'Çareseriya pirsgirêka kurd bi azadiya Ocalan pêkan e'

  • 09:01 30 Îlon 2022
  • Rojane
 
Rojda Aydin - Şehrîban Aslan
 
ÊLIH - Jinên ku tevlî konferansas TJA’yê bûn, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin: “Çareseriya pirsgirêka kurd bi azadiya Birêz Ocalan pêkan e. Ji ber vê jî pêwîste jin bi rêxistinî berxwedana xwe bidomîne û ji pêvajoya xetimî rizgar bibe."
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma “Em li dijî faşîzmê bi biryar û di azadiyê de bi israr in” di 24 û 25'ê îlonê de Êlihê bi beşdariya bi hezaran jinan 4'emîn konferansa xwe li dar xist. Di konferansa ku hatî lidarxistin de tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bandora tecrîdê ya li ser civakê yek bi yek di konferansê de hat nirxandin. 
 
Jinên ku tevlî konferansê bûn, têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan axivîn.
 
‘Dê têkoşîna gelê Tirkiyeyê bidome'
 
Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navenda Stenbolê Pervîn Tûnbûl, anî ziman ku bi tecrîda li ser Abdullah Ocalan ve hemû gelê Tirkiyê di bin tecrîdê de ye û wiha got: “Ji ber ku ji van pirsgirêkan re çareseriyek nayê dîtin. Di bin banê rejîma yêk mêrê de hemû gel di bin tecrîdê de ye. Em carekedin dibêjin ku kesê ku ji pirsgirêka kurd re çareseriyê ava bike Birêz Ocalan e. Em her tim vê tiştê tînin ziman. Em vê tecrîdê tu carî qebûl nakin. Bi taybetî jî wek jinên kurd em tînin ziman ku tu carî ev tecrît nayê qebûlkirin. Ji bo şikandina tecrîdê em wek jinên kurd têkoşîna xwe bidomînin. Bi giranbûna tecrîdê ve li Tirkiyê kaosek hat avakirin. Li Tirkiyê qetilkirina jinan gihîşt asta herî jor. Herî dawî li Îranê hevalekê me ya jin hat qetilkirin û ev yek jî qirkirinek siyasî bû. Îro tecrîdek kûr li ser tevahiya Tirkiyê tê meşandin. Ligel hemû zext û êrişan jî em têkoşîna xwe didomînin. Ji ber vê yekê jî divê gelê Tirkiyeyê vê têkoşînê heta dawiyê bidomîne. Heta ku tecrîda li ser Birêz Ocalan neyê şikandin dê ev pirsgirêkên kûr, qirkirin, xîzanî jî berdewam bike. Em hemû jî baş dizanin ku çareserî li Îmraliyê. Li dijî tecrîdê têkoşîna me heta dawiyê berdewam bike. Em her tim li kolan û qadan in. Em ê tu carî nesekinin.”
 
'Bi rakirina tecrîdê dê çareserî pêk bê' 
 
Hevşaredara Cizîra Şirnexê ya ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Bêrîvan Kutlu jî wiha bal kişand ser bandora tecrîdê: "Tecrîd û şer girêdayî hevdû ne. Dîl girtina Serok jî destpêka qirkirina Gelê Kurd, jina kurd e û ji holê rakirina nasnama Gelê Kurd e. Lê belê beriya her tiştî pêwîste jin sekneke wisa bide nîşandan ku heya ev tecrît rabe. Pêwîste sekna jinê di vê astê de be. Jinên kurd ji dîrokê heta îro bi wêrekî gava avêtiye. Bedelên wê giran e. Çi destkeftî bê bedel nabe. Dibe ku bedelên hîn mezintir bidin ber çavên xwe û gavên şên ber bavêjin. Em vê pêvajoya xetimî û tecrîda girankirî rakin. Ger ku tecrîta ser Serokatî rabe, li ser jinê jî dê rabe. Ji ber ku hemû girêdayî hevdû ne. Çareserî, azadî, parastina destkeftiyên me bi rakirina tecrîda ser Serokatiyê vê girêdayî ye.”       
 
‘Divê jin xwe bi rêxistin bike'
 
Hevseroka HDP’ê ya Mehsertê ya Mêrdînê Almazî Demîrcan jî tecrîda girankirî şermezar kir û ev tiştan anî ziman: “Wekî ku serokatî gotiye ‘Şerê me cîhanê yê sêyemîn şerê zihniyetê ye’. Rastî jî ev şerê zihniyetê ye. Ev pergala serdest bi taybetî jinan hedef girt û qirkirinek li ser jinê dide meşandin. Herî dawî jî li Îranê Jîna Mahsa Amînî ji aliyê heman hişmendiyê ve hat qetilkirin. Mafê tu kesî tuneye ku destên xwe bavê porê jinê. Jin afrînerê jiyan, xweza û gerdûnê ye. Ji bo berjewendiyên xwe jinê diperçiqînin. Îro nikarin li hember berxwedana jinê û kesên têkoşer bisekinin. Divê jin xwe ji tecrîdê rizgar bike û pergalek polîtîk  ava bike. Lewra jî divê jin xwe rêxistin bike û têkoşînek xûrt bide.”