Li dijî şer û tecrîdê dengê hevpar: Dîrok wê îxanetê efû neke

  • 09:05 29 Îlon 2022
  • Rojane
 
WAN - Jinan polîtîkayên şer û tecrîdê yên desthilatdariyê nirxandin. Ayten Salgir got: “Dîrok wê kesên îxanetê li civakê û axê dike efû neke. Tecrîd li hemû Tirkiyeyê pêk tê. He roj cenaze tên welat. Zarokên me li girtîgehan tên qetilkirin.”
 
Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bandorê li ser hemû civakê dike û polîtîkayên şer jî bixwe re tîne. Êrîşên leşkerî jî fatureyên giran dertîne holê. Jinan bertek nîşanê rewşê dan û diyar kirin ku divê ev şer demildest bi dawî bibe.
 
Jinên Wanê der barê polîtîkayên şer û tecrîdê de nirxandin kirin.
 
‘Dîrok wê efû neke’
 
Ayten Salgir da zanîn ku 40 sal in didome û wiha bi lêv kir: “Divê şer bi dawî bibe. Aştî bê. Gel bi qetilkirinê naqede. Dibêjin qey wê Kurdan biqedînin. Dixwazin Kurdan bikin kole lê wê bi ser nekevin. Îro bi mîlyonan Kurd têdikoşin. Kes nikare vê fikrê biqedîne. Suleyman Soylu dertê dibêje evqas kes mane. Lê ne wisa ye. Bi salan e wisa dibêjin lê naqedin. Em behsa gel dikin. Em polîtîkayên şer şermezar dikin. Bila dayik negirîn. Êdî bes e. Her roj Kurd tên bombebarankirin. Êdî bes e. Bila ev xwîn raweste.”
 
‘Bi tecrîdê gel tên çewisandin’
 
Aytenê bal kişand ser polîtîkayên tecrîdê û daxuyakirin ku tecrîd ne tenê li ser Abdullah Ocalan li ser hemû gel e û wiha dawî lê anî: “Girankirina tecrîdê civakê bêzar dike diçewisîne. Ger ku hevdîtin bên destpêkirin wê ev şer jî raweste. Bi bandora tecrîdê re krîza aborî jî giran dibe û mirov her roj întîxar dikin. Her roj cenaze tên welat. Zarokên me li girtîgehan tên qetilkirin. Divê em xwedî li ziman û nasnameya xwe derkevin.”
 
‘PDK îxanetê li Kurdan dike’
 
Pîruze Aşkan jî destnîşan kir ku divê şer raweste û wiha pê de çû: “Divê girtî bên berdan. Divê yekîtiya neteweyî pêk bê. PDK îxanetê li Kurdan dike. Divê hemû jin û dayik bi dengekî hevpar li dijî polîtîkayên şer derkevin. Divê em di şopa çand û zimanê xwe de bin. Divê em teslîm nebin.”
 
‘Berxwedan jiyan e’
 
Duriye Sabay jî bertek nîşanê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da û nêrînên xwe wiha anî ziman: “Polîtîkayên îxanet û sîxuriyê hene. Berxwedan jiyan e. Heta em hebin em ê li berxwe bidin û têbikoşin. Em bi zarokên xwe serbilind in.”