'Çalakiya Arîn Mîrkan bû sembola têkoşîn û berxwedanê'

  • 10:10 4 Cotmeh 2022
  • Rojane
ŞEHBA - Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Efrînê, Ferîda Îbo têkildarî salvegera çalakiya fedaî ya Arîn Mîrkan de bal kişand ser têkoşîna jinên kurd û wiha got: "Çalakiya Arîn Mîrkan bû sembola têkoşîn û berxwedanê."
 
Di dîroka 15'ê Îlona 2014'an de çeteyên DAIŞ êrîşên xwe birin ser kantona Kobanê. Di van êrîşan de Yekîneyên Parastian Jinê (YPJ) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji bo parastina axa Kobanê ya ji dagirkeran û êrîşan ketin tevgerê. Di berxwedana Kobanê de şervanan berxwedan û têkoşînek mezin dan. Arîn Mîrkan şervana YPJ'ê di 5 'ê Cotmeha 2014'an de li dijî êrişan çalakiya fedaî pêk anî. Çalakiya fedayî ya Arîn Mîrkan ji cîhanê re îsbat kir ku jin dikare parastina welat û nirxên xwe bike. Navê nasnameyê ya Arîn Mîrkan Dilara Kênc e û di sala 1992'yan de li gundê Mîrkan a navçeya Mobeta ya kantona Efrînê ji dayik bûye. Arîn bi derketina çirûska şoreşa Rojava tevî şoreşê bû û bi armanca parastina rûmeta gelê kurd di nav refên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) de cih girt. 
 
Arîn û bi hezaran jinên ku canê xwe ji bo parastina axa xwe ya ji dagirkeriyê, feda kirin, bûn sembola têkoşînê. Ji jinên Rojhilata Navîn re ronahiyek ava kirin û di rûpelên dîrokê de bûn xwediyê destaneke bi nirx. Bi nêzîkbûna salvegera 8'emîn a çalakiya fedayî ya Arîn Mîrkan, Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Efrînê, Ferîda Îbo nirxandin kir.
 
'Çalakiya Arîn Mîrkan ji gel re bû hêzek'
 
Ferîda Îbo salvegera şahadeta Arîn Mîrkan bi bîr anî û wiha got: "Bi boneya salvegera şahadeta Arîn Mîrkan em hemû pakrewanan bi taybet pakrewanên jin bi bîr tînin. Her jinek ku gihişt asta şahadetê bi xwîna xwe dîrokek ji berxwedan û têkoşînê nivîsand. Yek ji wan jinên berxwedêr jî Arîn Mîrkan bû ku canê xwe fedayî axa Kobanê kir ji bo ku ew bin nekeve û çeteyên DAIŞ'ê derbasî axa pîroz nebin. Ji ber vê jî Ş. Arîn Mîrkan biryara çalakiya fedaî da û bê tirs di nav komên çeteyan de çalakiya fedaî pêk anî û hejmarek ji çeteyan kuşt. Ev çalakî ji dijmin re bû bersiv, her wiha gelê Kobanê hêzek ji vê çalakiyê girtin û soza tolhildanê dan. Bi vê çalakiyê Kobanê careke din li ser lingên xwe li dijî dagirkeriyê sekinî û xwedî li berxwedana Arîn Mîrkan derket. Bi rêya têkoşîna Arîn Mîrkan Kobanî gihişt asta rizgarkirinê."
 
'Arîn, Avesta, Barîn bûn sembola têkoşînê'
 
Ferîda behsa sembola jinên têkoşer û berxwedêr kir û wiha got:"Li her deverek ji axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku êrîş ser wê hatiye kirin jin tê de bûye xwedî sembol û berxwedan li dijî çeteyan daye meşandin. Ji Efrîn, Kobanî, Serê Kaniyê, Girê Spî û heta vê dawiyê li Girkê Lîgê jin di wir de bûne xwedî sembol û têkoşîna li dijî dagirkeriyê. Berxwedan, têkoşîn tirsekê di dilê dijmin de ava dike, bi taybet li hember hêza jinê bi tirs in. Ji ber vê yekê her dixwazin îrade û vîna jinê bidin şikandin. Berxwedan weke berxwedana Arîn Mîrkan, Sakîna Cansiz, Barîn Kobanî û Avesta Xabûr li holê hebin tu carî îradeya jinê nayê çewisandin. Îradeya jinê wê ji dijmin û gefên li jinan dixwe, bibe bersiv. Em ê li dijî dagirkeriyê berxwedan û têkoşîna xwe xurtir bikin û xwedî li destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin, derkevin."
 
'Çalakiya Arîn Mîrkan bû sembola têkoşîn û berxwedanê'
 
Di dawiyê de Ferîda diyar kir ku bi vîn û hêza jinê wê hemû deverên dagirkirî mîna Kobanê bên rizgarkirin û got: "Bi israrbûna jin, hêz û vîna wê hemû deverên ku ji aliyê dagirkeriyê ve hatine dagirkirin wê weke Kobanê bên rizgarkirin ji ber jin ji bo axa xwe canê xwe jî feda dikin. Xebatên me jî li ser bingeha rizgarkirina deverên me yên dagirkirî, azadiya Rêber Apo ya fîzîkî didomin. Bi rihê Arînan û jinên ku di şoreşê de bûne sembol em ê berxwedana xwe xurt bikin, ji ber berxwedan para me ye û em ê bigihînin serkeftinê. Çalakiya Arîn Mîrkan bû sembola têkoşîn û berxwedanê."