Ji xizmên girtiyan peyama 'Berxwedan jiyan e'

  • 13:11 29 Îlon 2022
  • Rojane
 
AMED - Xizmên girtiyan di çarçoveya çalakiya xwe ya Nobeda Edaletê de daxuyanî dan. Malbatan diyar kir ku daxwazên wan nayên bicihanîn û bi dirûşma "Berxwedan jiyane" diyar kirin ku ew dest ji çalakiya xwe bernadin.
 
Çalakiya Nobeda Edaletê ya Xzimên girtiyan ku bi daxwaza bila girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin dan destpêkirin îro li ber Edlyeya Amedê berdewam kir. Malbatan di çarçoveya çalakiya xwe de daxuyanî dan çapemeniyê.  Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Amedê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY DER) ya Amedê, , Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) û MED - TUHAD -FED'ê  piştgirî dan çalakiya malbatan. 
 
'Berxwedan jiyan e'
 
Ji xizma girtiyan Reşahat Ada diyar kir ku ew 11 meh in di nobeda edaletê de ne û girtiyên nexweş nayên dermankirin. Reşahat wiha berdewam kir, "Girtiyan dikirin hucreya yek kes. Zilmê li zarokên me dikin, em çûn heta Enqereyê, lê tu daxwaza me nehat bicihanîn. Me raporên gitiyan birin meclisê. Lê tu gav nehatin avêtin. Em heta dawî li gel xizmên xwe yên girtî ne. Meclis ve dibe û em ji Wezîrê Edaletê dixwazin ku daxwazên me bi cih bîne. Heta ku daxwazên me bi cih neynin em ê li qadan çalakiya xwe bidomînin.  Em dibêjin, 'Berxwedan jiyan e, berxwedan jiyan e.'