'Arîn Mîrkan çîrûska Şoreşa Rojava geş kir'

  • 09:01 5 Cotmeh 2022
  • Rojane
Hêlîn Asmîn
 
QAMIŞLO - Rêhevala Arîn Mîrkan, Necbîr Agîrî têkildarî salvegera çalakiya fedaî ya Arîn Mîrkan axivî. Necbîrê bal kişand ser çirûska Şoreşa Rojava û wiha got:" Bi hezaran ciwanên kurd hatin Kobanê, li hember çeteyên DAÎŞ'ê şer kirin. DAÎŞ'ê di şerê Kobanê de xwest Şoreşa Rojava têk bibe, lê negihişt armanca xwe. Çirûska 19'ê Tîrmehê her diçû belav dibû. Armanca çeteyan jî têkçûna vê bû. Lê hevalên mîna Arîn Mîrkan çirûska Şoreşa Rojava geş kirin." 
 
Di Hezîrana 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê bajarên Mûsil û Reqa dagir kir û Reqa wek paytext ragihand. Kantona Kobanê ji sê aliyan ve dorpêç kirin û dest bi êrîşên cuda kirin. Ev êrîş heta 15'ê Îlonê dom kirin. Êrişên li ser Kobanê di 15'ê Îlonê dest pê kir.
 
Çeteyan êrîşî herêmê kirin û bi awayekî hovane gelek kes qetil kirin. Her wiha bû sedema koçberiyê. Li hemberî vê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) tenê bi çekên takekesî û bi hejmarên kêm şer dikirin. Piştre Kobanê hat rizgarkirin. Li ser mijarê rêhevala Arîn Mîrkan ku di şerê Kobanê de cih girtiye Necbîr Agîrî, axivî. 
 
'Çalakiya Arîn Mîrkan ji bo me bû mînak'
 
Necbir Agirî di destpêka axaftina xwe de wiha qala bibîranînên Kobanê kir û wiha pêde çû : ''Ez di destpêkê de di şexsê Arîn Mîrkan de hemû şehîdên ku ji bo rûmetê canê xwe feda kirine bi bîr tînim. Şerê li Kobanê hat meşandin tu carî nayê jibîrkirin û wê bikeve rûpelên dîrokê. Ji ber di tevahî cîhanê de şerekî bi vê rêbazê nehatiye meşandin. Her zarokên ku li Kobanê şer kirin û gihiştin asta şehadetê zarokên vî gelî bûn. Berxwedana Kobanê hişt ku cîhan hemû li derdora Rojava bibe xelek. Di wan kêliyan de rola her şervanekî pir girîng bû, her şervanê ku di wî şerî de cih girtin jî di ferqa vê de bûn. Çalakiya Arîn Mîrkan bû mînak û çalakiya têkoşînê bû."
 
'Arîn Mîrkan çîrûska Şoreşa Rojava geş kir' 
 
Necbîrê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn şervanên li Kobanê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê li berxwe dan û got:"Bi hezaran ciwanên kurd hatin Kobanê, li hember çeteyên DAÎŞ'ê şer kirin. DAÎŞ'ê di şerê Kobanê de xwest Şoreşa Rojava têk bibe. Ji ber şoreşa Rojava li Kobanê dest pê kir. Armanca şerê Kobanê jî têkbirina şoreşê bû, lê negihiştin armanca xwe. Çirûska 19'ê Tîrmehê her diçû belav dibû. Armanca çeteyan jî têkçûna vê bû. Lê hevalên mîna Arîn Mîrkan çirûska Şoreşa Rojava geş kirin. Berxwedana şervanan plana Erdogan û yên çeteyên wî, têk birin. Di heman demê de dayikên Kobanê piştgiriya şervanan kirin.''
 
'Girêdana jinê ya bi ax û welatê xwe hişt Kobanê rizgar bibe'
 
Necbîrê da zanîn Rêwan û Arîn bûne çirûska 19'ê Tîrmehê û wiha berdewam kir: ''YPJ bû sembola şerê Kobanê, bi berxwedana xwe îlham da tevahî jinên cîhanê. Li Kobanê ne tenê Arîn Mîrkan, gelek hevalan piştî heval Arîn ev rêbaz dan meşandin. Ji wan hevalan yek jî heval Rêwan bû. Rêwan hîna nû tevlî refên YPJ'ê bûbû lê ji bo Kobanê li Girê Miştenûrê çalakiya fedaî kir. Bi çalakiya Rêwan û gelek hevalên mîna Rêwan û Arînê çirûska 19'ê Tîrmehê heta niha jî geş maye. Di hemû kêliyên wê demê me jiya de, me rastiya fikir û felsefêya Rêber Apo dît. Welatparêziya jinê di hemû kêliyên berxwedanê de xwe dide diyarkirin. Di şerê Kobanê de girêdana jinê ya bi ax û welatê xwe re hişt ku Kobanê rizgar bibe.''