Eren Keskîn 5 sal şûnde bi muwekîla xwe re hevdîtin kir

  • 09:06 29 Îlon 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn 5 sal şûnde bi girtiya nexweşa giran Fatma Tokmak re hevdîtina parêzer pêk anî. Erenê da zanîn ku Fatma gelek westandî bûye û bi hatina midûrê nû re binpêkirinên zêde bûne parve kriye û banga hestiyariyê kiriye.
 
Fatma Tokmak di 1996’an de li Kocaeliyê hat binçavkirin û 20 rojan bi kurê xwe Azad ê du sal û nîv re îşkence dît. Fatma 22 sal in girtiye, nexweşa dil e û divê hefteyê carê xwîn biguhere, nexweşiya şekir û bîhndanê pê re heye. Fatma tevî rewşa wê girane jî di bin tecrîdê de tê girtin.
 
Midûr dest bi pêkanînên kêfî kir
 
Fatma ya li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê dîmîne û ji ber nexweşiyan di meşê de zehmetiyan dişkîne asansora ku girtiyên nexweş bi kar dianî, lê ev 5 meh in ji aliyê îdareya girtîgehê ve hatiye girtin. Bi guherîna midûrê girtîgehê ve binpêkirin jî zêde bûn. Malbatan di hevdîtina telefonê ya bi malbatan re diyar kir ku her roj gardiyanên mêr û jin bi ser qawişê de digirin û alavên wan desteser dikin û gotibûn li nexweşiya gurîbûnê heye lê av tên birîn û banga hestiyariyê kirin.
 
5 sal şûnde hevdîtina parêzer
 
Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn 5 sal şûnde bi muvekîla xwe nexweşa giran Fatma Tokmak re hevdîtin kir. Erenê der barê rewşa Fatmayê de ji ajansa me re nirxandin kir.
 
Dijhiqûqîbûn ji serî de hebû
 
Erenê da zanîn ku Fatma di kanûna 1996’an de hatiye binçavkirin 20 rojan bi kurê xwe Azad ê du sal û nîv re di binçavan de maye û got: “Fatmayê wê demê qet tirkî nizanibû. Tevî vê bi zor îfade pê dan girtin. Ji bo îfadeyê pê bidin dayin bi kurê wê îşkence kirin. Odeya Tabîban a Stenbol û TÎHV’ê îşkenceya li zarok kirin belge. Ji sûcekî ku tu eleqeya wê pê tunebû li Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) tevî tirkî nizanbû tiliya wê li îfadeyê dan. Ji serî de Fatmayê dijhiqûqîbûn jiya.”
 
Piştî îşkenceyê nexweşiya dil lê peyda bû
 
Erenê wiha vegot: “Dema Fatma hat girtin kurê wê mehek û nîvê şandin Saziya Starbûna zarokan. Piştre zarok teslîmê Fatmayê hat kirin. Tenê îşkence li Fatmayê nehat kirin, di alî psîkolojîk de travmayek mezin jiya. Ji ber îşkenceya psîkolojîk û fîzîkî Fatma bi nexweşiya dil ket. Bi salan me hewl da Fatma tehliye bibe. TÎHV’ê rapora nikare girtî bimîne da. Piştre ATK’ê rapor da. Fatma tehliye bû. Piştî demekê ceza danê. Dosya çû dadgeriyê. Fatmayê digot wê doz xera bibe. Min bi dehan carî jê re got biçe derveyî welat biryara dadgeriyê qet ne diyar e. Lê wê got sûcê min tune wê biryar xera bibe.”
 
Rapora dikarin bimîne dan
 
Erenê wiha dirêjî dayê: “Piştî ceza hat erêkirin Fatma hat girtin. Fatma ji sala 1996’an heta niha tenê 5 salan li derve ma. Ji wê dîrokê heta niha 22 sal in girtiye. Raporên ATK’ê dijhiqûqî ne. Fatma bi rapora ATK’ê hatibû tehliyekirin. Lê piştî ceza hat erêkirin rapora dikare girtî bimîne dan. Ji roja Fatma hat binçavkirin min parêzeriya wê kir. Bi biryara dadgehê ez bûm vasîya wê. Lê piştre îdara girtîgehê astengî derxist. Nehiştin ez wek parêzer û vasî hevdîtinê bikim. 5 sal in li şûna min parêzer Jiyan Kaya û Jiyan Tosun hevdîtinê pêre dikin. Herî dawî me biryara vasîbûnê guhert. Kurê wê Azad bû vasî. Ez jî 5 sal şûnde çûm hevdîtinê. Lê Fatma gelek westyayî xuya dikir.”
 
‘Midûrên girtîgehê tehdîd û tacîz dikin’
 
Erenê her wiha ev tişt anî ziman: “Beriya pandemiyê bi biryara doktor her hefte xwîna wê dihat guhertin. Lê bi pandemiyê re ev rabû. Niha pirsgirêka asansorê dijî. Ji ber Fatma nikare bi pêlekan biçe û bê. Ji ber pirsgirêka asansorê demek dirêj e nikare biçe nexweşxaneyê. Dermankirina wê bi hincetên cuda tê astengkirin Di laşê wê de reşî çêdibe. Midûrê nû hatiye girtîgehê. Midûrê yekem û duyem tehdîdan dikin û tacîz dikin. Mînak her roj gardiyanên jin û mêr diçin qawişan û alavan desteser dikin. Alavên wan ên paqijiyê digirin. Fatma ji ber şert û mercên girtîgehê bêzar bûye. Psîkolojiya wan jî ne baş e. Xwe tenê hîs dikin. Qawişa Fatma tê de ye hemû girtiyên demek dirêj e di hundir de ne. Bêguman ji civakê jî zêdetir eleqeyê û serdanên malbat û bi parêzeran re dipên. Fatma di alî psîkolojîk û fîzyolojîk de gelek têk çûye.”
 
Li bende piştgiriyê ne
 
Erenê destnîşan kir ku yek ji daxwazên Fatmayê ev bû ku rayagiştî li dijî helwestên îdareya girtîgehê bertek nîşan bidin û wiha dawî lê anî: “Li girtîgehan gelek mexdûriyet tên jiyîn. Nikarin li nûçeyan temaşe bikin, rojnameyan nadin. Ji ber vê Fatmayê got ew li bende piştgiriya raya giştî ne.”