‘Bila dayik Delalên xwe destê dijmin de nehêlin’

  • 09:05 30 Îlon 2022
  • Rojane
 
AMED - Hîdayet Ay ku cenazeyê keça xwe Hatîce Ay a YJA STAR’î girt, bang li hemû dayikan kir ku xwedî li cenazeyên zarokên xwe derkevin û wiha got: “Ez ê xwedî li mîrateya keça xwe derkevim. Keça min Delal bû û berê xwe da çiyan. Li wir bû xezal..”
 
Li coltera Çiyayê Gorse ya navçeya Pîran a Amedê di 20’ê îlonê de ji aliyê TSK’ê ve bi SÎHA’yan êrîş pêk hat û di êrîşê de Aliye Kiye (Dîren Wan), Hatîce Ay (Adar Amed), Hacer Sucîn (Dîcle Sêrt) yên YJA STAR’î jiyana xwe ji dest dan. Tevî malbatan cenaze teşhîs kirin jî sê rojan li ATK’ê hatin sekinandin. Li ser vê malbatan bi dozger re hevdîtin kirin û dozger got ez cenazeyan nadim. Li ser vê dayika Hatîce Ay, Hîdayet Ay û birayê wê Ayetullah Ay di 23’yê îlonê de li ber edliyeya Amedê dest bi nobetê kirin.
 
Di encama berxwedana malbatê de Serdozgeriya Komarê ya Amedê neçar ma şûnde gavê bavêje û saetên şevê de destûr dan malbat cenazeyê bigire. Malbatê cenazeyê Hatîce Ay girtin û li gundê Hewrê ya Pasûr a Amedê defin kirin. Piştî definkirinê malbat vegeriya Amedê û sersaxî qebûl kirin. Hat hînbûn ku şeva 25’ê îlonê leşker çûnde goristana ku Hatîce lê hatiye definkirin û nobet girtine.
 
Hatîce Ay (Adar Amed) kî ye?
 
Hatîce li gundê Hewrê ya Pasûr a Amedê di 1990’î de hat dinê û du salî bû bavê wê Abdullah Ay li Farqînê ji aliyê kontrayan ve hat qetilkirin. Hatîce di temenê biçûk de şahidiya zext û êrîşên dewletê dike û di lîseyê de tevli PKK’ê dibe. Piştî Hatîceyê hevala wê Netîce Katar (Nalîn Amed) jî dibêje ew ê li pey hevala xwe biçe û tevli PKK’ê dibe. Lê Netîce di 7’ê Adara 2017’an de li Licê bi hevalê xwe Bunyamîn Oncu (Berxwedan Amed) re di pevçÛnekê de jiyana xwe ji dest dide. Hatîceyê di roportajên xwe yên salên borî de dabû de da zanîn ku wê sadiqê bîranîna hevalên xwe be û têkoşîna wan bidomîne. Hatîce wek fermandara YJA STAR’ê peywir dimeşand û li çoltera Çiyayê Gorse ya Pîranê di êrîşa SÎHA de bi du hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da.
 
Dayika Hatîceyê, Hîdayet Ay ji ajansa me re nirxandin kir.
 
‘Her kesî jê re digot Delalê’
Hîdayetê da zanîn ku Hatîce du salî bûye bavê wê hatiye qetilkirin û got: “9 zarokên min hene. Dema em li gund bûn her roj bi ser mala me de digirtin. Zarokên min binçav dikirin. Îşkence lê dikirin. Kurê min Seyfettîn Ay wê demê hat girtin 18 sal ceza lê birîn. Keça min li dijî van bêdeng nema. Her kesî ji Hatîceyê hez dikir. Kesî jê re nedigot Hatîce; digotin Delalê. Bi rastî jî ev nav hêjayê wê bû. Li her derê gelek dihat hezkirin.”
 
'Çima cenaze nayên teslîmkirin?'
 
Hîdayetê bi lêv kir ku Fermandariya Cendermeyan a Amedê di 21’ê îlonê de li kurê wê geriyaye û gotine ‘me xwişka te kuştiye, werin teşhîs bikin’ û wiha daxuyand: “Li ser vê me teşhîs kir. Me mînaka xwînê da. Em çûn cem dozger. Dozger got ez cenaze nadim. Li ser vê me li ber edliyeya Amedê dest bi çalakiyê kir. Sedema nobeda min ne tenê keça min bû. Ev destpêkek bû. Zarokên me qetil dikin û cenazeyên me nadin. Çima gelo? Gelo çi zirara wan cenazeyan heye. Li ser nobedê biryara xwe şûnde kişandin. Li ser vê me got ne tenê cenazeyê keça min yê hemûyan bide. Daxwaza me hat cih û me dawî lê anî.”
 
‘Dewlet cenazeyê leşkerên xwe jî nade’
 
Hîdayetê destnîşan kir ku nîvê şevê cenazeyê Hatîceyê defin kirine û wiha pê de çû: “Me cenazeyê xwe girt û defin kir. Dayik her roj li qadan aştiyê dixwazin. Zarokên me tên qetlkirin lê dîsa jî em aştiyê dixwazin. Dewlet bi nedayîna cenazeyan êşê bi me dide kişandin. Dewlet cenazeyên leşkerên xwe jî nade. Lê divê hemû dayik li berxwe bidin.”
 
'Em serbilind in'
 
Hîdayetê êrîşa leşkeran li hember Goristana Garzan jî bi bîr xist û wiha dawî lê anî: “Ez ê xwedî li bîranîna keça xwe derkevim. Keça min Delal bû. Berê xwe da çiyan. Li wir bû xezal. Keça min di rêya şerefê de jiyana xwe ji dest da. Me wek malbatê bi şan û şeref ew defin kir. Bila serê gelê Kurd sax be. Ez bi keça xwe serbilind im. Bila dayik Delalên xwe destê dijmin de nehêlin.”