Jinên ji Ewropa û Rojhilata Navîn hatin: TJA bû mînak

  • 11:04 27 Îlon 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Seroka EFA’yê Lorena De Lacalle anî ziman ku TJA ji bo wan mînake û wiha got: “Ez bo fêrbûnê têm vir.” Ghîna Al Andary jî ku ji Lubnanê tevli konferansê bû da zanîn ku konferansa TJA’yê peyama avakirina tevgera femînîst a cidî daye. Behkal Fawzi Saleh jî ya ji Başur tevli bû got li her çar parçeyê Kurdistanê divê jin bibin yek. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma "Em li dijî faşîzmê bi biryar û di azadiyê de bi israr in" di 24 û 25'ê mehê de li eywaneke Êlihê bi beşdariya 700 delegeyên ji Kurdistan û Tirkiyeyê 4'emîn konferansa xwe li dar xist.TJA di encamnameya xwe de çû gelek biryaran û ji bo dema nû jî der barê xurtkirina tora jinan a enternasyonal de biryar girt.
 
Ji Rojhilata Navîn û Ewropa gelek jin evli bûn û diyar kirin ku jinê Kurd ji bo wan dibin îlham.  Seroka Tifaqa Azadiya Ewropa (EFA) û endama Partya Piştevaniya Bask Lorena Lopez De Lacalle, ji Kafa Vîolence Exploîtatîon(Bese) Şîdet û Binpêkirin ya li Lubnanê ye Ghîna Al Andary û ji Başur endama Zahmetkêşan (Civaka Kedkarên Kurdistan) Behkal Fawzî Saleh der barê konferans û hesta bi wan re afirdiye de axivîn.
 
‘Em wek din di mijara rêxistinbûnê de baş in’
 
Lorena anî ziman ku li hemû cîhanê kuştinên jinan zêde bûne lê li dijî van êrîşan hişmendiya femînîst bilind bûye û ev tişt bi lêv kir: “Di vê sedsala 21’ê de şîdet û qetilkirina jinan bi tu awayî nayê qebûlkirin. Em wek jin di mijara rêxistinê de pir baş in. Lê mixabin pergala serdest jî xurt e. Sedema êrîşa mêran jî ev e; azadbûna me dibînin û ev azadî wan dike xetereyê. Piştevaniya jinê gelek girîng e. Em çiqas ligel hev bin, em ê evqas şîdeta li ser jinê li her qadê li welatê min Bask, li Ewropa û her derê em ê çareser bikin. Hewcedarî bi femînîzm û jina xurt heye. Divê mêr fikr û nêrînên xwe biguherin. Divê fêm bikin ku civakek nû wê vejî, bi pêşeniya jinê ev wê bê avakirin.”
 
‘Jinên Kurd çavkaniya îlhamê ne’
 
Lorenayê destnîşan kir ku jinên Kurd ji bo cîhanê mînak in û wiha dawî lê anî: “Jinên kurd ne tenê li  Kurdistanê li Fransa, dîaspora, Brukselê li her derê dibin çavkaniya îlhamê. Bi rastî em wan baldar digirin em wan qet biçûk nabînin, her tim têdikoşin. Em piştgiriyê didin serokomara Ispanyayê Sanchez. Em qanûnên parlamentoya bas û Ispanyon diguherin. Bi giştî em qanûnên parlamentoya Ewropa diguherin. Ji bo li hember jinan û mafên wan rêzdarî bê nîşandan em vê dikin. Em ji sedî 50’yê serjimarê ava dikin û divê her kes rêzdariyê nîşan bide. TJA ji bo me mînak e. Em vê mînakê dişopînin û li gorî vê me jî avabûn afirand. Hewce bi hêza jinên xurt heye û divê em jinên ciwan xurt bikin lê jinê ciwan jî wê jinê pir xur bikin. Ji ber vê jî gelek tiştên em ji hev fêr bibin hene. Ez ji bo fêrbûnê hatim vir. Ji gelek welatî gelek kes tevli konferansê bûne. Ez gelek bi bandor bûm.”
 
Ji zîhniyeta serdest taktîkên pêşîgirtinê
Ghina Al Andary da zanîn kuştinên jinan her tim pêk hatine û wiha destnîşan kir: “Ev ne rewşek nû ye. Her tim hebûn. Jin xwe bi rêxistin dikin. Divê xwe bi rêxistin bikin û jin her tim neçarî vê kirin. Her tim têkoşîn meşandin. Ji ber vê jî hewl tê dayîn pêşî li jinan bigirin. Pergala serdest her tim bi taktîkan hewl dide pêşî li rêxistina jinan bigirin. Pergala serdest hewl dide jinan heps bike. Ji ber vê jî ez vê konferansê gelek bi hêvî û bi bandor dibînim. Ji ber peyameke gelek cidî ya avakirina tevgera femînîst dide. Şîdeta li ser jinên Kurd di esasê de rewşa hemû jinan nîşan dide. Ji ber jin mexdûrên şîdeta serdestiya mêr in. Li hember jinan zextek global heye. Têkoşîna enternasyonal gelek girîng e. Em li dijî zextên li hember jinan her tim di pêvajoyeke rêxistinbûnê de ne.”
 
‘Divê 4 parçe bibe yek’
 
Ji Başûr endama Zahmetkêşan (Civaka Kedkarên Kurdistan) Behkal Fawzî Saleh jî nêrînên xwe anîn ziman û diyar kir ku bi dirûşma ‘jin jiyan azadî’ azadiya hemû jinên cîhanê dixwaze û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Jin ji ber ziman, ol, nîjadên xwe tên qetilkirin lê tevî hemû zextan li her qadê li berxwe didin. Divê jin li her çar parçeyên Kurdistanê bibin yek. Em jinên Başûr piştgiriyê didin berxwedana jinên Îranê. Em ligel wan e. Konferans ji bo me gelek baş derbas bû. Em dixwazin konferanseke wisa bi heybet ku bi tevlibûna jinê her çar parçeyê Kurdistanê, li Hewlerê jî pêk bînin.”