derxistin û ji bo me bûye pirsgirêkeke mezin. Dema dihat behskirin me qebûlnekir. Ji ber ku em li dijî derxistina ‘Qanûna Pîşeyî ya Mamosteyan’ ku tenê li ser bingehên aboriyê hatiye avakirin, hiyerarşiyê diafirîne û mamosteyan dixe nava pêşbirkê têdikoşin. Bi derxistina vê qanûnê ve dê aramiya mamosteyan xera bike. Li dijî derxistina vê qanûnê em ê çalakiyan li dar bixin. Divê qanûnekê ku mafê maosteyan biparêze bê derxistin. Ji ber vê em têdikoşin." 
 
‘Bila ev pêkanînên keyfî rabin’
 
Emîne, di dawiya axaftina xwe de got ew dixwazin hemû mamosteyan bi awayek bê cûdakarî tayînê kar bê kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rojên derbas bûyî de nêzî 20 hezar mamoste hatin tayînkirin. Piştî ku tên tayînkirin şûnde lêpirsîna ewlehiyê tê destpêkirin û em vê tiştê qebûl nakin. Dixwazin kesên mûhalîf bidin sekinandin, dûr bigirin û naxwazin bibin karmendên dewletê. Lewra jî em dixwazin ev pêkanînên keyfî bên rakirin û bi awayek objektîf tev bê gerandin. Bi sedhezaran hevalên me nehatin tayînkirin. Em dixwazin hemû mamoste di bin banekî de kom bibin û xwedî heman mafan bin. Em dixwazin pergalekî perwerdehiyê ya bi maf û ewlehî hebe.”